AMED - Di danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok de daxwaza betalkirina biryara qedexeya derketina derveyî welat hate redkirin.
Bi hinceta xebatên pîşeyî yên rojnamegeriyê û îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik, der heqê edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 6’emîn danişîna doza Gok li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Rojnameger Gok û parêzerê wî Resul Tamur tev li danişînê bûn. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek, nûnerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) û Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat jî tev li danişînê bûn.
Gok, di danişînê de parastina xwe kir û got ku ji ber xebatên pîşeyî tê darizandin. Gok, diyar kir ku piranî li ser geşedanên derveyî welat dixebite û ji ber biryara qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî nikare karê xwe bike. Gok, xwest ku ev qedexeye were rakirin.
Parêzerê Gok, Resul Tamur jî bi bîr xist ku gelek kesên li ser îfadeyên Akbiyik hatine darizandin beraet kirine û xwest qedexeya derketina derveyî welat a miwekîlê wî were rakirin.
Dozger jî xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat bidome û kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.
Dadgehê biryar da ku li benda encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê der heqê Gok de vekiriye bisekinin û daxwaza rakirina qedexeya derketine derveyî welat û kontrola edlî red kir. Dadgehê, xwest kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û danişîna dozê taloqî 22’yê Nîsanê kir.