SÊRT - Di çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê de 6 kes hatibûn binçavkirin. Her 6 binçavkirî hatin berdan.
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Sêrtê Şernas Çelepkolu, Rêveberê DBP’a Sêrtê Muhammed Polat, xebatkarê şaredariyê Ferhat Toprak, Veysel Orenç, Yûsûf Mercan û Mehmet Nezîr Kaplan piştî qeyûm li Şaredariya Sêrtê hate tayinkirin, hatin binçavkirin. Îfadeyên her 6 kesan ên li emniyetê bi dawî bûn ku bi îdiaya “Dê di protestoyên qeyûm de çalakiyan li dar bixin” hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyê sewqî Edliyeya Sêrtê hatin kirin.
Her 6 kes jî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.