ÎZMÎR - Ji Acaxa Qureyşanê Pîr Îsmaîl Alkan diyar kir ku meha Xizirê di elewîtiyê de meheke pîroz e û wiha got: “Baweriya Xizirê tehemulî, hezkirin, bihevrebûn û parvekirin e. Ev, di nav maf, hiqûq û wekheviyê de tê wateya jiyana kolektîf."
Meha Xizirê ku di elewîtiyê de meheke pîroz e, her çiqas li gor herêman cudatiyên wê hebin jî, ji dawiya Çileyê dest pê dike û heta nîvê Sibatê didome. Di vê mehê de rojî tên girtin, merasîmên olî tên kirin û qurban tên kirin. Di vê mehê de ku ev jî tê wateya ku rojên zivistanê yên dijwar li pey xwe hiştiye û loqme tên belavkirin, serdan tên kirin û ziyaretgeh tên ziyaretkirin û xêr tên belavkirin. Xizir ji bo Elewiyan rizgarker e.
Di rojên Xizirê de pîr bi xwestekên xwe re dicivin û erkanên cemê tên avakirin. Tê bawerkirin ku bi girtina rojiya Xizirê ya 3 rojî ku di meha Xizirê de bi hilatina rojê dest pê dike û bi avabûna tavê diqede, dê xwestek pêk werin. Ji ber ku tê bawerkirin ku Xizir dê serdana malan bike, êvara pêncşemê "Qawût" li ser tepsiyekê bi genimê zeliqandî tê pijandin. Li gor bawerîyê Xizir diçe malên dilpak ên ku daxwaza wan qebûl dike û li ser qawût an jî ardê nîşan dide. Li gorî baweriya elewiyan Xizir ew heyîn e ku xwe gihandiye asta herî bilind a zanînê, li erd û esman digere. Yê ku ji bo kesên ku di tengasiyê de ne, mezlûm, nexweş û belengaz tê de ye. Carinan milyaket e, carinan xelaskar e û carinan afirîner e.
Pîrê Ocaxa Qureyşan OÎsmaîl Alkan li ser girîngiya dîrokî û civakî ya Xizirê axivî.
‘XWEBÛN BI XWE YE'
Alkan anî ziman ku baweriya Elewiyan bi Xizirê dest pê kiriye û got ku Xizir li cîhanê nîşaneya "maf"ê ye. Alkan got: "Yê li herî derî hazir û nazir, heq bi xwe ye. Xizr hebûn û rastî bi xwe ye. Çanda Xizirê bi vî rengî dest pê dike. Her kes dikare bibêje 'Ya Xizir'. Her kes dema bixwaze dikare bang li Xizir bike, ji ber vê yekê em jê re dibêjin li her derê ye. Baweriya Xizir xwe disipêre salên pir dûr û dirêj."
Alkan anî ziman ku gel ji Xizir jî dûr ketine û wiha got: “Em hatin metropolan, pergalê berê me guhert. Pergalê dest pê kir ku her kes mehkûmî birçîbûn, belengazî, xizanî û bêhêvîtiyê bike. Ji ber vê yekê, pêşîniyên mirovan tên guhertin. Ev bû sedem ku mirov ji çand û cewhera xwe dûr bikevin. Me baweriyê xist rêza dawî. Lê li gundan li pêş bû. Ew yek ji hêmanên domdar bû. Bivênevê bû. Dem namine ku mırov lı gor bawerıya xwe tevbıgere."
Alkan anî ziman ku baweriya Xizır herî baş li erdnîgariya Dêrsimê tê jiyîn û anî ziman ku elewîtî li gelek herêman di bin navê Şîatiyê de tê kirin. Alkan got: "Divê em di cema Xizirê de gotinên xwe yên têkildaarî Xizir bêjin, sihbetan li ser wî bikin."