SILÊMANIYE - Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî de bi dawî bû.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) serdanên xwe yên li Herêma Federe ya Kurdistanê ku li Hewlêrê dabû destpêkirin, îro li Silêmaniyeyê domand. Şandeyê îro li Debaşanê (Mala Celal Talabanî) bi Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî re hevdîtin kir.
Hevdîtin bi dawî bû.