DÊRSIM - Ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik, der heqê Rojda Çîftçî de doz hate vekirin û 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn.
Rûniştina biryarê ya doza sekretera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) ya Dêrsimê Rojda Çîftçî ku ji ber îfadeya îtîrafkar Ûmît Akbîyik bi îdiaya "endamê rêxistinê" hatibû vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê hat lidarxistin.
Parêzer û Rojda Çîftçî beşdarî danişînê bûn.
Piştî îfadeyên dawî yên dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Rojda Çîftçî hat birîn.