WAN - Di çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm ên li Wanê de 55 jê zarok nêzî 400 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji zarokên hatin binçavkirin 16 jê rastî îşkenceyê hatin.
Di çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de 55 jê zarok nêzî 400 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên ji parastvanên mafan û rêxistinên hiqûqê hatine bidestxistin; pêvajoya hiqûqî ya 350 kesan di bin kontrola parêzeran de didome û 24 kes hatine girtin. Nêzî 50 kes jî piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan. Hat diyarkirin ku ji 55 zarokên hatin binçavkirin 16 jê û 90 welatiyên din di dema binçavkirinê de hatin îşkencekirin. Hat zanîn ku ser, dest û milên welatiyan hatine şikandin û şopên derbkirineke giran li ser bedena welatiyan hene. Hat zanîn ku 2 welatiyên hatin berdan ji ber îşkenceyê êdî baş nabînin.
ÎŞKENCE LI ZAROKAN KIRIN
Hat diyarkirin ku ji binçavkiriyan 55 jê zarok in û li 16 zarokan di dema binçavkirinê de îşkenceyên giran lê hatine kirin. Hat zanîn ku hestiyên gelek zarokan ên ser û milên wan hatine şikandin û şopên giran ên îşkenceyê li ser bedena wan in. Bi taybet jî ji ber kelemçeya plastîk destên gelek zarokan reş û şîn bûne. Heta niha ji zarokên sewqî edliyeyê hatin kirin 2 jê hatine girtin û kirariyên zarokên din jî didomin.
HEJMARA BINÇAVKIRIYAN 400 DERBAS KIR
Hejmara binçavkiriyan her ku diçe zêdetir dibe û bi taybet jî bi dehan kesên di roja ewil de hatin binçavkirin bêyî parêzerên wan îfadeyên wan hatin girtin û piştre hatin berdan lewma hejmara biçavkiriyan baş nehatiye zelalkirin. Hat gotin ku hejmara binçavkiriyan 400 kes derbas kiriye. Li gorî agahiyan; gelek kesên di dema protestoyan de birîndar bûn bi tirsa ku bên binçavkirin neçûne nexweşxaneyê. Gelek kesan ji ber tundî û îşkenceya lê hatiye kirin, serî li Maseya Krîzê ya ji hêla Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Wanê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hatiye avakirin, dan. Piraniya serlêdan kirin pir bi giranî hatine îşkencekirin û gotin ku dema birin nexweşxaneyê rapora derbkirinê nedane wan.
Hat ragihandin ku Maseya Krîzê dê di demekî kin de rapora xwe ya binpêkirina mafan eşkere bike û bi taybet jî der heqê mudaxileya dîmenên wan hatin parvekirin de serlêdana sûc bike.
Li hêla din, ji binçavkiriyan 30 jê sewqî edliyeyê hatin kirin.