Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

img

STENBOL - Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku mitînga 15'ê Sibatê ya li Strasboûrgê ji salên berê qelebalixtir bûye û got ku daxwaza hevpar a kurdan û dostên wan azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. 

Bi boneya 26'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi beşdariya bi hezaran kesî meş û mitîngek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên ku ji çar aliyê Ewropayê ji bo çalakiya ku bi mehan amadekariya wê hat kirin hatin cem hev, daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kirin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, peyama ku di mitîngê de hat aşkerakirin û plansaziyên ji niha û pê ve bên kirin nirxand.
 
Zubeyde Zumrutê destnîşan kir ku piştî komploya 15'ê Sibata 1999'an gelê Kurd di nava berxwedaneke bênavber de ye û got ku ev berxwedan û daxwaza azadiyê di sala 26'an a komployê de gihiştiye lûtkeyê. Zûbeyde Zumrutê got: “Her sal li çar aliyê cîhanê Kurd ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê dadikevin qadan û azadiya Rêber Apo dixwazin. Lê îsal bi taybetî bi kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk' ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de dest pê kir, hevalên me jî tev li xebatên azadiya Rêbertî bûn. Ji ber ku dizanin ku ji ber krîza pergala kapîtalîst, ji ber şer Rojhilata Navîn xitimî ye û paradîgmaya Rêber Apo ji bo hemû cîhanê rizgarî ye."
 
Zubeyde Zumrutê diyar kir ku gelek komên cuda beşdarî mitînga 15’ê Sibatê bûne û got: “Di vê sedsalê de komplo hat pûçkirin. Berxwedana gelê Kurd ne tenê komployê pûç kir, di heman demê de hişt ku têkoşîn ewqasî gerdûnî bibe. Berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo û têkoşîn û berxwedana gel bûye xeta azadiyê. Di mîtîngê de derket holê ku gel çawa li dora Rêbertî bûye yek, paradîgmaya Rêber Apo gelan kiriye yek û ev têkoşîn çawa mezin bûye."
 
DAXWAZA JI BO AZADIYA FIZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN
 
Zubeyde Zumrutê got: “Bi hevdîtinên 15’ê Sibata îsal ên bi birêz Abdullah Ocalan re, nêzîkatî û hêviyek çêbû ku piştî 26 salan roj careke din ronî bibe û veguhere azadiyê. Lê li hemberî Rêber Apo ku demeke dirêj li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin û tevî mafê hêviyê jî ev yek pêk nehat, hêrseke mezin hebû. Tişta din a ku di mitîngê de derket holê jî ev bû ku me dît kampanyaya 'Ji Rêber Apo re Azadî û ji Kurdistanê re statu' bandorek li tevahiya cîhanê kiriye. Yên ku beşdarî xebatên me bûn, ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan xwedî daxwazên cidî ne."
 
‘DIVÊ EM DESTÊ RÊBERÊ XWE XURT BIKIN'
 
Zubeyde Zumrutê diyar kir ku têkoşîn û berxwedana bi kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" deriyên Îmraliyê vekiriye û got: "Hevdîtin hêvîdar in. Bi rastî ev hêvî û coş di mitîngê de derket holê. Ji çar aliyên cîhanê gel bi zimanên cuda dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' berz kirin. Ev peyam di pankartên ku hilgirtin û axaftinên li mitîngê de derketin pêş. Têkoşîna me hem di warê dîplomasî, hem jî di warê hiqûqî û civakî de gihîşt astekê. Lê ev hê jî berdewam dike. Me derî vekir û dengê Rêber Apo bihîst. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amadekariyên Rêber Apo yên cidî hene. Ev di nava gel de heyecaneke cidî çêdike û nîşan dide ku divê em hîn bêtir xwedî li têkoşînê derkevin û destê Rêberê xwe xurt bikin."
 
Zubeyde Zumrutê diyar kir ku gel dixwaze daxilî pêvajoyê bibe û wiha got: “Di pêvajoya çareseriyê ya berê de hem di nava me de hem jî di nava civakê de dilrehetiyeke cidî hebû. Nêzîkatiyeke ku hemû bar li ser milê Rêber Apo be hebû. Lê di xebatên ku me di vê serdemê de li qadan meşandin, di hevdîtinên xwe yên yek bi yek de û di civînên gel ên bi munasebeta 15’ê Sibatê de me dît ku xwestek, hişmendî û hêviyek xurt heye ku her kes bi xwe tev li pêvajoyê bibe."
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

20/02/2025
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin
21:03 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin
16:42 Konseya Bajar a Amedê xwest qanûna qeyûm bê betalkirin
16:35 YNK’ê piştî hevdîtinê daxuyanî da: Tekan rêya çareseriyê diyalog e
16:34 Li dijî serdegirtinan polîsan nobeta çand û hunerê
16:16 MKG’ê bertek nîşan da: Rojnamegerên binçavkirî berdin
16:14 Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ji NY’ê re name şandin
16:14 Êrişa ser Newroz Uysal hate şermezarkirin
15:53 Şande çû serdana Rojnewsê
15:53 'Ma mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Wanê tune ye?’
15:30 Bakirhan: Banga Ocalan dê bibe ‘Nexşerêya’ pêvajoyê
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin