ŞIRNEX - Jinan li navçeya Silopiyayê bertek nîşanî tundiya polîsan a di dema çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Wanê de, dan.
Jinan li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî tundiya polîsan di dema çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de li Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û li welatiyan kirin, daxuyanî dan. Çalakî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hat lidarxistin û rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê û DBP’ê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Bi sedan kesên li pêşiya Dibistana Navîn a Cumhuriyetê ya Silopiyayê hatin gel hev, ber bi avahiya DEM Partiyê ya navçeyê ve meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Li dijî tundiya mêr-dewletê jin, jiyan, azadî” hate hilgirtin. Her wiha dirûşma “Newroz Uysal bi tenê nîne” berz kirin.
Ozlem Findik a TJ’yî li ser navê jinan daxuyanî da û got ku êrişa li dijî Newroz Uysalê li dijî nasnameya TJ’yê hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Hêrsa zilamê qirker a li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan ku bi mîrateya sedan sala ye, dema bi rejîma necezakirinê re dibe yek, her carê vediguhere rewşeke hovane. Îktîdara ku jinan dixe dorpêça tundiyê, zextê lê dike, destkeftiyên wan xesp dike. têkoşîna wan krîmînalîze dike û fermana binçavkirin û girtinên derhiqûqî dide, hêj jî sûc dike.”
‘DÊ BERXWEDANA ME BI SER KEVE’
Ozlem Findik, da zanîn ku dê têkoşîna xwe ya li dijî êrişên ser jinan mezintir bikin û wiha bi dawî kir: “Li ku derê dibe bila bibe em ê li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin bikin û li ber ronahiya felsefeya jin, jiyan, azadî em ê berxwedana xwe mezintir bikin. Em ê destkeftî, maf û jiyana xwe biparêzin. Dê jinên rêxistinkirî û berxwedana me bi ser kevin.”
Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.