HEWLÊR - Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtinên li Herêma Federal a Kurdistanê axivî û diyar kir ku dê peyamên van hevdîtinan ji Ocalan re ragihînin.
Şendaye Îmraliyê ya DEM Partiyê ji 16’ê sibatê vir ve li Herêma Federal a Kurdistanê hevdîtin pêk dianî û hevdîtin duh bi dawî bûn.
Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Mehmet Kamaç û parêzer û endamên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez û Ozgur Erol cih girtin.
Şandeyê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê YNK’ê Bafel Talabanî, cîgirê serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Qubat Talabanî, endama Dîwana Serokatî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed û serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anî.
DÊ PEYAMAN RAGIHÎNIN
Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûne û wiha got: “Hemû şexsiyetên siyaszî, sazî û partiyan bi coşeke mezin em pêşwazî kirin. Ji bo vê coşê ji wan re spas dikim. Me têkildarî pêvajoyê pêşniyar, hişyarî û piştgiriyên wan wergirt. Ev pêşniyar û piştgirî ji bo me û ji bo aştiyê pir bi nirx in. Em ê vê ji birêz Ocalan û mûxatabên xwe re ragihînin.”
Onder têkildarî mijarên ku di hevdîtinan de hatine axaftin wiha got: “Piranî me peyamên birêz Ocalan yên di hevdîtinan de hatine dayîn ji wan re ragihand. Me hewl da bibin bersiv. Her wiha li gel vê mijara yekîtiya neteweyî jî hat axaftin. Me hewl da têkildarî aştiyê bingeheke berfireh ya civakî ava bikin.”
‘QIYMETEKE MEZIN DAN PÊVAJOYÊ’
Onder diyar kir ku ji bo pêvajoya nû piştgiriyeke tam tê dayîn û wiha got: “Qiymeteke mezin dan pêvajoyê. Hemû mûxatabên ku me hevdîtin pêk anî ji bo peyamên ku hatin dayîn û bangewaziyê qiymeteke mezin dan. Ev jî hem hêviyê dide me û hem jî rûmetê dide me.”
Onder destnîşan kir ku serokên partiyên ku hevdîtin pêk anîne xwestin peyamên wan bigihêje Abdullah Ocalan got, “Bêgûman piştiriya xwe anîn ziman. Hûrgiliyên hevdîtinan jî hene. Em ê van ji birêz Ocalan re ragihînin.”
MA / Azad Altay