NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Nasir Yagiz ku di sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 6 mehan di greva birçîbûnê de ma, got: “Em bi Abdullah Ocalan bawer in û bi hêvî ne. Ev pêvajo dê veguhere muzakereyeke birûmet."
Gengeşeyên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd didomin. Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 28’ê Kanûna 2024’an û 22’yê Çileya 2025’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, du hevdîtinên cuda pêk anîn. Piştî hevdîtina yekemîn, danezana çareseriyê ya Abdullah Ocalan a ji 7 xalan pêkhatî bi raya giştî re hat parvekirin. Abdullah Ocalan di daxuyaniyê de bal kişand ser rola Meclis û partiyên muxalefetê.
Di sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a wê demê Leyla Guven, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû destpêkirin. Siyasetmedar Nasir Yagiz ku li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe, 6 mehan di greva birçîbûnê de ma, têkildarî "pêvajoya" ku Abdullah Ocalan înîsiyatîfa girtiye nirxandin kir.
'DÊ VEGUHERE MUZAKEREYEK BIRÛMET'
Yagiz diyar kir ku polîtîkaya israrkirina di neçareseriyê ya desthilatê êdî nikare encam bigire û got: “Çalakiyên greva birçîbûnê yên wê demê li girtîgehan dest pê kirin û li her derê belav bûn, encam dan û bi birêz Abdullah Ocalan re têkilî hat danîn. Piştre me biryar da ku li ser banga birêz Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe bînin. Lê piştî vê çalakiyê jî tecrîda ku di çarçoveya plana hilweşînê de bû bi dawî nebû û dewam kir. Em wekî gel di nava 5 salan de, di nava têkoşîneke gelekî dijwar de ne. Hevalên me bi neheqî hatin girtin. Lê me ji berxwedanê paşde gav neavêt û têkoşîna me berdewam kir. Li gelek navendan çalakî hatin destpêkirin. Dewlet di van kiryar û çalakiyan de asê mabû, çareyê di çûna cem birêz Ocalan de dît. Baweriya me bi birêz Abdullah Ocalan heye û em bi hêvî ne. Ev pêvajo dê veguhere muzakereyeke birûmet."
Yagiz diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam dike bandorê li geşedanên li Rojhilata Navînê dike û got ku hevdîtin bi berxwedanê pêk hatine. Yagiz got: “Cihê ku berxwedan lê nebe, mewzî paşde diçin û hêza dijber bi ser we de tê. Cewhera pevçûn û têkoşînê ev e. Tecrîda li ser Rêber Ocalan berdewam dike bandorê li geşedanên li Kurdistan û Rojhilata Navînê dike. Haya hêzên serdest ên li vir ji hêz û helwesta wî heye. Îro hevsengiya siyasî û têkoşînê ya ji nû ve hatiye avakirin, rûniştina li ser maseyê û muzakereya ya bi Rêbertî re li hêzên serdest ferz kiriye. Di destpêkirina vê pêvajoyê de derketina paradîgmaya birêz Ocalan a li Rojavayê û avakirina perspektîfeke nû ya jiyan û rêveberiyê jî bi bandor bû. Em dikarin bibêjin ku di encama van berxwedanan de tecrîd li ber şikandinê ye."
DILSOZIYA GEL
Nasir Yagiz anî ziman ku Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Abdullah Ocalan bi vîna ku derketiye holê hatiye pûçkirin û got: "Komplo negihîşt armanca xwe. Armanca komployê dîlgirtina birêz Abdullah Ocalan û şikandina berxwedana gelê kurd bû. Lê belê Rêbertî bi paradîgma û ramana xwe ev yek pûç kiriye û têkoşînê aniye vê astê. Dîsa gelê me di her qadê de dilsoziya xwe ya bi Rêber Ocalan re nîşan daye. Gelê me her sal ji çalakiya herî biçûk heta ya herî mezin dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re nîşan dide. Li Rojavayê şoreşek bi paradîgmaya Rêbertiyê pêk hat û niha bi hêza xwe xwe bi rê ve dibe. Em vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê dibînin. Ji ber vê yekê gotin têra vegotina hêz û mezinahiya Rêbertî nake."
'GEL LI PIŞT WÎ YE'
Yagiz da zanîn ku gelê kurd di her şert û mercî de li cem Abdullah Ocalan e û got: “Gelê me yê li Kurdistanê, partiya me, gelê me yê li Ewropayê her tim daxuyaniyan dide ku muxatabê maseyê Rêber Apo ye. Beramberiya wê ya pratîkî ya li qadê diyar e. Gelê wî li pişt wî ye û ev rastiyeke bê guman e. Her gotina Abdullah Ocalan nefes dide Rojhilata Navînê. Rojhilata Navîn û Kurdistan bi salan ji bo hêzên cîhanî û kolonyalîst veguherî qada qezencê. Em ketine serdemeke ku netew-dewlet hatine astengkirin û emperyalîzm êdî nikare rêya xwe bimeşîne. Wekî gelê kurd me bi baweriya xwe ya azadiyê têkoşîna xwe mezin kiriye û bal kişand ser serkeftinên teqez. Hemû cîhanê destkeftiyên me qebûl kir. Salên berê dema ku me jî wek gelek hevalên xwe dest bi grevê kir, yekane daxwaza me ew bû ku em der barê tenduristiya birêz Ocalan de agahiyê bigirin û ya herî girîng jî bi gelê xwe re têkiliyê deynin. Hêza çareseriyê û perspektîfa wî ya li ser xwendina siyasetê bandorê li guhertina hevsengiyê dike. Gotina Rêber Ocalan wê li Rojhilata Navînê û bi taybetî jî li Kurdistanê ku veguheriye gola xwînê, aştî û aramiyê bîne. Me gelek mînakên vê yekê berê dîtin."
Yagiz da zanîn ku girîng e her welatparêzek kurd beşdarî vê pêvajoyê bibe û got: “Eşkere ye ku pêvajoya ku dê birêz Ocalan bide destpêkirin wê dînamîkên nû bi xwe re bîne. Ev pêvajo dê pêvajoyeke dirêj bihewîne. Divê hemû hêzên me, partiya me û rêxistinên sivîl di vê pêvajoyê de erkên xwe pêk bînin, tevlî pêvajoyê bibin, tevkariyê li pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin bikin."
MA / Zeynep Dûrgût