'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’

  • rojane
  • 09:34 20 Sibat 2025
  • |

RIHA - Rojnameger Hêvîdar Henan, hempîşeyê xwe Egîd Roj ê di êrişa dewleta tirk de hate qetilkirin vegot û got: “Egîd Roj komkujiyên li dijî gelê Efrînê dikir belge û berxwedana li Bendava Tişrînê nîşan dide. Lewma hedef hate girtin.” 

Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO di êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêj jî rojnamegeran hedef digire. Di êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên ji sala 2019’an heta niha de 15 rojnameger hatin qetilkirin. Herî dawî jî nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Egîd Roj dema li Bendava Tişrînê êriş dişopand, di 15’ê Sibatê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hate qetilkirin. 
 
Hevala xebatê ya rojnameger Egîd Roj, nûçegihana ANHA’yê Hêvîdar Henan qala Egîd Roj kir. Hêvîdar Henan, diyar kir ku Egîd Roj bi eslê xwe ji Efrînê ye û dema tevî malbata xwe li Helebê dijiya ew nas kiriye û wiha got: “Dema hêj zarokekî biçûk di nava şoreşê de cih girt. Piştre rojnamegerî xwend. Egîd, bi doz û nirxên gel re kesekî dilsoz bû. Malbata wî welatparêz bû. Malbata wî, malbateke wisa bû ku ji hemû malbatên Efrînê re dibû mînak. Bi taybet jî dayika wî ev zanebûne di wan de çêkiribû. Mîna ku zindî be nêzî hemû amûrên teknîkê dibû. Mîna zarokê xwe li kameraya xwe dinihêrt. Di şerê Efrînê de me bi hev re gelek wext derbas kir. Em bi hev re nexebitîn. Wî xwest nûçegihantiya şer bike. Car bi car li qadên xebatên me hev didît. Di şerê Efrînê de xebitî. Li her devera Efrînê geriya. Dixwest komkujiyên li dijî Kurdan bike belge. Gelek belge di destê wî de hebûn. Her tiştên têkildarî Efrînê xistibû arşîva xwe. Digot ji bo nivîsandina dîrokê wisa dike. Dema me Egîd didît, hezkirina Efrînê li ber çavên me zindî dibû.” 
 
31 ROJNAMEGER HATIN QETILKIRIN
 
 
Hêvîdar Henan, bi bîr xist ku bi qetilkirina Egîd Roj re hejmara rojnamegerên di 4 mehan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin derket 3’yan û got: “Dewleta tirk heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 31 rojnameger qetil kiriye. Berê Egîd her tim li qadên şer bû. Li qadên zehmet dixebitî. Dema ne li Bendava Tişrînê bû, digot ‘ez nikarim li cihê xwe bisekinim.’” 
 
'HEVALÊN WAN MÎRATEYA WAN DEWR GIRTIN’ 
 
Hêvîdar Hena, axaftina xwe wiha qedand: “Egîd, berê her aliyê xwe dabû şoreşê. Rojnamegerên ku her roj rojev ji me re dişandin bi xwe bûn nûçe. Tirkiye ne tenê bi çekan, her wiha ji hêla psîkolojîk ve jî şerekî pir kûr û qirêjî dimeşîne. Çima Nazim, Cîhan û Egîd hedef hatin girtin? Ji ber ku rastiya dewleta tirk derxistin holê. Di vîdeoya dawî ya Egîd de jî hebû, gel bi keyfxweşî nobet digirt. Nazim Daştan jî têkiliya qirêjî ya Tirkiye û DAIŞ’ê derxistibû holê. Cîhan Bîlgînê xebatên sîxûrtiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxistibû holê. Egîd Roj jî komkujiyên li dijî gelê Efrînê belge dikir û berxwedana li Bendava Tişrînê vedigot. Lewma hedef hatin girtin. Niha bi sedan hevalên wan mîrateya wan dewr girtine û di rêya wan de dimeşin. Dê pênûsa Egîd li erdê nemîne. Dê têkoşîna wan her tim zindî be. Wan ji hemû rojnamegeran re mîrateyek hiştin. Hemû hevalên wan jê hêz digirin û berxwedaneke mezin raber dikin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 

Sernavên din

26/02/2025
15:17 Aktaş, Yavuzel û Yeşîl hatin bibîranîn
13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Egeyê starta 8’ê Adarê: Em ê li dijî polîtîkayên tundî û şer li qadan bin
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin