STENBOL - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha got: “Em binirx dibînin. Lê belê berpirsyartî tenê ya aliyekî nîne, li ser milê rêveberên vî welatî ye.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk”, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Îmamoglû, got ku ew girîngiyê didin her hewldanên ji bo aştiyê û ev tişt anî ziman: “Bi vê wesîleyê em bangê binirx dibînin. Lêbelê, berpirsyartî tenê ya aliyekî nîne, li ser milê rêveberên vî welatî ye. Bi rastî jî meseleya esasî ew e ku Tirkiye li gorî rêgezên demokratîk, mafên mirovan û hiqûqê bê birêvebirin.”
Di berdewamê de jî Îmamoglû wiha got: “Fikra komarê jî tam vê vedibêje; bêyî şert û merc hemû hemwelatiyan dihewîne û hembêz dike. Em bi hev re dikarin ji êşên berê hatine kişandin dersan bigirin û em mecbûr in pêşeroja xwe ya hevpar di nava aştiyê de ava bikin. Têkoşîna me ya ji bo Tirkiyeya azad û demokratîk dê bi biryardarî bidome.”