AMED - Welatiyên ku ji bo guhdarîkirin û temaşekirina banga Abdullah Ocalan hatin Qada Şêx Seîd, diyar kirin ku wan bang girtine û bişopînin û wiha gotin: “Bila tecrîd bi dawî bibe, Serok bi gelê xwe re bê gel hev.”
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê duh li Stenbolê banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Banga Abdullah Ocalan li gelek bajaran li ser ekranên ledê yên mezin bi zindî hate weşandin. Li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê ya Amedê jî bi hezaran kes kom bûn û bi hûr û kûr banga Abdullah Ocalan guhdarî kirin. Gelek kesên bûne şahidên vê kêliyê, hêsir barandin.
Welatiyên li qadê li bangê guhdarî kirin, gotin ku Abdullah Ocalan nifteya “aştiyê” daye gelan.
BI GOPALÊ XWE EV 30 SAL IN TEV LI ÇALAKIYAN DIBE
Ferha Akbulut ku ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatibû Amedê, diyar kir ku di her du piyên wê de platîn hene lê tevî vê jî ji sala 1995’an heta niha tev li hemû çalakiyan dibe. Ferha Akbulut, anî ziman ku ew ji Abdullah Ocalan bibawerin û wiha got: “Dema hatim vê derê min nekarî xwe bigirim û giriyam. Peyama Serok Apo ji bo maf û hiqûqê girîng e. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo aştiya hemû gelên cîhanê di nava hewldanan de ye. Bi hatina aştiyê re dê pêşî li rijandina xwînê jî were girtin. Abdullah Ocalan nifteya aştiyê da me gelan. Divê her kes qedrê vê bizane û jidil nêz bibe.”
‘BIA SEROK BÊ NAV GELÊ XWE’
Ferha Akbulut, destnîşan kir ku ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha pê de çû: “Bila tecrîd bi dawî bibe û Serok bê nav gelê xwe. Bila bi destê aştiyê bigirin û deriyan heta dawiyê vekin. Ew hem ji xwe hem jî bi gelê xwe bawer e. Heke li wî guhdarî bikin dê aştî bê. Wekî Bavê Teyar jî gotibû, em ji mirinê mezintir in. Em ne ji girtinan ne jî ji binçavkirinan natirsin. Çi dibe bila bibe em ê her tim bibêjin aştî. Çavê hemû Kurdan li vê rojê bû.”
‘JI BO ZAROK AZAD BIJÎN AŞTÎ’
Welatiyê bi navê Îlyas Adiyaman jî tevî zarokê xwe yê biçûk ji Pasûr a Rihayê hate Amedê. Adiyaman, got: “Em dixwazin ev pêvajoya piştî têkoşîna 40 salan dest pê kiriye, bidome. Em ê pêvajoyê û têkoşînê bişopînin. Em dixwazin aştî bê. Heke em nebînin jî em dixwazin zarokên me di nava aştiyê de bijîn. Em ji bo wê îro li vir in. Êdî em dixwazin rojên ku herkes wekhev dijî û kesek nayê kuştin bibînin.”
Bediye Aslan Tekîn jî got ku her kesên peyam bihîstî gelek hestiyar bûne û ew bi kelecaneke mezin li benda aştiyê ne. Bediye Aslan Tekîn, got: “Bi salan dirêj e şer heye û me gelek bedel dan. Peyama hatiye şandin em keyfxweş kirin. Bila êdî dayik negirîn û aştî were.”
‘EM Ê HETA DAWIYÊ BIŞOPÎNIN’
Kiymet Gurbuz jî bilêv kir ku gelek nexweşiyên wê hene lê tevî vê jî hatiye qadê û wiha axivî: “Bila êdî aştî bê û Serokê me azad bibe. Bila bê nav gelê xwe û ciwanên me yên girtî jî bên berdan. Bêhna aştiyê ji ku were, dayik li wir in. Dema peyam hatî mîna her kesî ez jî giriyam. Ji ber ku aştî, hêviya bidawîbûna pirsgirêkan û daxwazê bandor li me kir. Piraniya zarokên kesên hatine vê derê yan girtî ne yan jî li çiyê ne. Dema wiha dibe jî mirov hestiyar dibe. Divê ji bo aştiyê şert û merc bên avakirin ku bikarin wan bibînin. Em ê heta dawiyê li ser rêya Serok bin. Peyamên hatine dayin girîng bûn û em dixwazin berdewamiya wan bê.”
Kamûran Aydin jî spasiya her kesên ji bo aştiyê kedê didin kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo aştiyê divê aliyê din jî tişta dikeve ser milê wan pêk bîne.” Abîdîn Durmaz (50) ku ji bo guhdarîkirina bangê ji navçeya Dêrik a Mêrdînê hatibû Amedê û li ser erebeya astengdaran bû jî got ku ew bangê erênî dibînin û diyar kir ku ew jiyaneke wekhev dixwazin.
MA / Şîlan Şîrvan Çîl - Heval Onkol