NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên jin ên li her çar parçeyên Kurdistanê diyar kirin ku tevî zext û zordestiyan jî berxwedana xwe didomînin û gotin: “Em serfiraziya nivîsandina heqîqetê dijîn.”
Çapemeniya Azad ku îro li her devera Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê xwe birêxistin kiriye, roj nîne ku rastî êriş, qetilkirin, girtin, binçavkirin û astengiyan neyê. Lêbelê tevî vê jî di sekna xwe ya ragihandina heqîqetê de tawîzê nade. Rojnamegerên jin ên li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê rastiyê radigihînin, rastî her êrişan tên. Lê tevî vê jî bi nûçeyên xwe şoreşa jinê, tundiya li ser jinê, kedxwariyê, tacîz û tecawizê radixe ber çavan. Xebatkarên ragihandina azad ku weke kedkarên heqîqetê û şervanên heqîqetê tên binavkirin, îro bi nivîsandina heqîqetê civakê û gelan ronî dikin.
Ji her çar parçeyên Kurdistanê rojnamegerên jin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
ROJAVA: EM RASTIYÊ RADIGIHÎNIN
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Roj Denîz, anî ziman ku yek ji berhema Şoreşa Rojava, avakirina ragihandina jinan bû û got: “Yên ku di vê şoreşê de herî zêde pêşengtî kiribûn, jin bûn. Ji ber wê Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hate naskirin. Ji bo ku ev doz, ev têkoşîn û doza azadiya jinê ku di Şoreşa Rojava da xwe dabûn pêş ji bo ku ji tevahiya cîhanê re bê ragihandin, ragihandina jin jî hate avakirin. Rojnamegerên jin jî ji wê demê heta niha têkoşîneke pir mezin kirin. Di encama vê têkoşînê de gelek ajans û televîzyonên jinan hatin vekirin. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka şoreşê heta niha bi rojane rastî êriş û gefên giran re rû bi rû dimîne. Êrişên dewleta tirk ji sala 2011'an heta niha nehatine rawestandin. Ji wê demê heta niha bi hezaran jin hatin hedef girtin. Pêşengên di vê şoreşê de asta yekem de hatin hedef girtin. Ji ber wê jî em weke rojnamegerên jin erkeke li ser milê me ku em vê rastiyê ragihînin."
Roj Denîz, bal kişand ser êrişên ser rojnamegeran û diyar kir ku serdest herî zêde ji kesên rastiyê radigihîn ditirsin. Roj Denîz, got: “Em hem deskeftiyên jinan û hem jî êrişên li ser jinan ji raya giştî re parve dikin. Ew tarîtiya ku hêzên desthilatdar dixwazin civakê bidin ferzkirin em derdixin holê. Lewma em her tim di hedefê de ne. Ji destpêka hemleya rizgarkirina Rojava heta niha hevalên me yên ku rastî radigandin hatin qetilkirin. Demekî kin berê hevalên me Nazim Daştan, Cîhan Bilgîn û Egîd Roj li Bendava Tişrînê hatin qetilkirin. Van hevalên me di wan çeperan de rastî radigihandin. Lêbelê em soz didin wan ku ne pênûsa wan û ne jî pênûsa bi dehan rêhevalên me dê li erdê nemîne. Ev xebat û rêwîtiya heqîqetê dê berdewam bike û pênûsa me dê neyê tewandin.”
BAŞÛR: ROJNAMEGER NIKARIN BI AWAYEKÎ AZAD BIXEBITIN
Ji başûrê Kurdistanê ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê rojnameger Mizgîn Kara jî diyar kir ku li cihê êriş û zilmeke ewqas mezin lê heyî, ragihandina heqîqetê çalakiya herî mezin e. Mizgîn Kara, got: “Ji bo me şenseke ku em bi zimanê dayika xwe dixwînin, diaxivin, dijîn. Ji ber wê jî bi şêweyên cuda cuda êrişên li ser Mexmûrê tên kirin. Ji gelek aliyan ve mirov dikare ku alîkariya civaka xwe bike. Min xwest rojnamegeriyê bikim. Çimkî min xwest ku rastiya li vir bidim ragihandin.”
Mizgîn Kara, bi lêv kir ku ew hem rastî êrişên Tirkiyeyê û hem jî yên PKD’ê tên û ev tişt anî ziman: “Şeniyên Mexmûrê ne bi keyfa xwe koçber bûne, ji ber doz û têkoşîna xwe koçber bûne. Em jî wê dozê û têkoşînê ji raya giştî re didin ragihandin. Dema ku em li qanûnan jî dinêrin, em ê bibînin ku divê rojnamegerek azad karê xwe bike û jê re pirsgirêk neyê derxistin. Lêbelê dema ku em lê dinêrîn, em rojnameger tenê bi wargehê re sînordar dimînin em nikarin biçin ji derve karek bidin meşandin, ji ber ku pirsgirêk ji me re derdixin. Vê pirsgirêkê jî hem PDK û hem jî Iraq derdixîne. Ji ber wê jî em zehmetiyan dijîn. Li ku derê êrişek çêbibe Wargeha Mexmûrê jê bandor dibe. Pergalek li vir hatiye avakirin û ev pergal jî bi fikir û felsefeya birêz Ocalan hatiye avakirin û li ser wê jî perwerdehî tê dayin. Ji ber wê jî pergal her tim êriş dike. Me dît ku hem li Başûr hem li Rojava çend rojnameger dema ku heqîqet ragihandin hatin qetilkirin û girtin. Li her derê rojnameger di hedefê de ne. Yê ku şerê desthilatdaran teşhîr dike û heqîqetê radigihîne em in. Ji ber wê raste rast hedef tên nîşandin. Wê nikaribin ku rojnamegerên rastiyê radigihînin bitirsînin. Em ê her tim li ser kar bin. Her tim jin di hedefê de ne. Ji ber ku birêz Ocalan di serî de bi paradîgmaya jin dest bi têkoşînê kir. Ji ber ku jin azad bibe dê civak jî azad bibe. Ji ber wê bi rihê 8'ê Adarê divê her jinek têkoşîna xwe mezintir bike."
BAKUR: ŞAHIDIYA DÎROKÊ DIKIN
Li bakurê Kurdistanê jî nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin ji ajansa me re axivî. Rojda Aydin, behsa zext, êriş û astengiyên li ser ragihandina heqîqete kir û got ku roj nîne ew rastî êrişan neyên. Rojda Aydin, wiha domand: “Karê rojnamegeriyê li Bakur ewqas hêsan nîne. Dixwazin Kurdistanê ji rojnamegeran re bikin dojeh. Lê tevî hemû zext, astengî û gefan jî Çapemeniya Azad dev ji têkoşîna xwe bernade. Ji salên 90'î heta niha êriş her tim hebûn lê her ku êriş kirin em bihêztir bûn. Dema ku em nûçeyeke teşhîrkirinê çêdikin, em rastî êrişan tên û ew kesê ku hatiye teşhîrkirin bi her awayî dixwaze xwe bigihîne te û bi vê rêbaze jî dixwaze ku te bitirsîne. Lê em biryardariyeke mezin vê têkoşîna xwe didomînin.
Di rêya ragihandina rastiyan de gelek hevalên me hatin qetilkirin. Ne tiştekî hêsan e mirov di rêya heqîqetê de canê xwe bide. Em rojnamegerên Kurd di heman demê de şahidiya dîrokê dikin. Ragihandina rastiyê hestekî cuda ye. Ji ber wê divê ku em jinên rojnameger li her deveran hêza xwe bikin yek. 8'ê Adarê em dubara bi berxwedana jinan pêşwazî dikin. Îro li her deveran jin li dijî êrişan li ber xwe didin. Em jinên rojnameger jî li dijî sansûrkirina rastiyê li berxwe didin û em ê vê berxwedana xwe mezin bikin.”
ROJHILAT: DI BIN SIYA DARVEKIRINÊ DE RAGIHANDINA HEQÎQETÊ
Sara Ehmedî ku li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê karê rojnamevaniyê dike, behsa zehmetiyên pê re rû bi rû dimînin kir. Sara Ehmedî, anî ziman ku ji ber çalakiyên li Îranê dihatin kirin şopandiye, gelek caran ji bo îfadeyê bang li wê hatiye kirin. Sara Ehmedî, got: “Ji ber ku ez jin im, ez bi zehmetiyên cuda re rû bi rû dimînim. Mînak em her tim ji mêran kêmtir mûçe distînin. Mêr dikarin di servîsên nûçeyan de bibin edîtor. Di dema xwepêşandanên Jînayê de tenê ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî, 2 caran bang li min kirin ku îfadeyê bidim. Malbata min her tim zextê li min dike; dibêjin vî karî neke û bizewice. Lê ez jin im û naxwazim girêdayî mêrekî bijîm û dixwazin heqîqetê ragihînim. Xwezî dewlet li ser mafên hemû gelan fikiriyaba. Her çiqasî em nikaribin tevahî rastiyê bibêjin jî em qismeke wê radigîhin û bi raya giştî re parve dikin. Ev jî girîng e. Bi minesebata 8’ê Adarê, ji bo hemû hempişeyên xwe yên li Rojhilata Navîn dixebitin vê dibêjim; em li cîhên ku lê ne, em ziman û guhên gelê xwe ne, ez hêvî dikim ku rojekê em bi azad binivîsin û çîrokên rastîn ên gelê xwe vebêjin.”
MA / Zeynep Durgut