Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin

  • rojane
  • 09:10 12 Gulan 2025
  • |
img

RIHA - Li navçeya Eyyubiyeyê ji ewil malên 3 welatiyan dan îhaleyê û piştre jî biryara hilweşandinê hate dayin. Dema hêj doza didomiya, malê welatiyan di nîvşevekê de hatin hilweşandin û 5 pisîkên di bin kavilan de mayin mirin. 

Kooperatîfên Çandiniyê, li Taxa Asyayê ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê ji ewil 2 avahiyên malbata Aktaş û maleke cîranên wan bi hinceta “malê xizîneyê” da ber îhaleyê û firot. Piştî firotina avahiyan, dadgehê ji bo avahiyên behsa xeberê biryara hilweşandinê da. Di demeke ku hêj pêvajoya îtîrazê ya li dijî biryarê didomiya de avahî hatin hilweşandin û 5 pisîkên di bin kavilan de mabûn mirin. Li Taxa Asyayê ku di sala 2005'an de ji Taxa Nû hate cudakirin, ji hêla Kooperatîfên Çandiniyê ve di sala 2008’an de bi îdiaya “malê xizîneyê ye” dan ber firotinê. Bêyî ku haya malbatan jê hebe avahî dan îhaleyê û kesê bi navê Îbrahîm Kubat îhale girt. Piştî firotina avahiyan, dadgehê di sala 2017’an de ji bo avahiyan biryara hilweşandinê da. Piştî biryara hilweşandinê, ji xwediyên avahî malbata Aktaş li dijî biryarê li Dadgeha Îstînafê îtîraz kir. Di demeke ku pêvajoya îstînafê didomiya de malên welatiyan ji hêla ekîbên tevî polîsan hatin cihê xaniyan ve hatin hilweşandin. Avahî, piştî saet 24.00'ê hatin hilweşandin. Tevî hişyariya ku pisik di avahî de hene jî avahî hatin hilweşandin û 5 pisikên di bin kavilan de man, mirin. Bi hilweşandina avahiya re malbata Aktaş jî li kolanê man û di koneke wan bi xwe vegirtin de dijîn. Malbatê bertek nîşanî tiştên bi ser wan hatine anîn, dan. 
 
Omer Aktaş (58) ku mala wî hatiye hilweşandin, wiha got: “Di demên berê de ev der gundê Yenîceyê bû. Piştre bû Taxa Yenîceyê. Herî dawî jî cuda bû û kirin Taxa Asyayê. Ersayên vê derê yên dewletê bûn. Kooperatîfên Çandiniyê tapoyên vê derê girtin ser navê xwe û da ber firotinê. Bêyî ku haya xelkê vir jê hebe, da ber firotinê. Me agahiya îhaleyê girt û roja dawî çûn cihê îhaleyê. Ew îhale betal bû û 15 roj piştre dîsa dan îhaleyê. Dîsa beriya haya me jê hebe kirin. Ji bo rantê wiha kirin. Kesê bi navê Îbrahîm Kubat îhale girt. Niha gefan li me dixwe. Îdia dike ku di nav dewletê de dozgerên wî hene. Gelek gef li me tên xwarin. Di sala 2017'an de biryara hilweşandinê dan. Me jî ji bo sekinandina biryarê serî li îstînafê da. Hêj encam jê derneketibû ku mal hilweşandin. Dema ev der difirotin, diviyabû ji ewil bifirotina kesên li vir dijîn. Li vir 150 dar hene. Dixwazin van daran jêbikin û li şûna wan avahiyan çêkin. Em dixwazin rayedar vê mijarê lêkolîn bikin. Ji bo bêdengkirina me, gefan li me dixwin lê em ê bêdeng nemînin. Bila der heqê Îbrahîm Kubat de lêkolîn were kirin. Gelo çi têkiliyên wî bi şaredar re hene? Em alîkariyê naxwazin, pereyan naxwazin. Bila lêpirsîn were kirin.” 
 
'24 KES LI KOLANÊ MAN’
 
Omer Aktaş jî da zanîn ku di 2 xaniyên wan de ew 3 malbat diman û 24 kes tê de dijiyan. Aktaş, got: “Sûriyeyiyek û 2 zarokên xwe jî li wir dijiyan. Me ji emniyetê dem xwest lê bi lez û bez em derxistin. Di nîva şevê saet di 24.00'ê de hatin mal hilweşandin. Polîsan em gelek sor kirin û xwestin em êrişî wan bikin lê me xwe paşve kişand. Malên me serûbin kirin.” 
 
'MAL BI SER AJALAN DE HILWEŞANDIN’ 
 
Aliya Aktaş jî got ew hatine mexdûrkirin û ev tişt anî ziman: “Tevî 6 zarokên xwe li derve mam. Tiyekî min ê astengdar heye. Em tevek niha li derve di konê de dimînin. Yên ev tişt kirin bila hinek şerm bikin. Îşala heman zilm bi serê wan jî were. Em li ber derî man. Tevekan jî zilm li me kirin. Mal bi serê ajalan de hilweşandin. Ev çend roj in em pisîkên di bin kavilan de mirine ji wir derdixînin.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

16:43 Gergerlîoglû: 10’emîn Paketa Darazê hêviyên gel şikandin
16:33 Temellî: Beriya çêkirina destûra bingehîn divê rê were paqijkirin
16:07 Li Hindistanê ji ber karesata musonê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:23 Şandeya Koma Çep a PE’yê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
15:16 Greva karkeran di roja 4’an de ye: Em ê dev jê bernedin
13:46 ‘Ji bo tu bûyerên din ên mîna ya Narînê çênebin em ê bixebitin’
13:27 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 26 kes hatin qetilkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Bi gotinê sifir nabe zêr
11:46 Wezarata Dadê: Li girtîgehan 4 hezar û 291 zarok hene
11:20 Jinên tev li meşa li Amedê bûn: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe
11:01 ‘Gava ewil a avadaniya jinê ya enternasyonal bi NADA’yê hate avêtin’
10:31 Xizmetên di 45 salan de li Curnê Reş nehatine kirin di salekê de hatin kirin
09:53 Eren Keskin: 10’emîn Pakêta Darazê ji bo çareseriyê hêvî nade
09:44 Xebatkarê şaredariyê ji ber tacîza li dijî zarok hate girtin
09:35 AKP’ê nekarî dervehiştina ‘muebbeta girankirî’ biparêze
09:15 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya têkildarî sererastkirina Covîd-19’ê hat redkirin
09:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Windakirî, Jin û Têkoşîn’ derket
09:02 Başbûna aboriyê girêdayî pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:15 10'emîn Pakêta Darazê hat erêkirin
08:13 Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi coşeke mezin bi dawî bû
08:12 Meşa 'Ji Yuksel Koç re azadî'
08:06 TEV-ÇAND'ê ji malbata Bavê Teyar re name şand
31/05/2025
17:43 Hevserokê Koma Çep a PE'yê Schirdewan çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:54 Jin ji bo meşa ‘çareseriya demokratîk’ kom bûn
16:52 Meşa 'Çareseriya Civakî' ya jinan: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
15:57 Ji bo daxwaza ‘Ji Kurdî re statû’ dê bimeşin Tirba Ehmedê Xanî
15:43 Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
15:23 Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
15:06 DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin
15:00 Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
14:58 Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
14:24 Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
14:18 Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
14:01 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
13:46 30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'