Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!

  • rojane
  • 10:55 12 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - PKK ku mohra xwe li 50 salên dawî xist, bi beşdariya 232 delegeyan 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di kongreyê de axivî û got: “Ev ne dawî ye, destpêkek e.” 

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû xeleka dawî ya serhildanên gelê Kurd ku li dijî polîtîkayên înkar û qirkirinê yên ji destpêka damezirandina komarê heta niha li dijî gelê Kurd tên meşandin. PKK ku di dîrokê de weke “Serhildana 29’emîn a Kurd” di dîrokê de cih xwe girt, mohra xwe li 50 salên dawî xist. PKK’ê, piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate kirin, di 5-7’ê Gulanê de Kongreya Awarte ya 12’emîn li dar xist. 
 
232 DELEGE TEV LI BÛN 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); kongre li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hemwextî hate lidarxistin û endamên Desteya Rêveber a PKK'ê, endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê, Hevserokên Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), endamên konseyê, endamên Konseya Leşkerî ya HPG'ê, endamên Koordînasyona KJK û PAJK'ê jî di nav de 232 delege beşdar bûn.
 
Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kesên di şoreşê de jiyana xwe ji dest dane û Sirri Sureyya Onder hate daliqandin ku beriya çend rojan di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dîwana kongreyê hate hilbijartin. Endamên Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan û Xalîde Engîzek, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît û endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin. Bi hilbijartina dîwana kongreyê re nirxandina rojevên kongreyê destpê kir.
 
DÛRAN KALKAN: EV NE DAWÎ YE, DESTPÊKEKE NÛ YE
 
Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ve hate kirin. Kalkan, di şexsê Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan (Fûat), Riza Altûn û Sirri Sureyya Onder de bi bîranîna hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku fesixkirina PKK'ê “Ne dawî ye, lê destpêkek nû ye.” Dûran Kalkan got: “Bêguman ev kongreya me ji kongreyên din cuda ye bêguman. Ji hin aliyan ve mirov dikare bişibîne kongreya destpêkê. Kongreyeke welê ye ku ji aliyê dîrokî ve PKK'ê bi dawî dike û dîrokê li şûna wê dide rûniştandin. Bêguman ev dawî nîne, bi encamkirineke bi vî rengî re tê xwestin, pêşî li pêngavên nû bê vekirin. Tê xwestin, derfet û firsend ji pêngavên nû re bê dayin."
 
'PKK BÛ BIRÊXISTINKIRINA XETA APOYÎ'
 
Dûran Kalkan, anî ziman ku rêxistiniya destpêkê ya PKK'ê li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û piştre bi navê “Apocî”, “Şoreşgerên Kurdistanê”, “Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê” hatin naskirin. Kalkan, bi domdarî got: “Di dawiya sala 1978'an de pêwîstî pê dît ku weke partî xwe bi rêxistin bike û navê 'Partiya Karkerên Kurdistanê' bi vî rengî ava bû. Yanî destpêkê weke PKK ava nebû. Beriya her tiştî divê ev rastî bê zanîn. Lê belê PKK bêguman bû rêxistinbûyîna xeta Apoyî. Bû xwedî wê cewherê û hewl da hişmendiya wê bi pêş ve bibe. Milîtaniya Apoyî, milîtaniya PKK'ê li ser van esasan bi pêş ket."
 
KONGREYA DESTPÊKÊN NÛ...
 
Kalkan, wiha domand: “Ev kongre dişibe kongreya yekemîn. Lê çawa? Li wê derê ji bo destpêkeke nû îradeyeke mezin hebû, li vir jî li ser bingeha bidawîkirina dîrokî ya wê destpêkê îradeyeke mezin heye. Lê belê ev bidawîkirin qedandin nîne. PKK ji damezrandinê û vir bi rengekî hîn bi îdia û xurtir, ji bo pêşî li pêngav û avabûnên nû veke, ji bo zemîna vê yekê biafirîne vê dawîkirinê pêk tîne."
 
'PKK'Ê KURDÎTIYA LI BER MIRINÊ BÛ JI NÛ VE ZINDÎ KIR'
 
Piştî xwendina rapora polîtîk a ji perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser kongreyê hatibû amadekirin, rapora Komîteya Navendî ya PKK'ê hate xwendin. Di rapora polîtîk de pêvajoya siyasî-leşkerî hate nirxandin, hate destnîşankirin ku PKK'ê mohra xwe li 50 salên dawî yên Kurdistanê xist, Kurdîtiya li ber tinebûnê bû jinûve zindî kir.
 
Di raporê de wiha hate gotin: “PKK ji bo dîroka Kurd bû mîladeke nû, li Kurdistanê jî bû vejîna Kurdîtiya azad a nû. Li ser vê bingehê li Kurdistanê jiyana azad û civaka neteweya demokratîk hate afirandin. Bi Kongreya Yekemîn re avabûna fermî ya partiyê destwerdaneke radîkal a li dîroka tinebûna neteweyî bû, biryar û ragihandin destpêka dîroka azadiyê ya nû bû. Kongreya me ya 12'emîn jî tê wateya bidawîkirina demekê ya bi PKK'ê re hate meşandin û pêşîvekirina li destpêkirina demeke nû ya dîroka azadiyê."
 
'JI BO PÊŞÎVEKIRINA LI STRATEJIYÊN NÛ...'
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku kongreya damezrîner bi esasî bangek bû ku xîtabî gelê Kurd dikir û hate ragihandin ku kongreya 12'emîn destpêkirina têkoşîneke nû ya ji bo rizgariya gelan û hemû bindestan ji xwe re kiriye armanc. Di dewama raporê de wiha hate gotin: “Fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK'ê, rawestandina karên bi navê PKK'ê têne meşandin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya weke stratejiya bingehîn tê wê wateyê ku ji bo azadiya Kurdan û têkoşîna civaka demokratîk li her qadê pêşî li stratejiyên nû û rêxistiniyê veke."
 
'DEMA HERÎ PÎROZ A DÎROKA KURDISTANÊ'
 
Di rapora Komîteya Rêveber a PKK'ê de wiha hate gotin: “Fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK'ê di tevgera azadiyê ya şoreşger de dawîkirineke mutleq nîne, berevajî vê yekê destpêkeke nû ye. Tevgera Apoyî dema bi navê PKK'ê tê meşandin bi dawî dike, PKK'ê li şûna wê ya dîrokî dide rûniştandin û ji bo pêşî li serdemeke nû ya ji bo xwe veke, demeke bi vî rengî dide destpêkirin." Raporê bi vî rengî dewam kir: “PKK'ê serdema herî bi heybet û pîroz a dîroka Kurdistanê afirandiye. PKK'yîbûyîn bû navê lehengî, wêrekî û fedakariya Kurd. Li ser bingeha azadiya jinê jiyan û hebûna Kurdên azad temsîl dike. Jinûve afirandina heqîqeta Kurd a li se xeta Apoyî ye. Li Kurdistanê rûmet, şeref, dilsozî, wêrekî, fedakarî, piştevanî û parvekirina li ser xeta fedaîtiyê bi PKK'ê re ji nû ve bû xwedî wate. Tevgera Apoyî bi navê PKK'ê ev hemû afirand û niha jî bi kongreya xwe ya 12'emîn re vê heqîqetê li cihê herî bi şeref ê dîroka Kurdistanê dide rûniştandin. Van hemûyan jî bi îrade û biryara xwe, ji bo di civaka demokratîk û jiyana azad de bi pêş ve bibe, dike. PKK wê di dîroka Kurdistanê de her tim weke tevgera azadî û lehengiyê ya rasteqîn bê bîranîn û bijî."
 
BIRYAR BI YEKDENGIYÊ HATIN DAYIN
 
Piştî nirxandinên pêvajoya siyasî-leşkerî, rojeva serdema têkoşîna nû hate nirxandin. Di kongreyê de ku sê rojan dewam kir, nirxandinên pir alî, nîqaş û tespît hatin kirin. Li ser pêşnûme biryarên “Rêbertî, Şehîdan, Gaziyan, Hebûna Rêxistinî ya PKK'ê, Rêbaza Têkoşîna Çekdarî û Avakirina Civaka Demokratîk” ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreyê ve hate amadekirin, yek bi yek nîqaş hate kirin û biryar li ser hate dayin. Di kongreyê de ku nîqaşên gelekî berfireh û zirav hatin kirin, pêşnûme biryar hemû bi yekdengî hatin qebûlkirin.
 
'BI ŞERTÊ KU JI ALIYÊ RÊBER APO VE BÊ BIRÊVEBIRIN Û MEŞANDIN'
 
Di kongreyê de pêşnûme biryara ku herî zêde nîqaş li ser hate kirin û raya giştî li bendê bû, “Rêbaza Têkoşîna Çekdarî û Hebûna Rêxistinî ya PKK'ê” bû ku fesixkirina PKK'ê ji xwe re dikir armanc. Piştî nirxandin û nîqaşên berfireh biryar hate wergirtin ku "Ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber Apo ve bê rêvebirin û meşandin avahiya rêxistinî ya PKK'ê bê fesixkirin, rêbaza têkoşîna çekdarî bê bidawîkirin û karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû bêne bidawîkirin."
 
Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî' û “Israra di mirovahiyê de israra di sosyalîzmê de ye” bi dawî bû. Hate ragihandin ku encamên kongreyê ku li du qadên cuda hemwextî hate lidarxistin, piştî ku bûn yek wê bi raya giştî re bêne aşkerakirin. 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’