Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn

  • rojane
  • 12:02 12 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn, ji roja nasnameya xwe nas kirî heta daweiyê di nava têkoşînê de cih girt. Altûn ku Apoyî nas kir, ji hêla Abdullah Ocalan ve weke “Rêhevalê Azadiyê” hate pênasekirin. 

PKK’ê di danezana Kongreya 12’emîn de ragihand ku yek ji kadroyên pêşeng Riza Altûn di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest daye. Hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Riza Altûn weke sembola “Rêhevaltiya Azadiyê” qebûl kiriye. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi dosyayeke berfireh jiyan û têkoşîna Riza Altûn vegot. 
 
Di nûçeyê de hate gotin ku Riza Altûn, di sala 1954'an de li gundê Kuçuksobeçîmen ê Kayserî-Sarizê ji dayik bû. Ev gundê ji 60 malan ku ji Kurdên Elewî û bi zazakî diaxivîn pêk dihat, ku ji ber Qanûna Firka-î Îslahiye (Jinûve kontrolkirina qadên li derveyî kontrolê) ku di sedsala 19'an de ji aliyê Osmaniyan ve hate amadekirin koç kiribûn, cihekî ji derve girtî bû ku bi Tirkên Avşar re li ser zeviyan şer kiribû. Altûn şeş salên zarokatiya xwe li gund derbas kir. Ji ber vê yekê jî ji bilî Dimilî zimanekî cuda nebihîstibû. Piştî ku bavê wî ji ber pirsgirêkên debarê koçî Enqereyê kir, malbat di salên 1960'î de li Tûzlûçayirê bi cih bû.
 
Altûn, piştî dibistana seretayî nexwend û di sala 1974'an de heta ku bi şoreşgeran re tevbigere, di karên rojane de xebitî. Di vê demê de Altûn û malbata wî li Tûzlûçayirê ji ber “cudahiya etnîkî û baweriya xwe” li cihêkariyê rast hat û li hemberî vê yekê li ber xwe da. Di salên 1970'î de bandora tevgerên şoreşger ên li taxê bû sedem ku Altûn hîn di ciwantiyê de kevneşopiya şoreşgerî nas bike û xwe nêzî wê bike. Bandora şoreşgerên pêşeng Îbrahîm Kaypakkaya û Huseyîn Înan a li taxê, darbeya 12'ê Adarê, darvekirina Denîzan, qetilkirina Mahîr Çayan; van hemûyan bandor li Tûzlûçayirê kir, ku bû sedema pêla destpêkê ya civakî. Ji roja ji dayik bû û pê ve ji aliyekî cihêkariya ji ber cudahiya nasnameya xwe, li aliyê din jî nakokiya di parastinê de, dawiya dawî ew gihand civakîbûnekê ku ji xwe dît. Ji ber vê yekê Altûn û tevahiya malbata wî bi tevgerên şoreşger re bûn yek û hewl da bibe parçeyek ji vê civakîbûnê.
 
NASKIRINA KEMAL PÎR
 
Di salên destpêkê yên çalakiyên xwe yên şoreşgerî de bi rêya komeleyeke li taxê xwe nêzî THKO’yê hîs kir. Di sala 1974'an de bi kesayetên wekî Alî Dogan Yildirim, Alî Riza Yildirim, Hasan Şerîk û Dogan Kiliçkaya re tevgera wî destpê kir. Li vir Kemal Pîr ku berî dide lêgerîna wî ya şoreşgerî, nas dike. Di her gavekê de bi Kemal Pîr re hevaltî kir. Her dem diçû mala ku Kemal Pîr girtibû. Li vir Hakî Karer nas dike. Ruhê tevgerekê ku heta niha navê nîne di van her du şoreşgerên enternasyonalîst de dît. Hînbûna rêya rast a jiyanê ji mirovê rast, ji bo avakirina tiştên baş û bedew di jiyanê de bingeha herî xurt bû. Ji bo jiyanê û domkirina hebûnê nasnameya xwe ya serhildêriyê û têkoşeriyê bi çanda şoreşgerî re kir yek. Bi vî rengî cihê xwe di nava Apoyîyên ewil de ku li ser zimanan digeriya girt. Piştre Rêber Apo nas kir û tev li komê bû. 
 
Riza Altûn wiha behsa têkliya xwe ya bi mala li Dîlokê re destpê kir, kir:“Piştî ku ew çû Anittepeyê, têkiliyên wî êdî têkiliyên wî ne tenê bi Kemal Pîr re bû. Piştre Serok bi xwe hat û çû. Hevalê Cûma, hevalê Abbas gelekî hatin û çûn. Nîqaşên berfireh hatin kirin. Dema ku me Kemal Pîr nas kir, nasnameya xwe ji me re eşkere nekir, ku hingî dema nîqaşeke berfireh a navxvweyî bû. Piştre biryar li ser rêxistinbûyînê hate dayin. Piştre ji têkiliyên şoreşgerî yên giştî wêdetir têkiliyeke bi rêk û pêk destpê kir. Serok ji bo civînan timî dihat. Digot, 'Ciwanên xurt, hevgirtî kom bikin'. Serok wê demê diaxivî, qalê dikir. Û timî civîn lidar dixist. Qala mêtingeriyê dikir. Qala dîroka Kurdistanê, mêtingehkirina Kurdistanê, feraseta sosyalîzmê ya giştî, têkoşîne çekdarî dikir. Civîn timî dihatin lidarxistin. Gelek civînên Serok têne bîra min. Wê demê rêxistiniyeke berfireh, karekî girseyî tine bû. Tax gelekî berfireh bû. Em bi bandor bûn. Eger me bixwasta ji sedî 70 wê bi me re tevbigeriya. Serok nedigot her kesî bîne. Digot, 'Yên herî hevgirtî
bînin'."
 
BI SERHILDÊRIYA XWE DENG VEDABÛ
 
Altûn ku li taxê bi serhildêriya xwe deng vedabû, piştî ku bi Apoyiyan re bi rengekî çalak tevgeriya, li gel wî hevalên wî jî tev li nava komê bûn. Bi vî rengî qala wê demê dikir: "Serok diaxivî. Tiştekî ku em li ber rabin tine bû. Hem danheviyeke me ya bi wî rengî tine bû, hem jî hêza wî ya îqnakirinê gelekî xurt bû. Wê demê nîqaşa li ser sosyal emperyalîzmê hebû. Bandor li me jî kiribû. Me sosyal emperyalîzm diparast. Rojekê dema li mala me civîn lidar xist, min ji Serok re got, 'Her tişt temam. Ev sosyal emperyalîzm wê çi bibe'. Serok keniya û got, 'Ew ne pirsgirêk e. Hûn ê bên me îqna bikin. Em ê jî sosyal emperyalîzmê biparêzin'. Me jî got, 'Wê demê pirsgirêk nema' û em bi temamî ketin nav. Ji wê rojê û pê ve sosyal emperyalîzm careke din neket rojevê."
 
Wê demê, koma destpêkê ku bi dirûşma “Kurdistan mêtingeh e” tevdigeriya, nivîsên “Bimire mêtingerî” dinivîsan, lê çep a Tirkiyeyê nerazîbûn nîşanî vê yekê dida. Riza Altûn jî yek ji wan kesayetan bû ku serkêşî ji têkoşîna li hemberî vê neazîbûnê re dikir. Ya girîng şert, merc, kes û astengî hebû, ya girîng mezinahiya armancê bû. Bi hostatî şert, merc, kes û astengî bi rê û rêbaza xwe sivik kir, daxist asta detayekê û ji ciwantiya xwe ve bi vê hostatiyê tevgeriya.
 
RÊWÎTIYA DESTPÊKÊ YA BER BI KURDISTANÊ VE
 
Riza Altûn sala 1977'an bi pêngava vegera li welêt re çû Dîlokê. Li vê derê li gel Hakî Karer, Kemal Pîr, Mûstafa Karasû re tev li karên şoreşgerî bû. Yek ji nûnerên destpêkê yên kevneşopiya “Bi derziyê bîr dikola” bû. Ne pirsî bê li ku, çawa û bi kîjan derfetan bê kirin. Yekane hêza wan baweriya wan a destpêkirina vê raperîna li dijî mêtingeriyê bû. Altûn di nava koma pêşeng de bû. Bi vî rengî qala wê demê kiribû:
 
“Karasû bi giranî li Nîzîpê dixebitî. Karkerên sabûnê bi rêxistin kiribû. Kemal Pîr digeriya. Diçû Riha û hin deverên cuda. hevalê Hakî li wir dima. Ez jî bi hevalê Hakî re li wir mam û bi rêk û pêk tev li kar bûm."
 
Dema ku Hakî Karer li Dîrokê hate qetilkirin, Riza Altûn ji bo karên koma Apoyî li Amedê bû. Piştî wefata Hakî Karer careke din derbasî Dîlokê bû. Riza Altûn wê bi vî rengî qala girîngiya vê demê bikira: 
 
"Şehadeta hevalê Hakî bû kêliyeke diyarker. Ya yekemîn, fikrê derbasî Kurdistanê hate kirin û rêxistiniya dihate xwestin bê kirin, bi pêşengiya hevalê Hakî derbasî Kurdistanê bû. Di heman demê de li Dersim, Riha, Êlihê pêşketin hebû. Li Amedê bi cih bû. Bi destpêkirina tûra Serok re perspektîfên polîtîk îdeolojîk ên PKK'ê diyar bûn. Gihîşt asteke welê ku veger jê nabe. Gavên karekî welê hate avêtin ku wê heta dawiyê dewam bikira. Me çiqasî dixwest em bikevin welatê xwe, xwe bi rêxistin bikin, bi pêş bikevin, rewşên dijber jî rû didan. Objektîf an jî sûbjektîf. Divê mirov cihêrengiya hêzên dijber bibînin. Hin meylên weke Bozan, Mehmet Ûzûn hebû ku di nava partiyê de timî serê mirovan tev lihev dikir. Li gel vê yekê di asteke cuda û zemîneke cuda de nêzîkatiya çep a Tirk hebû. Di heman astê de rabûneke dijber a faşîstên sivîl hebû. Pênc Parçeyiyan hevalê Hakî şehîd xistin. Eşkere bû ku têkoşîn wê ne bi hêsanî be. Serok digot, bi vê şehadetê re gihîştine biryarên nû. Bersiva herî baş a ji şehadetê re bê dayin jî pêşvebirina rêxistiniyê bû. Ev jî dibû partîbûyîn. Heta wê demê tundî nehate bikaranîn. Tundî di nava PKK'ê de bi armanca parastinê destpê kir. Piştre pêvajoyeke çalakiyan destpê kir. Di nava PKK'ê de çalakiyên çekdarî piştî wê demê destpê kir. Biryar hate dayin ku tol ji Pênc Parçeyiyan bê hilanîn. Bi Serok re têkiliya min nebû, lê belê bi Kemal Pîr re me biryar dabûn ku hesab ji Pênc Parçeyiyan bipirsin. Ji bo partiyê ewle bikin. Eger me bi vî rengî nekiribûya wê çi bibûya? Ti sedema xwe nebû ku HK, KUK piştgiriyê nedin Pênc Parçeyiyan. Şerê li Dîlokê bi vî rengî destpê kir. Serdemeke şer a bêhempa ya heta salên 1980'î bi vî rengî destpê kir."
 
CIH TÊ GUHERTIN LÊ ARMANC MAYÎNDE YE
 
Cih û war dibe ku biguhere lê armanc her dem mayînde ye. Rawestgeha din îcar cihekî hinekî nêzî kokên wî bû. Vê carê hevrêyê wî yê rê Cemîl Bayik bû. Li Xarpêtê tevî Cemîl Bayik xebat meşand. Di Nîsana 1978'an de dema ji Amedê derbasî Xarpêtê dibû, di rê de ji ber qezaya otobusê, ling û parsûyên wî dişkên. Demeke dirêj neçar ma tedawî bidîta. Piştî dermankirinê vegeriya Dîlokê û li gel Huseyîn Sariçiçek, Mustafa Yondem, Şahîn Kilavuz, Muzaffer Mogoltaş û Suruçlu Bijî Yusuf xebatên şoreşgerî pêk anîn. Di vê demê de serketinên ku di têkoşîna li dijî Têkoşîn û Rêxistinên Rizgariya Gel de nîşan dan, misoger kir ku tevgera Apoyî li Dîlokê serdest be.
 
DERBASÎ RIHAYÊ BÛ
 
Piştî Dîlokê vê carê Riza Altûn li Rihayê tev li xebatan bû. Li vir jî tevî Mehmet Karasûngûr di têkoşîna li dijî paşverûtiyê de roleke girîng lîst.
 
Di heman demê de, wê pêvajoyê li dijî tevgera Apoyî li Xarpêtê operasyona girtinê destpêkiribû. Bi xiyaneta Şahîn Donmez re belgeyên ketin destê dewletê ji nişka ve tevgera Apoyî kirin hedefa destpêkê. Kadroyên pêşeng ên mîna Mazlûm Dogan û Hayrî Dûrmûş li ber van agahiyan dîl hatin girtin. Riza Altûn wê demê alîkarê berpirsyarê rêxistina leşkerî Mehmet Karasûngûr bû. Riza Altûn jî li gel kadroyên pêşeng ên serdemê beşdarî têkoşîna leşkerî ya li Rihayê hat meşandin bû.
 
Altûn piştre di sala 1979’an de dîl tê girtin û di dema Rewşa Awarte de wî dibin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Heta sala 1991'an bi vîna xwe di kêliyên herî krîtîk ên berxwedana zindanan de bû yek ji kesayetên sembol. Di wan şert û mercên giran de ku îro jî li benda rûbirûbûnê ye û ji bo mirovahiyê şermeke mezin e, li ber xwe da. Ne tenê bi laşê xwe di heman demê de bi henekên xwe, lîstikên xwe jî hêz da hevrêyên xwe û li dijî mêtingeriyê li ber xwe da. Cih diguherî lê armanc mayînde bû. Ji ber vê yekê karîbû xwe bi şert û mercan re adapte bike ku karibe jiyana xwe di girtîgehê de derbas bike. Xwe ewqas qaneh kiribû ku wê neyê berdan, dema biryara tehliyeya wî hat dayîn, bi xwe jî bawer nekir. Wê rojê wiha vedibêje: 
 
“Dadgehek çêbû. Diviya min jî wê rojê têkildarî Partiyê dersek bidiya. Min got; ‘Dadgeha çi, ez nayêm. Ez beşdarî dadgehê nabim. Ez ê dersê bidim hevalan.’ Lê belê hevalên din çûn. Ez çûm ku dersa xwe bidim.
 
Me li Qawişa 35’emîn firavîn dixwar, li hemberî min gundiyên welatparêz ên ji Cizîrê hatibûn jî hebûn, hevalên me jî li vir bûn. Min jî got ku wê heval niha ji dadgehê werin û ya ku min ji wan re kirî ew ê jî ji min re bikin û wê bibijin ku Riza tu tehliye bûyî. Cil û bergên xwe amade bike tu derdikevî. Min ev yek anîn ziman û nîv saet derbas bûn. Hevalê Yilmaz Ûzûn û hevalekî din bi lez ketin hundir û gotin; ‘Tu tehliye bûyî.’ Em hemû bi hev re keniyan. Min jî got; ‘Lê binêrin ez van çawa baş nas dikim. Ma min ji we re negot wê werin û ji min re bibêjin ku tu tehliye bûyî.’ Gotin; ‘Na bi rastî jî tu tehliye bûyî.’ Min jî got; ‘Dev ji henekan berdin. Karê me heye.’
 
Wê demê ev yek li wir kevneşopiyek bû. Kesên ku tehliye dibû, axaftinek dikir; têkildarî ku wê biçe nava partiyê, têbikoşe û dev ji Partiyê bernade sozek dida û sond dixwar. Piştre her kesîli çepikan dixist û xatir ji hev dixwestin. Niha divê ez bigerim. Qawîşa 36’emîn heye, ew israr dikin, ez dibêjin ‘na nabe’ lê belê min lê nêrî ew zêde israr dikin. Ez dibêjin; ‘Na ne pêkan e ku ez derkevim.’ Ez ne li benda tişteke wiha bûm û min ji wan re got ku herin û gazî gardiyanê sereke bikin -girtîgeh di destê me de ye-  Gardiyan hat û min jê re got; ‘Heval tişteke wiha dibêjin, ev çi ye, qala çi dikin?’ Got; ‘Rast e, belgeyên te yên tehliyeyê hatin û wê heya çendeke din gazî te bikin. Rêveberiyê jî dest bi kar û barên te yên tehliyeyê kir.’
 
Ez hê jî bawer nakim. Ez dibêjim qey hevalan gardiyan jî eyar kirine ku wisa bibêje. Çimkî min gelekî henekên wiha li hevalan kirine. Ji ber ku min gelek kirine, niha tê serê min. Min xwe bi xwe digot ku ger ev henek be ez nikarim ji bin vî karî derkevim û ez ê rezîl bibim. Lê belê li aliyekî jî ihtimala ku rast be hebû. Ez çûm û min got; ‘Lê binêre heval, ev êdî ne henek e.’ Sond xwarin. Ez bi tirsekê çûm li qawîşan geriyam, kes bawer nake. Lê belê lê dinêrim ku gelek heval digirîn.  Ez derkevim, ez berpirsiyar im û navekî min jî heye. Hin digirîn, hin kêfxweş dibin. Rewşeke wisa ecêb rû da. Welhasil ez li wan daîreyan geriyam. Têkildarî ku ez ê derbasî nava Partiyê bibim, min soz da. Ez çûm hemû qawîşan geriyam û soz da. Dema ez çûm Qawîşa 35’emîn, li wir heval Fazil hebû, ez çûm û ketin nava daîreyê, ez axivîm û min lê nêrî ku gelek heval digîrin. Dema ku min dît heval digirîn, min bawer kir ku bi rastî jî ez tehliye bûme û ez li wir axivîm. Piştre gardiyan hat û got ku gazî te dikin. Ez çûm daîreyê û ji min re gotin ku tu tehliye bûyî. Hat û em ber bi derîyî ve çûn û ez ji derî derketim. Min bi tu awayî bêriya jiyana derve nekiribû. Min li girtîgehê ev yek ji xwe re weke prensîb esas girtibû. Yanî min hemû jiyana xwe li ser girtîgehê ava kiribû. A rastî girtîgeh cîhana min bû. Psîkolojiya min û bûyerên qewimîn ev yek hewce dikirin. Beriya ku leşker werin min bibin navenda leşkeriyê,  sond dixwim ku min xwest ber bi hundir ve baz bidim. Rewşeke ecêb bû. Ez wisa matmayî mam. Di wê kêliyê de ez gelekî hestiyar bûmû min xwest ez dubare bikevin hundir.”
 
DUBARE HEVDÎTINA BI ABDULLAH OCALAN RE
 
Piştî ku Riza Altûn di sala 1992’yan de ji girtîgehê derdikeve, li gel Mûstafa Karasû derbasî qada “Rêbertî” dibe. Kesên ku beşdarî vê meşa Apoyiyan a Tûzlûçayirê bûne; civakîbûna li dora wê mezintir bûbû.
 
Altûn wiha qala wan serdeman dike: “Ez çûn li ba Rêbertî-Rêbertî li Helebê bû- em di bînayeke sê çar qatî de dimînin. Dema em çûn, hate pêşiya me û em li ber derî pêşwazî kirin. Ji hatina me gelekî kêfxweş bûbû. Keniya û got; ‘Derbasbûna we ya ji sînor jî gelekî girîng e ji bo min.’ Helbet ez zêde nefikirîm. Rêbertî wateyeke cuda li awayê hatina me jî bar kiribû. Piştî ku em çend rojan li Helebê man, derbasî Şamê bûn. Rêbertî ez û heval Mûstafa Karasû li mala xwe mêvan kir. Karasû piştre derbasî Ewropayê bû, lê belê ez demeke dirêj li wir mam. Heya derbasî Îranê bibim, ez li wir mam. Li wir beşdarî gelek xebatan bûm. Hem ez li mala xwe mêvan kirim û hem jî rasterast beşdarî xebatan bûm. Bi taybetî jî beşdarî xebatên dîplomasiyê kir.
 
Wê demê min li wir gelekî xwend. Yanî di çarçoveya avaniya nû ya rêxistinê de min gelekî xwend. Ew çîrokeke gelek dirêj e. Wê demê ez li hemberî vê nêzikatiya Rêbertî matmayî mam. Rêbertî ez jî dibirim hemû hevdîtinên dîplomatîk. Ez jî dibirim hemû hevdîtinên dîplomatîk ên a niha li Şamê û yên li deverên din. Ez jî tev li hemû hevdîtinên li gel PDK-YNK’ê bûm. Bûm şahidê hemû agirbest û civînên çapemeniyê. Ez beşdarî hemûyan bûm û gelek caran jî li ser navê Rêbertî tev li xebatên bi vî rengî dibûm. Wê demê jî piştî dema ku em ji Partiyê veqetiyabûn gelek pirtûkên analîzan û hewd. Derketibûn.  Tecrûbeyên mezin hebûn. Di wê pêvajoyê de min ev hemû xwendin. Her wiha Rêbertî jî rojê du sê saetan li gel min diaxivî. Ji bo amadehiyê ew ji min re bû serdemeke gelekî baş.”
 
‘ŞERTÊ SEREKE YÊ AZADIYÊ ÇIYA NE’
 
Riza Altûn piştre bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê û Rojhilata Navîn beşdarî xebatên dîplomasiyê bû û berpirsiyariya qadên endamên PKK’ê jî girt ser xwe.  Altûn heya sala 2001’an li gelek deverên Kurdistanê xebatên xwe dane meşandin û bi taybetî jî di 6’emîn Kongreya PKK’ê ya serdema Komploya Navneteweyî hatî lidarxistin de roleke girîng lîst.
 
Riza Altûn di roportajeke xwe de têkildarî jiyana li çiyayan wiha dibêje: 
 
“Erê qadeke wisa ye ku em dikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin. Ji ber vê taybetmendiya xwe divê biçûk neyê dîtin. Bo nimûne mirov di nava civatekê de şoreşgertiyê dike lê belê bi awayekî azad nake. Lê belê çiya vê derfetê dide mirovan. Yanî qadeke gelekî azad e. Weke din jî serketirîn qada têkoşîna me ye.  Yanî hem ji bo jiyînê hem ji bo parastina azadiyê hewce ye û hem jî ji bo berdewamkirina têkoşîna azadiyê çiya şertê sereke yê têkoşîna azadiyê ne. Û ev ne demeke kurt e jî, ev 30-35 sal in çiya qadên sereke yên azadiyê ne, wateyên cudatir li mirovî bar dike û li gel mirovan dibe şêweyekî jiyanê yê sereke. Helbet ne hewce ye em bandorên wê yên cuda dûr û dirêj bînin ziman. Girêdayî van gotinên min, çiya ji bo me gelekî girîng in û qadeke jiyanê ya sereke ye.”
 
Sala 2001'ê derbasî qada Ewropayê bû. Dema ku li Ewropayê kar kir, bû mêvanê mala Kurdan. Li her cihê ku çû bi jîrbûyîn û uslûba xwe ya bi bandor, kir ku têkiliyeke xurt a gel û Apoyiyan bê danîn. Li navenda kapîtalîzmê, kir ku her ciwan, her jin têkiliyê bi van nirxand re dîne. Bi mirovên ji her beşên civakê re têkilî danî. Bi tecrûbeyên xwe yên ji qadên cuda yên têkoşînê wergirtî, bi danheviya xwe ya fikrî ya bêhempa, bi hostatiya xwe ya li ser nirxandina sosyolojiya civakê û bi rêbazê xwe yên îqnakirinê bû şoreşgerekî heqîqetê yê balkêş û pak.
 
Altûn sala 2007'an careke din li qada Kurdistanê vegeriya. Li qada endamên PKK’ê jî tev li nava karên dîplomasî û perwerdeyê bû. Riza Altûn 25'ê Îlona 2019'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
MA / Ozgur Paksoy

Sernavên din

09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin