Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan

  • rojane
  • 12:26 12 Gulan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN  - Alî Haydar Kaytan ku di kongreya PKK’ê de weke sembola “Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz” hate ragihandin, piştî axaftina 2-3 saetan a bi Abdullah Ocalan re “rastiya Kurd û Kurdistanê” nas kir û di tevahiya emrê xwe de bênavber têkoşiya. 
 
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate kirin, di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya Awarte li dar xist û îro jî danezana kongreyê ragihand. PKK’ê, di danezana xwe de ragihand ku yek ji kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan (Fûat) di 3’yê Tîrmeha 2018’an de jiyana xwe ji dest daye. PKK’ê, di kongreyê de Alî Haydar Kaytan weke “Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz” îlan kir. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) der heqê Alî Haydar Kaytan de nûçeyek amade kir. Nûçeya ANF’ê wiha ye: 
 
Ew siyasetmedarek bû, gerîlayek bû, rewşenbîrek bû, helbestvanek bû... Lê her tim şervanekî heqîqetê bû.
 
Jiyan bi şûn û şopan tijî ye
 
Dem carna bi bêdengî jî tê jiyîn
 
Li pey wateyê bi têr û tijî tê jiyîn
 
Yên ku dema xwe bi wateyê dagirtin
 
Çîrokan ji şopdarên xwe re dihêlin
 
Yên ku temenekî didin pey heqîqetê
 
Derwêş in ku bang li demê dikin
 
Yên ku ji wan dimînin
 
Weke navê wan li demê dineqişin
 
Dîroka nîv sedsalê dawî yê Kurdan dîroka ji çîrokên li demê, xakê, wijdan û mejiyan neqişandî ye
 
Bi pîrozmendî, lehengî û fedaîtiyê tijî ye
 
Çîroka bi hezaran ji wan li vê xakê veşartî ne
 
Alî Haydar Kaytan ê sereke yê van çîrokan bû ku wate tevlî jiyanê kir
 
Damezrîner, lîder û kedkarê temenekî fedakar
 
Derwêşekî hezar salî ku da pey heqîqetê
 
Şovalyeyê demên qedîm ku ji bo pîrozmendiyan rahişt çekê
 
Gerîlayekî ji bo jiyana azad berê xwe da çiyê
 
Û şoreşgerekî dilxwaz ku mifteya windabûyî ya çiyê dît û radestî gelê xwe kir...
 
QIRKIRIN, ÎSKAN A MECBÛRÎ Û XIZANÎ
 
Alî Haydar Kaytan sala 1951'ê şeva sersalê li gundê Xozu yê Dersimê ji dayik bû. Malbata wî ji gundê Hengirvanê bû. Malbata wî ku piştî Qirkirina Dersimê kete ber îskana mecbûrî, piştre li gundê Hengirvanê vegeriya.
 
Ji eşîra Heyderan e. Wê eşîrê di dema komkujiya Dersimê de teslîmiyet red kir, rahişt çekê, li ber xwe da û sirgûn bû.
 
Demeke zarokatiyê ya bi xizmanî û zehmetiyan derbas bû.
 
Piştre di sala 1971'ê de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê şoreşger nas kir.
 
Ew bi xwe vê serdemê weke qonaxa beriya şoreşgeriyê pênase dike:
 
"Li Tirkiyeya salên 1970'î tevgera ciwanên şoreşger çalak bû û em jî jê bi bandor dibûn. Bi taybetî navê Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan sembol bû. Wê demê min hîn Rêbertî nas nekiribû, lê dibihîst ku qala wî tê kirin. Yek ji xwendekarên herî serketî yê dibistanê bû. Pişt3ı çalakiyeke şermezarkirinê hatibû girtin û 7 mehan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê mabû. Piştî ku ji girtîgehê derket, me hev nas kir. Rêbertî got, dixwaze bi min re biaxive. Axaftineke ji 2-3 saetan bû, kir ku rastiya Kurd û Kurdistanê bibînim."
 
CIVÎNA LI BENDAVA ÇÛBÛKÊ
 
Ev bûyer gavên destpêkê yên Alî Haydar Kaytan ên rêwîstiya heqîqetê bû. Piştre jî Kemal Pîr û Hakî Karer nas kir.
 
"Dawiya Adara 1973'an yan jî destpêka Nîsanê bû. Li nêzî bendava Çûbûkê em bi çend hevalan re li hev kom bûn. Rêbertî fikrê xwe bi me re parve kir. Em hemû tevlî fikrê wî bûn. Bi rengekî eşkere ji em re got, em ê weke komeke îdeolojîk tevbigerin û berpirsyarî da me hemûyan. Li gorî vê yekê her yek ji me berpirsyar bû ku kesên nû tevlî komê bikin."
 
Piştî vê civînê hejmara endamên koma Apoyî her roj hîn zêde bû. Di Nîsana 1977'an de kar derbasî Kurdistanê bû. Alî Haydar Kaytan li Dêrsim, Çewlik, Dep û Xarpêtê kar kir. Hin caran diçû Dîlokê û tevlî karê Hakî Karer bû. Hakî Karer piştî ku di 18'ê Gulana 1977'an de hate qetilkirin, koma Apoyî derbasî qonaxa biryardanê bû.
 
"Şehadeta heval Hakî bandoreke kûr li me hemûyan kir. Rêbertî notek ji min re şand. Xwest ez ji bo bîranîna wî nivîsekê binivîsim. Nivîsa kum in amade kirî, li tevahiya Kurdistanê hate belavkirin. Rêbert Apo bi biryar bû ku şehadeta Hakî bê bersiv nemine. Lê bele têkildarî rêbazê ji me cuda difikirî. Ji bo bersiva ji şehadete re, ji me hemûyan zêdetir di nava lêhêrbûn û lêgerînê de bû. Biryara partîbûnê di encama vê lêgerînê de derket holê."
 
TEV LI KONGREYA DAMEZRÎNER A PKK'Ê BÛ
 
Di amadekariyên pratîkkirina biryara partîbûnê de Alî Haydar Kaytan jî hebû.
 
Koma bi pêşengiya Rêber Apo ku ji Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Alî Haydar Kaytan pêk dihat, bernameya partiyê amade kir. Civîna destpêkê ya komîteyê li Xarpêtê pêk hat. Di vê civînê de Alî Haydar Kaytan ji bo komîteya leşkerî hate hilbijartin.
 
Di 27'ê Mijdara 1978'an de kongreya damezrandinê ya PKK'ê pêk hat. Alî Haydar Kaytan tev li koma damezrîner a PKK'ê bû ku mohra xwe li nîv sedsala dawî xist.
 
Bûyerên ku heta vê demê qewimîn û yên di nava 45 salên piştî wê de biqewiyan, meşeke azadiya civakê bû ku bênavber dewam kir.
 
Alî Haydar Kaytan li refên herî pêş ê vê meşê bû.
 
Bi kelecaneke bê dawî, bi coş û dilsoziyê timî meşiya.
 
Temenekî ji lêgerîna watedarkirina her kêliyê,
 
Pêşengek bû ku xwe bi dilsoziyê xemilandibû
 
Siyasetmedarek, gerîlayek, rewşenbîrek, helbestvanek bû.
 
Lê timî şervanekî heqîqetê bû...”

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’