Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin

  • rojane
  • 21:23 15 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYA - Di pîrozbahiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de banga xwedîderketina li ziman û naskirina statuya Kurdî hate kirin. 

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran bi çalakî, daxuyanî û xwepêşandanên cur bi cur hate pîrozkirin. 
 
EDENE  
 
Li Edenê DBP, TJA, HDK, DEM Parti, AKKAY-DER, AATUHAY-DER û Dayikên Aştiyê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parqa Înonu daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Helîn Kaya ve hat xwendin.
 
Helîn Kayayê bal kişand ser girîngî û dîroka zimanê Kurdî û got divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
 
ÎDIR 
 
Li Îdirê jî rêxistinên DEM Partî û DBPê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji navenda bajar heta Abîdeya Musa Anter meş pêk anîn.
 
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DBPa Îdirê Mûrat Yerlîkaya daxuyanî xwend û balkişand ser dîroka cejna zimanê Kurdî. Mûrat Yerlîkaya got xwedîderketina li ziman û çandê û pêşxistina wê peywira mirovahiyê ye.
 
Daxuyanî bi dirûşma “Zimanê me hebûna me ye” bi dawî bû. 
 
RIHA  
 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Rihayê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meş û daxuyanî pêk anîn. Girse li navçeya Halîliye li ber Novada Parqê kom bûn û heta Qada Topçuyê meşiyan. Dayikên Aştiyê, TJA, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tevli bûn.
 
Ciwanan bê navber dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin û bi stranên Kurdî meşiyan. Li qadê daxuyanî hat dayîn. Metna li ser navê platforma ked û demokrasiyê ya Rihayê hat amadekirin endamê OHD’ê Sedat Gun xwend. Sedat Gun, got: “Em cejna zimanê Kurdî pîroz dikin û ji bo hemû zimanan têkoşîna xwe didomînin. Bila her kes bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne.”
 
Osman Îzgor jî metna ku li ser navê Însiyatîfa Ziman a Kurd hatiye amadekirin xwend û got divê her kes xwedî li ziman derkeve û ji bo Kurdî statu bê nasîn. 
 
SÊWEREG
 
Li Sêwereg a Rihayê jî rêxistinên DEM Partî û DBP’ê bi wesîleya rojê li Qada Kanlikuyu daxuyaniyek dan. Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê hevseroka DBP’a navçeyê Mujde Kuçukkiliç ve hat xwendin. 
 
DÎLOK
 
ÎHD’a Dîlokê jî civînek çapemeniyê li avahiya komeleyê li darxist. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna Kurdî hevserokê ÎHD’a Dîlokê Bahrî Oguz xwend ya Tirkî jî rêvebera şaxê Atiye Okay xwend.
 
MELETΠ
 
Li Meletiyê jî rêxistina DEM Partiyê li qada konteynirê ya wek qada partiyê tê bikaranîn daxuyaniyek da.  Daxuyanî ji aliyê rêveberê DEM Partiyê Mahmut Uzun ve hat xwendin.
 
AMED
 
Li Amedê jî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyanyê de balkişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî û banga xwedî derketina li ziman hat kirin. 
 
Di heman demê de li bajarên Mêrsîn, Enqere û Stenbolê jî bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Welatiyan li stranên Kurdî guhdarîkirin, helbest xwendin, govend gerandin. Beşdaran xwestin her kes xwedî li zimanê Kurdî derkeve û daxwaza naskirina statuya Kurdî kirin. 
 

Sernavên din

18/05/2025
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were