Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand

  • rojane
  • 09:02 18 Gulan 2025
  • |
img

DÎLOK - Endamê Hewldana 78’iyan a Dîlokê Muslum Erîklî diyar kir ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn yek ji wan kesan e yên tovê ewil ê têkoşîna azadiyê ya Kurd li Dîlokê reşandî û got: “Kedeke pir mezin a hevalê Riza hebû.”  

PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest dane. Yek ji bajarên ku PKK’ê ji ewil xebatên rêxistinkirinê lê meşanî jî Dîlok bû Altûn, li Dîlokê tevî kadroyên pêşengên ên weke Hakî Karer û Kemal Pîr xebitî. Altûn, di pêvajoya derbeya 12’ê Îlona 1980’an de hate girtin. Altûn, di Doza Dîlokê ya PKK’ê de ku hezar û 500 kes dihatin darizandin weke “bersûcê sereke” hate darizandin. Altûn, demeke dirêj li Girtîgeha 5’emîn Tûgaya Zirxî ya Dîlokê hate ragirtin. Li vir 3 mehan hate îşkencekirin. 
 
'ALTÛN JI HÊLA KEMAL PÎR VE HATE BIRÊXISTINKIRIN’ 
 
 
 
Endamê Hewldana 78’iyan a Dîlokê Muslum Erîklî qala Altûn ku kir ku li Dîlok û Enqereyê bi hev re xebitî bûn. Erîklî, diyar kir ku tevî Altûn 2 salan li Dîlokê xebitî ne û got: “Riza Altûn li Enqereyê bi Kemal Pîr re hev nas kiribûn. Kemal, li Enqereyê gelek caran navê Riza dibihîse. Jê re dibêjin Riza kesekî gelek baş e lê karên nebaş dike. Kemal jî dibêje; ‘Wî bînin cem min, ez ê wî hişyar bikim.’ Kemal Pîr pir bê re diaxive. Piştre jî hatin û çûnên wî çêdibin. Kemal jê re qala Kurdîtî û şoreşgertiyê dike. Riza, ji Kemal Pîr gelek bandor dibe. Vê yekê ew bi xwe dibêje. Dibêje; ‘Ez di nava jiyaneke pir qirêjî de bûm. Kemal ez hişyar kirim.’  Ez diçûm dibistana amadehî. Li Parka Balikliyê TOB-DER hebû. Min jî di sala 1976’an de ew nas kirin. Rojekê dema em çûn komeleyê, hevalek hat pirsa me kir. Kemal Pîr û Cemal Bayik hatibûn. Gotin ku li ser daxwaza Abdullah Ocalan xwestine bi min re hevdîtinê bikin. Me hevdu wisa nas kir.” 
 
'KEDEK A WÎ YA PIR MEZIN HEBÛ’
 
Erîklî, anî ziman ku Altûn û kadroyên din ên pêşeng ên PKK’ê li Dîlokê tovê ewil ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd reşandine û axaftina xw wiha qedand: “Dîlok, di navbera Tirk û Kurdan de herêmeke tampon e. Ev der pir zêde rastî pişaftinê hatiye. Dema li vir tu qala Kurdan û Kurdîtiyê ji mirovan re dikî bertekên pir mezin nîşan didin. Pişaftin di astekî wisa de bû. Tevgerê, kadroyên xwe yên pir girîng şand vê herêmê. Ev der herêmeke pir girîng bû. Li rexekî li dijî van polîtîkayan têdikoşiyan, li rexa din jî me li dijî zîhniyeta hewl dide me li qada demokratîk tecrîd bike têdikoşiyan. Di serdemeke wiha de hevalê Riza jî li vir xebat meşand. Kedeke wî ya pir mezin hebû.” 
 

Sernavên din

22/05/2025
09:05 Welatiyên Amedê: Bangî Ocalan dikin ku were Meclisê, wê demê çima bernadin?
09:03 Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin
09:01 Besta tê tunekirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN
08:55 Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû
21/05/2025
16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN
20/05/2025
21:53 Li dijî akademîsyen Yîgîter êrişa çekdarî: Rakirin beşa lênihêrîna awarte
21:35 DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da
16:46 DEM Partî bi YRP’ê re civiya
16:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû
16:20 Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
16:14 Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
15:01 Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê