Dîroknas Ûlûgana: Çareserî ne rakirina Lozanê ye, çêkirina destûra bingehîn a demokratîk e

  • rojane
  • 11:52 23 Gulan 2025
  • |
img
STENBOL - Dîroknas Sedat Ûlûgana li ser nîqaşên têkildarî Peymana Lozanê nirxand û wiha got: "Bi rakirina Peymana Lozanê ve pirsgirêka Kurd çaraser nabe. Çareserî avakirina destûreke bingehîn a demokratîk û pirrengî ye." 
 
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan PKK'ê 12'emîn Kongreya xwe li dar xist. PKK'ê di biryarên kongreyê de got, "PKK, li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên pirsgirêka Kurd ku ji Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924'an derket holê, weke tevgera azadiyê ya gelê me di qonaxa dîrokî de derket holê." Hin komên neteweperest ku bi dijberiya xwe ya li dijî çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd tên naskirin, bi rêya van daxuyaniyan pêvajoya tê meşandin hedef girtin. Dîroknas Sedat Ûlûgana têkildarî nîqaşên der barê Peymana Lozanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ûlûgana diyar kir ku kemalîst Peymana Lozanê wek wergirtina tapuya Tirkiyeyê pênase dikin.
 
Ûlûgana anî ziman ku beriya îmzekirina Peymana Lozanê li Tirkiyeyê lihevkirinek pêk hatiye û wiha got: "Beriya Lozanê, di sala 1921'ê de bi Fransiyan re peymana Enqereyê hat îmzekirin. Piştre bi Mutarekeya Mûdanyayê ve lihevkirinek çêbû. Di encama van hevkirinan de çûn Lozanê. Lozan ne pêvajoyeke muzakereyê ya dîplomatîk bû ku jinûve dest pê nekir. Ew, bi tiştên di dîroka fermî da hatine vegotin ra hevrû nabe. Li wir behsa Kurdan nedihat kirin. Fransayî û Îngilîzan li Lozanê bi vê re eleqedar nebûn. Di wê demê de argûmana xurt a li aliyê Tirk ev bû: 'Em li ser navê Kurd û Tirkan li vir in'. Îsmet Paşa bi xwe jî vê yekê destnîşan dike. Axaftineke bi vî rengî ya vekirinê heye. Di nava vê konsensûsa navneteweyî de Kurd bê statu hatin hiştin. Girîngiya wê ya dîrokî ev e."
 
DU MIJARÊN GIRÎNG ÊN PEYMANA LOZANÊ YA JI BO TIRKIYEYÊ 
 
Ûlûgana diyar kir ku du mijarên girîng ên Peymana Lozanê ji bo Tirkiyeyê hene û wiha axivî: "Ya yekemîn rakirina kapîtulasyonan bû. Bi Fransiyan re muzakereya vê kirin. Ji ber ku Li Tirkiyeyê gelek razemeniyên Fransiyan hebûn. Wê demê hemû binesaziya Osmanî di destê Fransiyan de bû. Ji Rejiya Tûtinê heta şebekeya elektrîkê ya li bajarên mezin, rêyên hesinî, tramvay, Banka Osmanî û bankayên mîna Crédit Lyonnais Îzmîr Bank paytextê Fransayê bûn. Konsolosxaneyên Fransayê jî xwedî avantajên aborî û siyasî bûn. Fransiyan nexwestin dev ji van berdin. Fransiyan wê ji Tirkiyeyê bipirsîya, 'Wê çi bê serê paytexta me? Împaratoriya Osmanî gelekî deyndarê me ye. Hûn bi dayîna vî deynî ve girêdayî ne?' Aliyê Tirk bi awayekî maqûl ev yek qebûl kir. Piştî ku Împaratoriya Osmanî hate parçekirin, gelek dewlet ava bûn. Van dewletan dê deynên Fransayê di nava xwe de parçe bikira. Mijareke din a bi Fransiyan re, xêzkirina sînorê Sûriyeyê bû. Îsmet Paşa dibêje ku di Peymana Enqereyê ya sala 1921’an de ev mijar axaftin. Ji Fransayê temînatê dixwaze. Fransa vê qebûl dike. Fransa jî zêde îtirazê li tiştekî din nake.
 
NÎQAŞA NAVBERA LORD CURZON Û ÎNONU
 
Ûlûgana bi bîr xist ku kesê ku konferansa Lozanê bi rê ve bir Lord Curzon bû ku di heman demê de nûnerê Îngiltereyê bû û wiha got: "Siyasetmedarekî xasûk e. Herî zêde wî Îsmet Paşa daye zorê. Ji ber sînorê Tirkiye û Iraqê pirsgirêka îngîlîzan heye. Aliyê Tirk tiştek balkêş dibêje û îdîa dike ku Mûsûl aydî wan e.  Li wê derê nifûseke zêde ya Kurd û Tirkmenan heye. Ji ber vê dixwaze Mûsûl bibe bajarekî Tirkiyeyê. Îsmet Paşa li wir dibêje ku Kurd miletek Turanî ne. Lord Curzon li dijî vê yekê ye û dibêje Kurd miletek Îranî ne. Îsmet Înonu dibêje ku ka referandûmekê çêbikin Kurd dixwazin ligel Tirkan bijîn an ligel Îngîlîzan. Lord Curzon dibêje ku Kurd vê fêm nakin û ew nizanin ku sindoqeke referandûmê çi ye. Îsmet Paşa hêrs dibe û dibêje; ‘Hûn nikarin heqaretê li birayên min ên Kurd bikin’, Bi vî rengî pêvajoyeke ku diyalogeke bi vî rengî ya durû çêdibe. Di esasê xwe de Kurd ne xema Tirkiyeyê ne û ne jî xema Îngîltereyê ne. Di encamê de Peymana Lozanê tê îmzekirin. Piştre dev ji Mûsûlê berdidin û Mûsûl ji îngîlîzan re tê hiştin. Bi vî rengî parçebûna Kurdistanê êdî teqez dibe.” 
 
BERTEKA KURDAN A LI DIJÎ LOZANÊ
 
Ûlûgana destnîşan kir ku li gorî Kurdan pirsgirêk li Lozanê parçebûna Kurdistanê ye û Kurdên Bakurê Kurdistanê naxwazin Başûrê Kurdistanê ji Îngiltereyê re bê hiştin û wiha axivî: "Di meclîsê de nûnêrên Kurdan Hasan Hayrî Bey, Yusuf Ziya Bey û Hasan Siddik Haydarî di axaftinên xwe de Îsmet Paşa rexne dikin. Vê parçebûnê wek xiyanet dibînin. Wê demê Hasan Hayrî Bey, Yusuf Ziya Bey û Hasan Siddik Haydarî wisa bawer dikin ku dê dewlet bibe dewleta Tirk û Kurdan. Demek piştî Lozanê pratîkên sala 1924’an nîşan dide ku dewlet li ser esasê Tirkbûnê tê avakirin, li hemberî Kurdan êdî siyaseta înkar û îmhayê bêtîr xwe nîşan dide. Piştre meclîsa yekemîn tê betalkirin û meclîseke nû tê avakirin. Nûnerên ku weke 'nûnerên Kurdistanê' tên naskirin ku di parlementoya yekemîn de cih digirtin di wê meclîsê de cih nagirin. Hinek xwe vedikişin quncikên xwe, hinek jî bi peywirên siyasî ve mijûl dibin. Meseleya herî mezin ew e ku efserên Kurd ên di nava artêşê de xwe bi dizî bi rêxistin kirine, ku em ê piştre weke Komîteya Azadî bibînin. Di artêşa Rojhilat de Xalit Begê Cîbrî, Îhsan Nûrî Paşa, Ahmet Rasîmê Wanî, Celal Begê Mêrdînî û Tevtev Beg dest bi rêxistinkirina efserên Kurd dikin. Li gorî îdîayan hewldaneke leşkerî çêdibe lê ji ber şaş fêmkirinê ne di dema xwe de zûtirîn demê de tê çêkirin. Hewldanek çêdibe lê bi ser nakevin. Gelek tên înfazkirin û gelekên din jî direvin. Ji ber vê yekê, serdema piştî Lozanê, serdemeke tasfiyeyê ye.”
 
‘MESELE LOZAN NÎN E DESTÛRA BÎNGEHAN A DEMOKRATÎK E’
 
Ûlûgana diyar kir ku ya gelê Kurd sînordar dike ne Peymana Lozanê bi xwe ye û wiha got: "Ya ku Kurdan sînordar dike, xebatên navxweyî yên dewletê ne. Ya yekem betalkirina parlementoyê ye. Ya duyemîn jî, cewhera nedemokratîk a destûra bingehîn a di sala 1924'an de hatiye çêkirin e. Ya ku divê were kirin, destûreke beriya Lozanê ye. Ew jî netemam e. Meseleya ku îro gelê Kurd heye, bendewariya ku delegasyona Tirk biçe Lozanê wê mafê Kurdan biparêze ye. Dema em li roja îro dinêrin, bi rastî jî em heman pêvajoyê bi dewletê re didin jiyîn. Ya rast, bi taybetî di çarçoveya Rojhilata Navîn de, di heman demê de nexşeyeke siyasî û leşkerî ya bi vî rengî ya kaotîk heye, gelo wê Amerîka, Îsraîl an jî dewleteke din a Ewropayê mafên gelê Kurd biparêze? Ev jî tiştekî wiha ye ku nakokiya di navbera gelan de kûrtir dike. Ya jî dewleta Tirk wê bi Kurdên ku bi wan re komar ava kir re destûreke nû ya demokratîk amade bike, hiqûqa biratiyê binivîsîne û biratiya rasteqîn ava bike? Çareseriya pirsgirêka Kurd ne rakirina Lozanê ye. Ya ku pirsgirêka Kurd çareser bike, demokrasî ye.”
 
MA / Melîk Çelîk
 

Sernavên din

29/05/2025
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
10:36 Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
10:15 Li bazara herêmî danûstendin kêm e
10:14 Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
10:07 Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin
09:51 Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
09:34 Oral ê ku 30 salan girtî ma: Divê pêvajo bê lezandin
09:18 Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê: Têkoşîn hêj nû dest pê kir
09:05 Jin li Amedê xwe ji bo 31’ê Gulanê amade dikin
09:02 Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin
09:02 Biryara emsal a dadgehê: Walî nikare hemû çalakî û bernameyan qedexe bike
09:00 ROJEVA 27’Ê GULANA 2025’AN
26/05/2025
22:00 Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê bi îktîdara Şamê re li hev kir
21:53 Di doza Narîn Guranê de cezayên hatibûn dayin hatin erêkirin
17:08 Li dijî avahiya DEM Partiyê bi keviran êriş hate kirin
16:01 Tehliyeya Yakût ji bo 6 mehan hat taloqkirin
15:55 Di civîna li Amedê de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan'
14:17 Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê ev pêvajoya heyî neyê pûçkirin
13:47 Parêzerê dosyaya Cizîrê Demîr: Em li benda biryareke lez û adilane ne
13:34 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê gavên hiqûqî bên avêtin
13:15 Xwebûn bi manşeta ‘Wayûbiryîya huqûqî’derket
12:15 DMME’yê ji bo Cizîrê ji Tirkiyeyê parastin xwest
12:06 Qada siyasetê vê hefteyê dê germ bibe
11:21 Abdullah Ocalan: Em dawî li îsyanê tînin, bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe?
10:40 Di hilbijartinên Venezuelayê de dîsa partiya Maduro bi ser ket
10:24 Ji ber astengiya walîtiyê derxistî bi dehan ajel mirin
09:50 Kesên di lêpirsîna ÎBB’ê de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin