Jean-Pierre Restellini: Dixwazim di şert û mercên azad de bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînim

  • rojane
  • 09:22 24 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê heyeta CPT'ê yê berê Jean-Pierre Restellini balkişand ser rola civaka navneteweyî ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd got ku dixwaze di şert û mercên azad de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. 

Dengvedana "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de ragihandibû û biryara PKK’ê ya ‘dawîanîna çalakiyan’ di raya giştî ya neteweyî û navneteweyî de berdewam dike. Yek ji pisporên berê yê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) Dr. Jean-Pîerre Restellînî ku beriya niha di dîrokên cuda de 3 caran li Girtîgeha Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan kir, ji ANF'ê re axivî. 
 
Jean-Pierre Restellini ku zêdeyî 30 salan di nava CPT de weke pispor xebitî, di heman demê de demekê Serokatiya Komîsyona Neteweyî ya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Swîsreyê kir.
 
'DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE' 
 
Restellînî biryarên ji Kongreya 12’emîn a PKK'ê nirxand û wiha got: "Ji bo serketina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad be. Di warê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de pêşniyareke wêrek û aştiyane pêşkêşî dewleta Tirk tê kirin." Restellînî da zanîn ku divê dewleta Tirk jî gavên şênber biavêje û wiha got: "Hêvîdarim wê ev rewş bi gavên ku encamê ji rayedarên Tirk werdigire, bişopîne." Restellînî diyar kir ku hemû gavên ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatine avêtin erênî ne û wiha got: "Ev tê wê wateyê ku azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e û her wiha divê di asta hiqûqî de hin tedbîr werin girtin, belkî jî di asta Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de be. Ji ber ku rêze pirsgirêkên şênber ên ku ez bi temamî lê serdest nînim, ancax bi vî rengî dikarin bên çareserkirin. Ji dema Abdullah Ocalan bang li PKK'ê kir ku çekan deyne, ji bo serbestberdana wî di berjewendiya hikûmeta Tirk de ye. Ev rewşeke gelekî zelal e. Ocalan bi taybetî rêberê gelê Kurd ê li Tirkiyeyê ye. Azadiya wî xizmetê ji çareseriyê re dike. Kurdên ku li Swîsre yan jî Fransayê rastî wan hatime û bi taybet li Strasbourgê Kurdên ku rastî wan hatime Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibinin.”
 
'DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN' 
 
Restellînî da zanîn ku civaka navneteweyî dikare di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de rolê bilîze û wiha dewam kir: "Pirsgirêk ew e ku rojeva cîhanê niha giran û germ e û dibe ku mijarên din jî hene ku ji bo wan gelekî girîngtir in. Fikara min ev e. Helbet ev jî heye; weke ku hûn jî dizanin, PKK weke rêxistineke 'terorîst' hat îlankirin ku min gelekî tewş dît. Niha, çawa ku PKK'ê bi zelalî dest ji têkoşîna çekdarî berda, divê ev tayîn bi lez û bez bê rakirin. Ez dixwazim hemû hestên xwe yên sempatîzaniyê ji Abdullah Ocalan re ragihînim, ji ber ku her cara ku wî dibînim ez wî mirovekî awarte dibînim û dema azad dibe, bi hesret li bendê me ku di şert û mercên azad de destê wî bigirim.”
 

Sernavên din

29/05/2025
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
10:36 Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
10:15 Li bazara herêmî danûstendin kêm e
10:14 Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
10:07 Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin
09:51 Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
09:34 Oral ê ku 30 salan girtî ma: Divê pêvajo bê lezandin
09:18 Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê: Têkoşîn hêj nû dest pê kir
09:05 Jin li Amedê xwe ji bo 31’ê Gulanê amade dikin
09:02 Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin
09:02 Biryara emsal a dadgehê: Walî nikare hemû çalakî û bernameyan qedexe bike
09:00 ROJEVA 27’Ê GULANA 2025’AN
26/05/2025
22:00 Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê bi îktîdara Şamê re li hev kir
21:53 Di doza Narîn Guranê de cezayên hatibûn dayin hatin erêkirin
17:08 Li dijî avahiya DEM Partiyê bi keviran êriş hate kirin
16:01 Tehliyeya Yakût ji bo 6 mehan hat taloqkirin
15:55 Di civîna li Amedê de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan'
14:17 Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê ev pêvajoya heyî neyê pûçkirin
13:47 Parêzerê dosyaya Cizîrê Demîr: Em li benda biryareke lez û adilane ne
13:34 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê gavên hiqûqî bên avêtin
13:15 Xwebûn bi manşeta ‘Wayûbiryîya huqûqî’derket
12:15 DMME’yê ji bo Cizîrê ji Tirkiyeyê parastin xwest
12:06 Qada siyasetê vê hefteyê dê germ bibe
11:21 Abdullah Ocalan: Em dawî li îsyanê tînin, bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe?
10:40 Di hilbijartinên Venezuelayê de dîsa partiya Maduro bi ser ket
10:24 Ji ber astengiya walîtiyê derxistî bi dehan ajel mirin
09:50 Kesên di lêpirsîna ÎBB’ê de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin