Melda Onur: Divê STO jî di komîsyona li Meclisê de cih bigirin

  • rojane
  • 09:37 25 Gulan 2025
  • |
img

STENBOL - Siyasetmedar Melda Onur diyar kir ku divê îktîdar zimanê xwe biguherîne û got: “Di komîsyona li Meclisê de ne tenê partiyên siyasî, divê rêxistinên civaka sivîl jî cih bigirin.”

 
Wekîla CHP’ê ya berê û rojnameger Melda Onur têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryarên kongreya PKK’ê û geşedanên piştre li Tirkiye û Kurdistanê qewimîn nirxand. Melda Onur, diyar kir ku aştî daxwaza her kesî ye û divê geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê diqewimin li gorî mînakên wê yên cîhanê bên nirxandin. Melda Onur, diyar kir ku her welatekî taybetiyên xwe hene lê di dawiya dawî de ji bo çareseriyê çendek modelên aşkera hene. Melda Onur got: “Mirov dikare aliyên erênî û neyînî yên van modelan bide ber hev û modeleke nû biafirîne.”
 
Bi domdarî Melda Onur anî ziman ku ji ber mînakên nebaş di demên berê de jiyane ew hinek dudil li pêvajoya heyî dibe û got ku ya herî baş ew e ku kesên aştîxwaz bi hişyarî nêzî pêvajoya heyî bibin. 
 
DIVÊ RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL TEV LI PÊVAJOYÊ BIBIN 
 
Melda Onur, destnîşan kir ku divê tu kes ji ewil hêviyê nede gel û piştre jî her tiştekî serûbin bike. Melda Onur, wiha dom kir: “Lê belê gelek biqîmet dibînim ku pêvajo derbasî zemîna Meclisê kirin. Li gorî min rast nîne ku komîsyona li Meclisê ji hêla Bahçelî ve bê dîzaynkirin. Ji ber ku ne tenê partiyên siyasî, divê rêxistinên civaka sivîl jî tê de cih bigirin.” 
 
TEVLIBÛNA MALBATÊN HER DU ALIYAN    
 
Bi domdarî Melda Onur têkildarî pêvajoya aştiyê mînaka li Îrlandayê da û got ku divê maseya tê avakirin gelek berfireh be û ev tişt anî ziman: “Maseya aştiyê ya Îrlandayê piştî hilbijartinekê hate danîn. Hemû partiyên siyasî yên heta astekî deng girtin tê de cih girtin. Piştre jî koalîsyona jinan a ku malbatên her du aliyan tê de cih digirin hate avakirin. Piştre van partî ava kirin. Bi vê yekê re her du aliyan jî gelek mafên sosyal bi dest xistin. Dema em li mînakên Filipîn û Kolombiyayê dinêrin jî dibînin ku ji ewil ziman diguhere. Lê dema em li pêvajoya heyî dinêrin, ziman hêj gelek tûj e.” 
 
‘LIHEVANÎNA MALBATAN GIRÎNG E’  
 
Melda Onur, daxuyand ku êdî tu kes naxwaze di vî şerî de zarokên xwe winda bike û got: “Îktîdarê, pêvajoya 2013’an bi hinceta kuştina du polîsan a li Serêkaniyê bi dawî kir. Lewma baweriyê nade. Li Filipînê jî provakasyon çêbû lê pêvajo dîsa jî domiya. Anku tiştên wiha teqez çêdibin. Ya din jî îktîdar dibêje ‘meseleya mablatên şehîdan em ê çareser bikin.’ Lê ji bo vê tu planên wan nînin. Li Îrlandayê dema pirsa aliyê herî zor tê pirsîn, dibêjin lihevanîna malbatan e. Ji ber ku pirsgirêk, di heman demê de pirsgirêkeke cidî ya civakî ye. Divê ev yek were fêmkirin.” 
 
‘DIVÊ HEMÛ ALÎ BIKARIN BIAXIVIN’
 
Melda Onur, destnîşan kir ku îktîdar li aliyekî lîstika demokrasiyê dilîze li aliyê din jî polîtîkayên qeyûman didomîne û axaftina xwe wiha qedand: “Li dijî vê rewşê divê hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, rêxistinên civaka sivîl, malbatên şehîdan, Dayikên Şemiyê û hwd. li ser maseyê bin û gotina xwe bikin. Niha qala destûra bingehîn dikin. Ji ewil divê lijneya meclisa avaker û destûra bingehîn were çêkirin. Heke bi rastî jî qala destûra bingehîn bikin, divê lijne meclisa avaker bê avakirin. Heke îktîdar bibêje ez vê naxwazim, wê demê dê kaos çêbibe.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

29/05/2025
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
10:36 Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
10:15 Li bazara herêmî danûstendin kêm e
10:14 Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
10:07 Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin
09:51 Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
09:34 Oral ê ku 30 salan girtî ma: Divê pêvajo bê lezandin
09:18 Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê: Têkoşîn hêj nû dest pê kir
09:05 Jin li Amedê xwe ji bo 31’ê Gulanê amade dikin
09:02 Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin
09:02 Biryara emsal a dadgehê: Walî nikare hemû çalakî û bernameyan qedexe bike
09:00 ROJEVA 27’Ê GULANA 2025’AN
26/05/2025
22:00 Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê bi îktîdara Şamê re li hev kir
21:53 Di doza Narîn Guranê de cezayên hatibûn dayin hatin erêkirin
17:08 Li dijî avahiya DEM Partiyê bi keviran êriş hate kirin
16:01 Tehliyeya Yakût ji bo 6 mehan hat taloqkirin
15:55 Di civîna li Amedê de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan'
14:17 Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê ev pêvajoya heyî neyê pûçkirin
13:47 Parêzerê dosyaya Cizîrê Demîr: Em li benda biryareke lez û adilane ne
13:34 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê gavên hiqûqî bên avêtin
13:15 Xwebûn bi manşeta ‘Wayûbiryîya huqûqî’derket
12:15 DMME’yê ji bo Cizîrê ji Tirkiyeyê parastin xwest
12:06 Qada siyasetê vê hefteyê dê germ bibe
11:21 Abdullah Ocalan: Em dawî li îsyanê tînin, bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe?
10:40 Di hilbijartinên Venezuelayê de dîsa partiya Maduro bi ser ket
10:24 Ji ber astengiya walîtiyê derxistî bi dehan ajel mirin
09:50 Kesên di lêpirsîna ÎBB’ê de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin