WAN – Firoşkarên bazarê yên li Wanê û welatiyên diçin bazarê ji ber krîza aboriyê bi gazinc in. Serokê Sûka Taxê Siddik Penlî got ku aborî gelekî nebaş e, hêvîdar in pêvajo wê baş bi pêş bikeve.
Welatiyên ku ji ber krîza aborî bi gilî û gazinc in, bêyî ku çenteyên xwe tijî bikin û ji bazarê vedigerin malê. Esnaf û welatiyên li bazara ku li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya navçeya Artemêta Wanê diyar kirin ku başbûna aboriyê girêdayî pêşveçûna pêvajoya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.
BAZAR VALA DIMÎNIN
Keyayê Bazara Taxê Siddik Penlî diyar kir ku li bajêr 22 sal in rojane bazarên taxan tên kirin, lê di salên dawî de ew rastî zehmetiyên mezin ên aboriyê tên û wiha got: “Kar nîne, xebatkar nîne, kargeh nîne. Ciwanên me yên li vir ji bo di nava şert û mercên zehmet de bixebitin diçin metropolên Tirkiyeyê. Ji ber kêmbûna dahatûyê welatî nikarin bên bazarê. Ji bo vê jî gelek caran bazar vala tên hiştin. Li vir 300 esnafên me dixebitin. Ji ber ku pîşeyekî din ê karibin li derveyî vî karî bimeşînin nîne, ev der çareya dawî ye ku mirov pereyan qezenç bikin. Aborî pir xerab e. Di vê pêvajoyê de pêwîste her kes tevkariyê bike. Em hêvî dikin ku pêvajo baş pêş bikeve.”
Emîne Çelîk a hatiye bazarê û hewl dide danûstendinê bike wiha axivî: "Em 6 kes li malê ne û kes naxebite. Em nikarin tiştên ku pêdivîya me pê heye jî bikirin. Her tişt gelekî biha ye û debara xwe pê dike gelekî zehmet e. Min xwest zebze bikirim, lê nikarim tiştekî bikirim. Ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê û ez di wê baweriyê de me ku ji niha û pê ve wê tiştên baş biqewimin."
NE TÊ KIRÎN Û NE JÎ TÊ FIROTIN
Halîme Şeker a ku ji Iraqê ji bo firotina li sûkê kelûpelên mutbexê tîne, li ser zor û zehmetiyên ew pê re rû bi rû ne ev tişt anî ziman: "Ez bi erzan ji Iraqê dikirim û li vir difiroşim. Li Tirkiyeyê rewş gelekî nebaş e, aborî mirov dixe nav fikaran. Em nikarin kar bikin. Em tenê bi tiştê ku em dikarin bi rê ve bibin bikin. Mirov nikarin tiştekî bikirin û bazar vala ye, em nikarin bifiroşin. Ne dikarin bikirin û ne jî em dikarin bifiroşin. Ez dixebitim û bi awayekî debara xwe dikim, lê gelek jin hene ku nikarin bixebitin. Ew nikarin tiştan bikirin, tenê ji bo ku lê binêrin tên. Bi ya min pêvajoya nû wê bandorê li aboriyê bike. Em dixwazin êdî tiştên baş biqewimin."
BERTEKA LI HEMBERÎ BÊDENGIYÊ
Ozkan Temuçîn ku bi salan e li bazarê kincên jin û zarokan difiroşe, nerazîbûn nîşanî bêdengiyê da û wiha got: "Berê, şivanên me bi lêdana bilûrê re pezê xwe ji çemekî dibirin çemekî din. Ji ber ku hiş û mejiyekî pez mîna mirovan naxebite. Xwediyê wê, bi birçîhiştinê taetî xwe dikir. Heywanên îro jî pê hesiyan ku hewcedariya wan bi goşt û şîrê mirovan heye. Em ê kengî fêm bikin ku yên li herî jor xwe dispêrin me? Welatiyên me yên ji bo mûçeyê kêmtirîn dixebitin divê rûnên û bifikirin. Divê li dijî mûçeyê kêmtirîn grevê bikin, nexebitin û netirsin. Eger em nikaribin weke şexs bifikirin, ev civak bi pêş nakeve; aborî dê bi evî awayî berdewam be. Jinek tê sûkê û tenê kîloyek pêdiviyên bingehîn ên mîna zebze û xwarinê dikire. Ew mecbûr e ku ji bo zaroka xwe cilên cejnê bikire lê nikare. Hêza wê ya kirînê tune ye. Zarok stûyê xwe xwar dikin.”
Asiye Akin jî wiha bertek nîşan da: “Malbata min 6 kes in. Tenê kurekî min li derveyî bajar dixebite. Ez hatim bazarê lê nizanim çi bikirim, tiştek ji destê me nayê. Ez hêvîdar im ku bi pêşketina pêvajoyê rewş baş bibe.”