DÊRSIM - Li Dêrsimê li qada ku gora bîrdariyê lê ye, tê plankirin ku kana qûmê û pomza werin avakirin. Welatî li dijî kargeha ku weke 'êrîşa li dijî bîra kolektîf' pênase dikin serî li dadgehê dan.
Li gundê Bargînî yê navçeya Xozatê û li gundên Zeve, Orcan û Desîman ên navçeya Pêrtagê yên Dêrsimê tê xwestin ku li ser qadeke ji 2 hezar 200 donimî kana qûmê û pomza bê avakirin. Walîtîya Dêrsimê di 28'ê Nîsanê de biryar da ku ji bo şîrketa Arven Dogu Yapi Înşaat Sanayi ve Ticaret Ltd. were avakirin, ropara nirxandina bandora hawirdorê (ÇED) ne hewce ye.
Gundiyan li ser bersivdayînê Platforma Parastina Xweza û Hawirdorê ya Hozat Pertek Sekasur ava kirin. Platformê li dijî biryara ÇED'ê serî li Dadgeha Îdarî ya Erzînganê da. Di serlêdanê de bal hat kişandin ser wê yekê ku kana bê avakirin ne tenê bîra kolektîf, çavkaniyên xwezayî jî wê tune bike.
'LI HERÊMÊ GOREKE BÎRDARÎ HEYE'
Ji şêniyên gundê Bargînî Huseyîn Baran têkildarî mijarê wiha axivî: "Proje, ji bo 3-4 gundan qadeke bikaranîna hevpar vedihewîne. Mirovên li vê derê debara xwe bi xwedîkirina heywanan û mêşvaniyê dikin. Li vir yekane çavkaniya debara heywanan e. Ev der ji bo çand û baweriya me girîng e. Ew cih e ku Aguçan û Sultan Xidir li hev dicivin. Cihekî hevpar e ku du cihên ziyaretê lê hene. Cihekî ku hestiyên kal û pîrên me yên di 14'ê Tebaxa 1938'an de rastî komkujiyekê hatin, lê hat dîtin û li vir goreke me ya bîrdarî heye."
Baran hişyarî da ku kana qûmê dikare bibe sedema hilweşînê û wiha got: "Hewl tê dayîn gelê xwecihî tevlî vê bê kirin. Gelo ev xweza dikare bê kirîn? Hûn bi milyonan lîreyî xerc bikin jî, hûn nikarin van daran li vir biçînin û vê şînkahî bi dest bixin. Bi navê qûmê wê hêsan dikin, lê rewş ne bi vî rengî ye. Ew dê li vir madeyeke bi navê pomza derxin. Ev ponza mîna pişikên vê xwezayê ye. Eger pişikên wan derxin mirovek dikare bijî? Mesele ev e."
'BILA DEST NEDIN AXA ME'
Kezban Kent a ji gundê Zêvê diyar kir ku eger proje bikeve jiyanê wê qadên jiyanê bên tinekirin û wiha got: "Siberoja me û nifşên pêşerojê tê tunekirin. Destûrdayîna madenê tê wateya tunekirina qadên jiyanê. Em ê destûrê nedin vê yekê. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe û xwezaya xwe li dijî vê derdikevin. Ev ax pîroz in û wê pîroz bimînin. Weke gelê Dêrsîmê em ê mil bi mil li ber xwe bidin û li ber xwe bidin û em ê dest jê bernedin. Em bang li rayedaran jî dikin; divê dest nede erdên me. Divê siberoja zarokên me tune nekin."
PÊVAJOYA HIQÛQÎ DESTPÊ KIR
Seroka Cemxaneya Sultan Xidirê Songul Koyun, diyar kir ku ev proje cihê ku gora bîranînê ya kesên di komkujiya di sala 1938'an de jiyana xwe ji dest dane jî di nav de vedihewîne û wiha got: 'Di vê çarçoveyê de em di nava têkoşîneke mezin de ne. Em ê destûrê nedin kana madenê ya li erdên me. Her ku me bihîst, me pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Wan di sala 1938'an de bi hilweşandin û şewatê nikaribûn tune bikin û niha jî hewl didin bi xwezayê bikin. Wê bi ser nekevin. Texrîbata vê derê tê wateya wêrankirina xwezayê. Pêkanîna projeyê tê wateya koçberkirina gel, ziyana li cihên me yên pîroz, qutkirina çavkaniyên me yên avê û wêrankirina xwezaya me. Tê wateya bidawîbûna xwedîkirina sewalan. Ji bo ku ev pêk neyê em ê têbikoşin û em bawer in ku em ê bi ser bikevin. Heta ku em encamê negirin em ê nesekinin."
'ÊRÎŞA LI DIJÎ BÎRA CIVAKÎ YE'
Parêzer Sînan Can ê ku pêvajoya hiqûqî ya têkildarî projeyê dişopîne diyar kir ku Gorên Bîrdarî yên Agucan li herêma ku proje di bin dorpêçê de ye û got, "Destwerdaneke ku vê qadê hedef digire, êrîşa li hemberî bîra civakî ye. Projeya madenê wê di warê bîra civakî, av, jiyana xwezayî, jîngeh û debara mirovan de zerareke cidî bibîne. Li nêzî sîteyê qadên parastinê hene. Gorên zinaran ji aliyê Midûriyeta Herêmê ya Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Erziromê ve hatine qeydkirin. Çavkaniyên avê yên berdest hene. Qadên milkên taybet, rez, bexçe û erdê çandiniyê hene. Qad xwedî bergeke daristanî ya pir dewlemend e. Li vir gelek nebatên herêmî û cureyên heywanan dijîn. Me li Dadgeha Îdarî ya Erzînganê doz vekir."
Can da zanîn ku şîrketê ruhsata 4'emîn a madenê wergirtiye di bin navê 'kana qumê' de dê pomza derxin.
MA / Şîrvan Şîlan Çîl