Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin

  • jin
  • 16:54 8 Hezîran 2025
  • |

STENBOL – Dayikan li Taksîmê ji bo aştiyê daxuyanî dan, diyar kirin ku dê ji bo aştiya civakî bixebitin û xwestin ku her kes di nava pêvajoyê de cih bigre.

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo daxwaza aştiyê li Taksîmê Qada Tunelê civiyan û xwestin ku ber bi Qada Galatasaray ve bimeşin. Lêbelê polîsan destûr neda meşa wan. Ji bo şermezarkirinê dayikan, çepik lêdan, lîrandin û bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Dayikên aştiyê dixwazin”, “Bijî berxwedana dayikan” ve çalakiya rûniştinê lidarxistin. Piştre daxuyaniya çapemeniyê pêk hat. Di daxuyaniyê de parlamentera Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê Çîçek Otlû, Hevseroka DEM Partî ya Bajarê Stenbolê Arîfe Çinar, Komeleya Wexta Jina, Navenda Çanda Mezopotamya (MKM), Meclisa Jinan a DEM Partiyê, Tevgera Jina Azad (TJA) beşdar bû. 
 
 ‘BERTEK LI HEMBER ASTENGKIRINA MEŞÊ’
 
Çîçek Otlû li hember astengkirina meşê bertek nişan da û destnîşan kir ku dê nikaribin Dayikên Aştiyê krimînalîze bikin û Otlû wiha got: “Em li benda gavekî ne, li Meclisê aştî tê axaftin, lê li vir destur nayê dayîn ji bo em gavekî biavêjin.”
 
Piştre Dayika Aştiyê Rewşan Doner daxuyanî da û diyar kir ku şerê bi salan e berdewam dike û polîtîkayên înkarê di civakê de bûye sedema êşên mezin, xizaniyê û koçkirinê. Rewşan Doner wiha axivî: “Em di aştiyê de bi israr in. Wext ne wexta bêdengiyê ye, em dayik divê em biaxivin. Lewre me xizmên xwe winda kirî, xizmên me girtî ne em dixwazin ku dayikên dîtir negirîn. Em dixwazin ku êdî kezeb neşewitin.”
 
‘EM Ê DERÎ BI DERÎ BIGERIN’
 
Rewşan Doner bangî dayikên leşkerên di şer de canê xwe ji dest dane kir û wiha got: “Werin em destên hevudin bigrin bila êdî tu dayik xemgîn nebe, êşa mirina zarokên xwe nejîn. Me emrê xwe daye ji bo aştiyê ger careke dîtir em bihatana dinyayê dê me yê dîsa emrê xwe bida ser aştiyê. Em heta dawiyê bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a di 27’ê Sibatê re ne, ger hewce be ji bo daxwaziyên me em ê derî bi derî bigerin û em ê ji bo aştiya civakî bixebitin.”
 
‘DI AŞTIYÊ DE ISRAR’
 
Rewşan Doner destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berpirsiyariya mezin dikeve para partiyên siyasî û wiha rave kir: “Di vê pêvajoyê de divê partiyên siyasî ji bo civakê pêşengiyê bikin. Bila xwe bighînin hemû kesên xwedî wicdan ên di civakê de. Em bangî jinan, ciwanan, rewşenbîran, rojanamegeran û hemû kesên ku dikarin bibin deng ji bo aştiya civakê dikin. Werin em bi hevre em mil bidin aştiyê, em destên kesên ji bo aştiyê dixebitin xurt bikin. Dê aştî di nava destê me de mezin bibe. Em wek Dayikên Aştiyê, di nava êşên giran re derbas bubin jî, ne bi kînê em bi hezkirinê ve diaxivin. Lewre axaftina ji bo aştiyê, meşa ji bo aştişyê, israra di aştiyê de perçeyek ji dayikbûna me ye.”
Rewşen Donerê, daxwazên xwe wiha rêz kir:
 
* Gavên ji bo aştiyê divê şênber bên avêtin.
* Divê girtiyên nêxweş û siyasetmedarên di girtîgehan de serbest bên berdan.
* Divê zimanê aştiyê bê bikaranîn.
* Divê emû partiyên siyasî ji bo aştiyê mercên hevpar avabikin.
 
Daxuyanî bi çepikan ve bi dawî bû. 
 

Sernavên din

14/06/2025
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya