Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan

  • rojane
  • 12:31 2 Tîrmeh 2025
  • |

STENBOL - Şandeya bi daxwaza serdana Abdullah Ocalan hatiye Stenbolê ev bang kir: “Ji bo pêvajoya demokratîk bigihije potansiyela xwe ya tam, divê birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî bêşer bên berdan.”   

Ji welatên cuda yên Ewropayê 39 kes di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” duh hatin Stenbolê. Şandeya ku ji rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqnasan pêk dihat, li hotêleke Taksîmê civîna “Maseya Gilover” li dar xist. Li eywana civînê pankarta “Hevdîtina navneteweyî ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîdê” hate daliqandin. 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî di nav de gelek kes tev li civînê bûn. Piştî civînê, metna hevpar hate xwendin. Parlamenterê Federal ê Partiya Çep a Almanyayê Ferhat Koçak Tirkiya metna hevpar û Berpirsyara Têkiliyên Karên Derve ya CUP Katalonyayê Eulalia Reguant Cura jî ya bi Ingilîzî xwend. 
 
'OCALAN BANGEKÎ BI WÊREK KIR’ 
 
Ferhat Koçak, anî ziman ku ew piştevaniyê didin gelê Kurd û got: “Em bang li meqamên Tirk dikin ku ji bo diyalogeke çêker û rast û muzakereyên aştiyê yên bi tevahiya derdorên civaka Kurd re, gavên şênber biavêjin. Em careke din banga xebatên hevpar ên ji bo serkeftina pêvajoyê li hemû tevger û partiyên pêşverû û gelên Tirkiyeyê dikin. Tenê bi angajmanên bi vî rengî dikare guherîneke mayinde û domdar were cîbicîkirin û bi rastî jî rêya Tirkiyeyeke demokratîk were vekirin.” 
 
Bi domdarî Koçak destnîşan kir ku hewceye Tirkiye rêzê bo mafên mirovan bigire û berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî bicih bîne. Koçak, wiha dom kir: “Di serdemeke ku qada navneteweyî zêdetir di çarçoveya dijminatî û êrişkariyê de teşe digire, ji bo çareserkirina meseleya Kurd a bi rêyên diyalog û muzakereyan firsendeke dîrokî li ber dest e. Ev her du hêma, hêmayên sereke yên civakeke demokratîk in. Di serdemeke ku Rojhilata Navîn di nava pêtên agir de û gelek welat ketine nava pêşbirka xwebiçekkirina bêsînor de, birêz Ocalan yek ji dengên herî xurt ê aştî û bêçekbûna diparêze ye. Birêz Ocalan, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pevçûnên zêdetirî 40 sal in didomin, di heman demê de bangekî wêrek a bêçekbûn û tesfiyeyê kir.” 
 
BAL KIŞAND SER ‘KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK’  
 
Di berdewamê de Koçak bi lêv kir ku fikra “Konfederalîzma Demokratîk” a Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo tevahiya herêmê modêleke û wiha pê de çû: “Ji bo pêvajoya demokratîk bigihije potansiyela xwe ya tam, mecbûriyeteke ku birêz Ocalan û hemû girtiyên din ên siyasî yên mafên wan tên binpêkirin bêşert û tavilê bên berdan. Girtîmayina wan, rê li ber fikarên cidî vedike. Di dema ragirtinê de yek ji mijarên esasî rêzgirtina bo mafên mirovan e. Bi taybet jî birêz Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê 26 sal in di tecrîdê de ye, bi awayekî derhiqûqî ji mafên xwe yên sereke bêpar hatiye hiştin û ev yek jî bi aşkerayî binpêkirina standartên hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye.” 
 
Koçak, axaftina xwe wiha domand: “Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku li gorî rêgezên edalet, demokrasî û aştiyê tevbigere. Em ê gavên hikûmet diavêje bişopînin û hêvîdarin ku Tirkiye derbasî pêvajoyeke demokratîk û civakeke hemûgir bibe.”   
 
 

Sernavên din

15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên dawî daxuyaniyê dide
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin