AMED - DFG’ê rapora xwe ya meha Hezîranê aşkera kir û da zanîn ku 16 rojnameger hatine binçavkirin û ji wan 6 jê hatine girtin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Hezîranê ya “Binpêkirina Mafên Rojnamegeran” aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku meha Hezîranê bû yek ji mehên herî zêde êriş li ser azadiya fikr û xweîfadekirinê û hat diyarkirin ku êrişa li dijî kovara Lemanê jî xelekek ji van êrişên sîstematîk e.
6 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN
Rapora DFG’ê wiha ye:
“Di meha Hezîranê de 16 rojnameger hatin binçavkirin û 6 ji rojnamegeran hatin girtin. Di 3’yê Hezîranê de edîtora Bianetê Tugçe Yilmaz, bi hinceta xala 301’emîn bi awayek dijhiqûqî hat binçavkirin. Di 13’ê Hezîranê de jî rojnameger Eylem Emel Yilmaz, Ozan Cirik, Yavuz Akengîn û Dîcle Başturk hatin binçavkirin û bi hinceta ku nûçeyan ji sazî û dezgehên derveyî welat re çêkirine, hatin girtin. Di çarçoveya heman operasyonê de rojnameger Metîn Yoksu jî ji bo îfadeyê çû emniyetê û ew jî hat girtin. Di 21’ê Hezîranê de rojnameger Fatîh Altayli, ji ber gotinên gef li Oktay Saral ê AKP’î xwariye hat girtin. Vê bûyerê jî nîşan da ku rojnameger li ser fermana AKP’ê tên girtin. Bi girtina 6 rojnamegeran re hejmara rojnamegerên girtî bû 34 kes.
ÊRIŞA SER KOVARA LEMANÊ
Di roja dawî ya meha Hezîranê de komek olperest bi hinceta karîkaturê ku Kovara LeManê weşandiye, bi ser ofîsa xebatê kovarê de girtin û xesar dan ofîsê û welatiyên derdorê. Her wiha çar xebatkarên Kovara LeManê hatin girtin. Binçavkirina van xebatkaran binpêkirina mafên raman û azadiya derbirînê ye. Em êrişa li dijî Kovara LeManê wek êrişek ji rêzê nabînin. Em vê êrişê wek êrişa AKP’ê ya li dijî çapemeniyê, raman û azadiya derbirînê dibînin. Em vê êrişê şermezar dikin.
GEF LI ROJNAMEGER ZEYNEP DURGUT HATE XWARIN
Rojnameger ji ber nûçeyên çêdikin jî bi êrişan re rû bi rû dimînin. Gef li wan tên xwarin. Ev yek metirsiyê li ser rojnamegeran çêdike. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut li Şirnexê nûçeya ‘Çeteya Fihûşê’ çêkiribû. Hin kesên ku nûçe wan aciz kiriye, li Zeynep Durgut geriyan û gefan lê xwarin. Ev jî berdewamiya polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Her wiha gefek bi heman rengî jî li rojnameger Alîcan Uludag hat xwarin. Uludag ji ber nûçeya ku îşkence û cînayeta li qereqola cendirmeyan çêkiribû, bi gefan re rû bi rû ma.
26 ROJNAMEGER HATIN DARIZANDIN
Di meha Hezîranê de 26 rojnameger hatin darizandin. 24 dosyeyên darizandinê yên rojnamegeriyê hene. Zîlan Gul li Amedê rojname belav kiriye û bi boneya nûçeyek di rojnameyê de hatiye darizandin û bi awayek dijhiqûqî 2 sal û mehek ceza lê hatiye birîn. Di meha Hezîranê de derbarê 9 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û lêpirsîna 13 rojnamegeran jî veguheriye dozê.
RTUKê zext û gefên xwe yên li ser çapemeniya muxalîf, meha Hezîranê jî berdewam kir. RTUKê 10 rojan cezayê sekinandina weşanê li HALK TVyê birî. Li 5 weşanan cezayê pere yê îdarî hat birîn û bi biryara dadgehê jî biryara qedexekirinê danîn ser 8 weşanan. Dîsa di meha Hezîranê de malperek înternetê hat girtin û xwegihandina 3 nûçeyan jî hat astengkirin. BTKê xwegihandina 117 naverokên medya dîjîtal û hesabên Xê (twitter) yên rojnamegeran asteng kir.
EM Ê ROJNAMEGERIYÊ BIPARÊZIN
Di vê mehê de bi hinceta ‘em xwe biçûk dikin’ dawî li karê 16 kedkarên çapemeniyê hat anîn. Li ser mafên civakî yên rojnamegeran jî êriş pêk hatin. Pereyê 158 xebatkarên ku li KRT TV dixebitîn nehat dayîn. Xebatkarên KRT’ê ji ber newergirtina meaşên xwe çalakî dabûn destpêkirin û di roja 22’yemîn a çalakiyê de di daxwaz û çalakiya xwe de bi ser ketin û dawî li çalakiya xwe anîn.
Êriş û zextên li ser çapemeniyê, raman û azadiya derbirînê her roja ku diçe zêdetir dibin. Li dijî van êrişan em girîngiyê didin têkoşîna hevpar û em ê têkoşîna heqîqetê berdewam bikin. Em ê li dijî van pêkanînên antî-demokratîk ên li ser çapemeniyê her parastina rojnamegeriyê bikin. Her wiha em ê di avakirina civaka demokratîk de bi rola xwe ya pêşeng rabin.”