NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ku dihat payîn îro were kirin, ji ber “bernameya zêde” hate taloqkirin.
Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, hate taloqkirin. DEM Partiyê têkildarî mijarê got: “Ev bername, ji ber bernameyên zêde hatiye taloqkirin. Dema dîrok û saeta hevdîtina nû diyar bû dê agahiyên pêwîst bên parvekirin.”