ENQERE - Banga dîrokî ya bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çapemeniya Tirkiyeyê cihekî berfireh girt.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke din a dîrokî kir. Bang, bidîmen hate kirin û ji hêla Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hate weşandin. Ev bang jî hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê deng veda. Çapemeniya Tirkiyeyê cihekî berfireh ji bo banga dîrokî veqetand.
Çapemeniya Tirkiyeyê banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dît:
* Rojnameya Yenî Yaşamê: “Vaye banga dîrokî ya bidîmen a Abdullah Ocalan”
* Gazete Oksîjen: “Piştî 26 salan ji Ocalan peyama bidîmen a ewil”
* Arti Gerçek: “Ji Ocalan banga bidîmen: Ne ji hêza çekê lê ji hêza siyasetê bawerim”
* Evrensel: Rojnameyê sernavê “Ji Ocalan peyama bidîmen” û got “Ne ji hêza çekê lê ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim. Ez bang dikim ku ev were bicihanîna.”
* BîrGun: “Ji Abdullah Ocalan peyama bidîmen: Qonaxa em gihiştinê, ferz dike ku bi gavên nû bikeve pratîkê”
* Gazete Pencere: “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara ewil daxuyaniyeke bidîmen hat”
* Rojnameya Dunyayê jî banga dîrokî ya bidîmen bi gotinên Abdullah Ocalan parve kir.
* Rojnameya Akşamê: “Ji Îmraliyê peyama bidîmen! Banga berdana çekan hate dubarekirin”
* T24: “Piştî 26 salan ji Ocalan peyameke bidîmen: ‘Ne ji hêza çekan lê ji hêza siyasetê bawerim. Bangî we dikim ku hûn jî vê rêgezê bixin meriyetê’”
* Rojnameya Cumhuriyetê: “Ji Ocalan peyama bidîmen: Di pêvajoyê de peyama ‘lezgîniyê’”
* Rojnameya Sozcuyê: “Ji Îmraliyê dîmenekî nû: Ji Ocalan bangekî din”
* Rojnameya Hurriyetê: “Îmraliyê careke din banga berdana çekan kir”
* Mîlliyet: “Ji Îmraliyê ji bo PKK’ê bangekî nû”
* Mynet Haber: “Ji Ocalan peyama bidîmen”
* Malpera En Son Haberê: Vîdeo û wêneyên Abdullah Ocalan û peyama wî parve kir.
* HaberTurk: “Ji Ocalan peyama bidîmen a 7 deqeyan a li Îmraliyê hatiye kişandin”
* Rojnameya Kararê: “Ji Ocalan ji bo PKK’ê banga berdana çekan: Ji hêza siyasetê bawerim”
* Rojnameya Postayê: “Ji Îmraliyê banga bidîmen a çekberdanê”
* Yenî Akît: “Ji Îmraliyê dîmenekî nû: Ji bo PKK’ê bangekî nû”
* Rojnameya Aydinlikê: “Beriya torena çekberdanê ya 11’ê Tîrmehê ya PKK’ê Abullah Ocalan bangekî bidîmen kir”