ÎZMÎR/ STENBOL - ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê bertek nîşan da û ragihand ku ji bo darizandina berpirsiyaran serlêdana sûc kiriye.
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) li dijî komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê didome, li Stenbol û Îzmîrê daxuyanî da.
ÎZMÎR
Koma Xebata Qirkirina Elewîyan a ÇHD’ê li Îzmîrê di avahiya xwe ya komeleyê daxuyanî da. Saziyên Elewî û gelek nûnerên partiyên siyasî û yên saziyen li bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî qetlîmam û bûyerên revandina yên li herêmê gilî kirine.
Endamê Hiqûqnasên ji bo Edaletê Aytekîn Aktaş li ser navên saziyan daxuyanî da û destnîşan kir ku qirkirina Elewiyan li Sûriyeyê didome. Aktaş bibîr xist ku di meha Kanûnê de eata niha bi deh hezaran Elewî yên sivîl hatine qetilkirin û ev tişt got: “Bi hezaran, bi deh hezaran jinên Elewî û zarok hatin revandin û hatin tecawizkirin, kirin kole û hatin revandin. Bi sedan, bi hezaran warên Elewî hatin şewitandin, wêrankirin û xerakirin. Bi hezaran û bi deh hezaran sivîlên Elewî hatin windakirin. Bi deh hezaran Elewîş bêyî darizandin hatin girtin. Bi sed hezaran Elewî biz zorê hatin koçberkirin. Can, malên Elewîyan li Sûriyeyê ji aliyê çeteyên Wehabî ve hatiye helalkirin.”
SERLÊDANA SÛC
Aktaş, wiha pê de çû: “Li gorî nûçeyên medyayê, 123 hezar jin û zarokên Elewî ji aliyê rejîma HTŞ’ê ve hatine revandin û ji bo berdanê serê mirovekî 500 û 100.000 dolar wek fîdye tê xwestin. Ji malbatan tê xwestin ku pere ji bo hesabên kes û şîrketên li Mêrdîn û li Îzmîrê bên şandin. Me li dijî vê yekê serlêdana sûc kir da ku şirîkên van hovana yên li Tirkiyeyê bên darizandin.”
STENBOL
ÇHD’ê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila berpirsên qirkirina Elewiyên li Sûriyeyê bên darizandin” hate daliqandin û Rêvebira ÇHD’ê ya Stenbolê Yagmur Kavak axivî û got: “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de li ber çavên cîhanê û hiqûqa navneteweyî mafên mirovahiyê hate binpêkirin. Divê şebekeya bazirganiya mirovan a Tirkiyeyê tavilê bê tespîtkirin û bê cezakirin. Em wek gelên cîhanê dikarin bi têkoşîna hevpar ve azadî û edaletê bi dest bixin."