* Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel, diyar kir ku stratejiya paradîgmaya “Civaka Demokratîk” siyaseta demokratîk e û got: “Temînata pêvajoya nû hiqûq e. Rêzdar Ocalan ji bo vê yekê bi israr, divê pêvajo bi temînata hiqûqî ve bê rêvebirin.”
* Koma Aştî û Civaka Demokratîk, pêşengiya pêvajoya guherîneke nû kirin û çekên xwe di warê xwedawenda de îmha kirin. Agirê ku di qadê bilind bû, bû çîrûsk û ronahiya vejîneke nû.
* 95 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn, ku yek ji mezintirîn komkujiyên li dijî Kurdan e. Nivîskar Mehmet Sadik Varlî, got: “Komkujiyên wek Dêrsim, Helepçe û hemû komkujiyên din ji bo tunekirina Kurdan pêk hat. Lêbelê têkoşîna 40 salan a ku li dijî komkujiyan hate kirin ji bo bi serketinê ve tacîdar bibe xwe amade dike.”
* Nivîskar Mehmet Karakûş ê ku merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk nirxand, got: “Divê dewlet di qanûn û destûra bingehîn de gelek guhertinan bike. Pêdivî bi reformeke hiqûqî heye. Ger ev bê kirin dê pêvajoyê bi ser bikeve.”
* Li Şirnexê sazî û nûnerên partiyên ku beşdarî “Hevdîtinên Aştî û Demokratîk” bûbûn, gotin “Du fikarên bingehîn hene, yek jê gavneavtîna dewletê ye, ya duyemîn mercên Rêbertiyê de guhertineke cidî tune.”
* Ji Kurdistan û Tirkiyeyê Rewşenbîr, parêzvanên mafê mirovan û kesên ji şer zirar dîtine bi coş beşdarî merasîma dîrokî ya çekdanîna PKK’ê bûn û bûn şahide guherîneke dîrokî.
* Rêvebira Meclisa DEM Partî Salîha Aydenîz, têkildarî merasîma çekdanîna PKK’ê got: “Ev gav destpêk û biryara têkoşînake duyemîn a gelê Kurd e.”
* Ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam, serlêdana “efûya Serokkomariyê” hate kirin. Keça Çam, Şîmel Çam got, "Em her roj bi tirsa wergirtina nûçeyên xirab dijîn.”
* Xizmên Windayan, dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya “Bila winda bê dîtin, kiryar bên darizandin” li dar bixe (12.00)
* Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasay çalakiya 1059’emîn li dar bixin. (12.00)
* Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê dê ji bo rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyê bê dayîn. (13.00)
* Li Amed û Êlihê di çarçoveya “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” de dê civînên bi gel re bên lidarxistin. (12.00)