Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da

  • rojane
  • 21:39 13 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi rêveberiya demkî ya Şamê re daxuyaniyek da û got: "Em ê dev ji hedefên şoreşên 15'ê Adarê û 19'ê Tîrmehê bernedin. Li ser vê bingehê jî em amade ne tev li saziyên dewletê bibin û destûreke bingehîn a nû ya Sûriyeyê çêbikin."  

 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hevdîtinên dawî yên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz de daxuyaniyek weşand. Rêveberiya Xweser, diyar kir ku di hevdîtinan de, nûnerên hikûmetên Amerîka û Fransayê hazir bûbûn. Rêveberiyê, hevdîtin bi gaveke gelek girîng ji bo destpêkirina diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ya cidî wesifand.
 
Rêveberiyê di daxuyaniyê de spasiya DYA û Fransayê kir ku ji bo bidestxistina aramî, aştî û demokrasiyê li Sûriyeyê gelek hewldan dikin. Ji bo rêveberiyê, nîqaşkirina dozên çarenûsî bi awayekî zelal û cidî piştî ewqas nakokî, destkeftiyeke siyasî ya dîrokî ye û vegerandina baweriyê di navbera hêzên çalak ên Sûriyeyê de wek pêwîstiyekê bi nav kir ji bo ku diyalog dest pê bike.
 
NE MIJARA BAZARA YE 
 
Di daxuyaniyê de rêveberiyê wiha nivisî: “Dem hatiye em zimanê li dijî tevna sûriyeyî, zimanê ku parçebûna siyasî û civakî kûrtir dike, derbas bikin. Pirrengiya li Sûriyeyê ne li dijî yekitiya wê ye, lê belê çavkaniya hêzê ye ku divê em biparêzin. Hevkarî anku şeraket bingeha avakirina dewletê ye.”
 
Bi domdarî hate gotin ku yekitiya Sûriyeyê ne mijara bazaran e, lê di nêrîna wê û hemû hêzên siyasî yên tev li projeya wê ya demokratîk bûne de stûneke bingehîn e û kirina bazaran li ser vê rêgezê derfetên çareseriya siyasî asteng dike. Rêveberiyê, destnîşan kir ku pergala demokratîk a pirreng, edaleta civakî, wekheviya zayendî, destûrek ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike, daxwazên ne nû ne lê belê cewhera sedemên ku ji ber wê sûriyeyî sala 2011`an serî hildaye. Rêveberiya Xweser, diyar kir ku redkirina van daxwazan û wesifandina wan bi cudaxwaziyê, rastiya dîroka têkoşîna sûriyeyî ya li hember zordestiyê berovajî dike.
 
PERGALA NENAVENDΠ
 
Bi domdarî wiha hate gotin: "Sûriyeyî ev gelek serdem in ji ber pergala navendî û aloziyan êş û zehmetî kişand, lê em hêvî dikin ku di avakirina Sûriyeya nû, Sûriyeya nenavendî de bibin şirîkên çalak. Em dev ji armancên şoreşa 15`ê Adarê û 19`ê Tîrmehê bernadin. Li ser vê esasê em dibêjin ku em amade ne li ser bingeheke demokratîk tev li saziyên dewletê û sazkirina destûra nû ya Sûriyeyê bibin ku hêviyên sûriyeyiyan rave dike.
 
Em bang li tevahî aliyan dikin ku xwedî berpirsyariyeke niştimanî bin, dev ji nefretê û tundiyê berdin, li hember hewldanên derxistina aloziyên hundirîn bisekinin. Her wiha em bang li hêzên siyasî yên niştimanî dikin ku di vê pêvajoya hesas de hevgirtî bin, diyaloga Sûriyeyê ji hewldanên têkbirina wê biparêzin, hêviyên gelê Sûriyeyê di dewleteke sivîl, demokratîk û adil de bi dest bixin." 
 
 
 

Sernavên din

10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil