NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên payebilind ên PDK û YNK’ê dê li Pîrmamê bicivin.
Mekteba Siyasî ya YNK’ê û PDK’ê dê bi serokatiya Bafil Talabanî û Mesûd Barzanî li bajaroka Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê ve bicivin. Hat zanîn ku dê di civînê de li ser çend mijarek cuda were axaftin, ji wan jî mijara muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexda û avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hene.