AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Şerîf Demîr, ragihand ku dê ji bo şopandina “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, “Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê” ava bikin.
Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), ji bo şopandina “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, amedekariya avakirina “Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê” dike. Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Şerîf Demîr, ragihand ku biryara avakirina komê di 28’ê Hezîranê de di kongreyê de girtine û got: “Tenduristî mafek e û divê hemû civak jê sûdê werbigrin. Pêşketina xizmeta tenduristiyê bi mercên demokratîk û aştiyê ve pêkan e.”
DÊ PÊVAJO BÊ ŞOPANDIN
Demîr diyar kir ku TTB mafên xwebûnê diparêze û di heman demê de li dijî pirsgirêkên civakî têdişkoşe û got: "TTB’ê her tim ji bo mercên demokratîk, aştiyê û ji bo tenduristiya civakî têkoşiyaye. Sîstemek tenduristiyê ya cuda di mercên demokratîk de û bi aştiyê ve pêkan e. Bi karanîna hêza ku em ji tecrûbeyên xwe ya dîrokî digirin, me nexşerêyek ji bo afirandina mercên demokratîk xêz kiriye. Em plan dikin ku komek ava bikin da ku pêvajoya aştiyê ya heyî bişopîne û rapor bike. Koma xebatê dê girîngiya van pêvajoyan ji bo tenduristiya civakê bişopîne. Koma xebatê dê her weha nexşerêyek ji bo nîqaşkirina van pirsgirêkan bi xebatkarên tenduristiyê û raya cemawerî re amade bike."
‘DIVÊ RÊXISTINÊN SAZIYÊN CIVAKÎ DI PÊVAJOYÊ DE CIH BIGRIN’
Demîr, diyar kir ku di warê tenduristiya civakê de başbûn tenê bi başbûna laş ve nayê bidestxistin. Demîr, bal kişand ku başbûn divê başbûna laşî, manewî, civakî û siyasî di nav xwe de bihewîne. Demîr destnîşan kir ku ev tenê bi avakirina civaka aştî û demokrasiyê ve dikare bê bidestxistin û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê, ger em behsa aştî û mercên demokratîk bikin, divê hem civak, hem rêxistinên saziyên civakî û hem jî rêxistinên pîşeyî beşdar bibin. Bi vî rengî, ev pêvajo dê bi bandortir bê birêvebirin. Em wek Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), amade ne ku di vê pêvajoyê de berpirsiyariyê li xe bigirin.”
‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’
Demîr, destnîşan kir ku divê dewlet gavên şênber biavêje û ji ber polîtîkayên antidemokratik civak bi fikar e û ev tişt got: “Divê tavilê gavên şênber bên avêtin. A herî girîng divê bi lezgînî girtiyên nexweş bên berdan. Herwiha bi hezaran kedkarên ku bi KHK’ê ve ji kar hatine avêtin, vegerin ser karên xwe. Heta ev gav neyên avêtin di ev fikar ji holê ranebin.”