AGIRÎ - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Narîn Gezgorê diyar kir ku civînên gel nişan dan ku aştiya civakî û avakirin gengaz e û got: "Gelê me niha li benda sererastkirinên berbiçav û qanûnî ye."
Civînên gel yên ku li Agiriyê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di çarçoveya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" de tên lidarxistin, berdewam dikin. Di çarçoveya van "Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk" de, bi hezaran welatî li hemû navçe û gundên bajêr, bi taybetî li navenda bajarê Agirî, li ser rewşa heyî ya pêvajoyê hatin agahdarkirin. Welatiyên beşdarî civînan bûn jî pirs û fikarên xwe yên li ser pêvajoyê anîn ziman.
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgorê, civînên gel yên li bajêr nirxandin û diyar kir ku wekî pêkhateyek ji Platforma Saziyên Demokratîk, wan biryar daye ku di çarçoveya vê pêvajoyê de civînan li dar bixin. Wan di çarçoveya vê pêvajoyê de li Agiriyê 40 civîn plan kiribûn, lê heta niha zêdetirî 100 civîn li dar xistine.
Narîn Gezgorê diyar kir ku wan li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de ev civîn dane destpêkirin û got ku bangê di serî de Kurdistan û Tirkiye bandoreke mezin kiriye. Narîn Gezgorê got: "Biryarên ku piştî vê bangê ji hêla tevgerê ve hatin girtin, pêwîstiya şoreşeke hişmendî û zîhniyetê di hundirê her yekî ji me de eşkere kir. Ji ber ku rê û rêbazên têkoşînê dê biguherin. Têkoşîna azadiyê dê li ser bingeheke cûda bidome. Banga birêz Ocalan û biryarên ku piştî navenda bangê hatine girtin li ser şoreşeke di hişmendî û zîhniyetê de, her wiha guhertin, veguherîn û ji nû ve sazkirina amûrên têkoşîna demokrasî û azadiyê ne. Amadekariya serdema nû ku dê veguherîneke şoreşgerî ya polîtîka, stratejî û mekanîzmayên rêxistinî di nav xwe de bigire, bi armanca xurtkirina bingeha diyalogê, misogerkirina aştiyê û avakirina civateke demokratîk, yek ji erkên bingehîn ên li pêşiya me ye."
‘DIVÊ HER KES BERPIRSIYARIYÊ HILGIRE'
Narîn Gezgorê diyar kir ku her kes xwedî erk û berpirsiyariyên guncaw ên serdema nû ye û got: "Her hevalekî partiyî ji bo rola xwe bilîze, divê di ruh, raman û pratîkê de xwe ji nû ve ava bike. Îro roj ew roj e ku em vê derfeta sedsalê bi awayekî rast bi kar bînin û derfetên heyîn ji bo gelê xwe berfireh bikin. Îro, bi guhdana vê bangê, divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe ya ji bo bicihanîna erka xwe ya 'xizmeta çareserî û aştiyê' bigirin ser xwe."
‘GEL LI BENDA SERERASTKIRINÊN BERBIÇAV Û QANÛNÎ YE'
Narîn Gezgorê diyar kir ku wan li Agirî tu cih nehiştiye u neçûnê û çavdêriyên xwe yên li ser van civînan wiha parve kir: "Gelê me bi hişmendî û pêşbînîyeke mezin nêzî rewşê dibe. Ew hêviyên serokatiya xwe bi awayekî rast şîrove dikin. Encamên ku di civînên ku em beşdar bûn de derketin holê ev bûn: aliyê kurd bi tevahî berpirsiyariyên xwe bi cih aniye, hêza siyasî ji bo xurtkirina bingeha siyasî ya demokratîk pêdivî bi amadekirina destûreke demokratîk heye û ev destûra demokratîk ji bo demokratîkbûna civakê bi tevahî gavên berbiçav hewce dike. Têgihîştina ku hem aştiya civakî û hem jî avakirina civakî mimkun in, derket holê. Bi rastî, banga birêz Abdullah Ocalan îşaret li ser pêwîstiya devjêberdana nîqaşa 'tu ez' kir. Gelê me niha li benda sererastkirinên berbiçav û qanûnî ye. Wekî din, di nav gelê me de hesteke fikarê heye ku ev jî ji ber pratîkên berê ye. Lêbelê, daxuyaniyên birêz Abdullah Ocalan ji fikarên gel re dibin bersiv."
MA / Omer Akin