Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye

  • rojane
  • 09:23 18 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnamevan Frederike Geerdink ku di Koma Aştî û Civaka Demokratîk de cih girt, diyar kir ku ev gava ku hatiye avêtin bangek ji dewletê re ye ku "tiştekî bike" û got: "Çek hatin şewitandin, lê têkoşîn hîn bi dawî nebûye."

Frederike Geerdink, yek ji rojnamevanên ku merasîma çekşewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11'ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li devera gundewarî ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe şopand, çavdêriyên xwe vegotin. 
 
Frederike Geerdink destnîşan kir ku merasîm gaveke girîng bûye û beşdar hestiyar bûne. Frederike Geerdink got: "Ji bo gaveke wisa minêkariyek hebû. Lê êşa ji ber polîtîkayên înkarker jî hebû. Ev yek bû sedema hêsiran. Di dîmenên ku min dîtin de, ev cih nagirin. Ji bo ku hûn fêm bikin ka ew hest çiqas kûr in, divê hûn li wir bûna. Vê yekê bandoreke mezin li min kir. Wê kir ku ez hîn bêtir fêm bikim ka ev gav çiqas kûr û watedar e."
 
ÊN ÇEK DANÎN: VEGER TUNE YE
 
Frederike Geerdink diyar kir ku piştî merasîmê bi Besê Hozat, Behzat Çarçel, Tekoşîn Ozan û Tekîn Muş re civiyaye. Dema ku wê ji Besê Hozat pirsî, "Hûn ji dewletê çi hêvî dikin?", bersiva "Em tiştekî hêvî nakin" wergirtiye. Frederike Geerdink got: "Di destpêkê de, min ev hevok fêm nekir. Lê paşê min fêm kir ku ev gav bi tu bendewariyekê nehatiye avêtin. PKK'ê biryarek bê şert û merc da ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Wan got ku ew ê venegerin, çi dibe bila bibe. Besê Hozat bi eşkereyî got, 'PKK hatiye fesixkirin.' Wan got, 'Piştî 50 salan têkoşîn gihîştiye asta ku êdî kurd nayên înkarkirin. Hebûna kurdan êdî nayê înkarkirin. Vegera li berê tune. Ji ber vê yekê em niha vê gavê diavêjin. Em ji hikûmetê tiştekî hêvî nakin, ji ber ku vegera vê gavê tune ye. Ev gav di heman demê de gaveke sembolîk bû ji bo zorê bidin dewletê. Ew bangek bû ku ji tiştek were kirin.'"
 
Frederike Geerdink destnîşan kir ku di hevdîtina wê de "xweparastin" jî di rojevê de bûye û got: "Mafê xweparastinê di îdeolojiya tevgera kurd de rêgezeke bingehîn e. Bersiva wan zelal bû: Bê guman, mafê xweparastinê bivênevê ye. Ger şerê li çiyayan berdewam bike, ger Tirkiye li ser çareseriyeke leşkerî israr bike, PKK an tevgera çekdarî ya Apoyiyan dê xwe biparêzin. Ev têkoşîn dê heta ku tundiya li dijî wan berdewam bike, berdewam bike. Hîn ne diyar e ku ev mafê xweparastinê dê di pêşerojê de çawa di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de were entegrekirin. Pêvajo niha ne di wê qonaxê de ye."
 
‘TÊKOŞÎN NEQEDIYAYE'
 
Frederike Geerdink got: "Çek hatine avêtin, lê têkoşîn hîn bi dawî nebûye" û wiha lê zêde kir: "Ciwanên ku li Stenbolê stranên kurdî gotin bi tundiya polîsan re rû bi rû dimînin. Şaredarên CHP tên girtin. Xuya ye ku dewlet bi çareseriyê re eleqedar nabe. Lê dîsa jî hêvî heye. Ev gava sembolîk a PKK'ê dikare destên aliyên alîgirê demokrasiyê di nav dewletê de xurt bike. Ev dikare bi têkoşînê gengaz bibe. Ez li Kurdistanê tiştekî fêr bûm; hêvî di têkoşînê de ye. Her çend ev dibe ku wekî dirûşmeyekê xuya bike jî, bi salan min wateya wê ya kûr fêm kir. Têkoşîn berdewam dike û ev bi serê xwe hêviyek e."
 
Frederike Geerdink got: "PKK tevgereke rewşenbîrî ye ku bala tevahiya cîhanê dikişîne. Ji ber vê yekê, carinan têgihîştina îdeolojiya wê dikare dijwar be. Dibe ku hin kes bifikirin, 'Çek hatin şewitandin, lê pirsgirêkên me çareser nebûne.' Ji ber vê yekê, tevger berpirsiyar e ku kiryarên xwe ji raya giştî re rave bike. DEM Partiyê li seranserê welêt civînên gel li dar dixe û her tiştî rave dike. Lê ev yek di çapemeniyê de bi têra xwe nayê dîtin. Ez hêvî dikim ku rojnamevanên biyanî beşdarî van civînan bibin û rapor bikin ka DEM Partî çawa planên xwe ji raya giştî re rave dike. Li rûerdê gelek tişt diqewimin, lê em di çapemeniya sereke ya rojavayî de hema hema tiştekî li ser vê yekê nabînin. Ev windahiyeke mezin e."
 
Frederike Geerdink destnîşan kir ku dewlet berpirsiyar e ku pêvajoyê rave bike û got: "Ev ne tiştek e ku tenê DEM Partî an tevgera kurd divê ji raya giştî re rave bike; divê dewlet jî rave bike. Ji ber ku gelê Tirkiyeyê 100 sal in ji hêla faşîzmê ve hatiye manîpulekirin. Divê em rave bikin ka çi diqewime."
 
ROLA JINAN
 
Frederike Geerdink, her wiha li ser rola jinan di vê pêvajoyê de axivî û got: "Rola jinan tam di dilê vê meseleyê de ye. Ji ber ku têkoşîna ku tevgera kurd dimeşîne di esasê xwe de li dijî feraseta baviksalar, feraseta dewleta neteweyî, faşîzmê û kapîtalîzmê ye. Ez difikirim ku ji ber vê yekê jin ber bi tevgerê ve tên kişandin. Ji ber ku ew ji bo jinan serî radikin. Di koma ku çek şewitand de gelek jin hebûn. Çapemeniya rojavayî jî li ser vê yekê ji min dipirse: 'Çima ewqas jin hebûn?' Ez rave dikim, lê ew pir caran şaş dimînin, dibêjin 'Çi?' Agahiyên têr li ser tişta ku tevgera kurd dike tune ne."
 
MA / Hîvda Çelebi
 

Sernavên din

12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza terorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da