Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike

  • rojane
  • 10:58 20 Îlon 2025
  • |

ENQERE - Komîsyona Wezîran têkildarî "mafê hêviyê" îşaret bi komisyona ku li meclisê hatibû avakirin kiribû. Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş ku vê yekê nirxand, got: "Komîsyon divê bi rêya qanûnên demkî tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike."

 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di 18'ê Îlonê de biryara xwe ya demkî der barê doza "Koma Gurban" de ragihand ku "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Emin Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî di nav de ye. Komîteyê di çarçoveya planeke çalakiyê ya nû ya der barê cezayê muebbeda girankirî de daxwaza guhertinên qanûnî kir. Komîteyê her wiha destnîşan kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li meclisê hatiye avakirin, dikare ji bo guhertinên qanûnî yên pêwîst bê bikaranîn.
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş ku di komîsyonê de cih digire, biryarên komîteyê nirxandin.
 
TESPÎTA ÎŞKENCEYÊ
 
Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku komîteyê saleke din mühlet daye Tirkiyeyê, lê divê ji demê bêtir balê bikişîne ser naveroka biryarê. Meral Daniş Beştaşê got: "Berî her tiştî, di biryarê de tespîta ku bêyî berdanê di girtîgehan de girtina mirovan işkenceye hat kirin. Em her tim vê tekez dikin. Ji aliyekî din ve, pêşniyazek jî heye ku divê ev yek tavilê were kirin. Ji ber vê yekê, divê em li ser vê mijarê bisekinin bêyî ku em bi demê ve girêdayî bimînin. Demên wiha dikarin tenê wekî prosedurî ​​bên nirxandin. Axir, awayekî xebatê ya komîteyê heye."
 
'DIVÊ TIRKIYE PÊK BÎNE'
 
Meral Daniş Beştaşê anî ziman ku komîteyê ji bo bicîhanîna biryarê îşaret bi komîsyonê kiriye û got: "Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Ew divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) esas bigire. Her wiha ji hêla qanûnî ve jî mecbûr e ku biryara der barê 'mafê hêviyê' de bicîh bîne. Ev rêziknameyên mecbûrî ne. Xala 90'emîn a Destûra Bingehîn hîn jî di meriyetê de ye. Ev nîşan dide ku biryar derbasdar e. Tew dibêje, ew di ser hiqûqa navxweyî re ye."
 
Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku helwesta Ocalan helwesteke bêhempa ye û got ku ew nikare tenê di çarçoveya "mafê hêviyê" de were nirxandin. Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku divê Ocalan di pozîsyoneke wiha de be ku karibe bi azadî bixebite û got: "Ji ber ku ew rêvebirê sereke yê vê pêvajoyê ye û axirê divê em di pirsgirêkeke sedsalî de encamekê bi dest bixin. Helwesta me, avakirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Rêyeke din tune. Ev welat bi sedan caran ceribandiye ku ev yek bi mirin, pevçûn, şer an jî tundûtûjiyê bi dawî nabe."
 
Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser înîsiyatîfa Ocalan di vê pêvajoyê de û biryara fesixkirina PKK'ê û merasîma tunekirina çekan bi bîr xist. Meral Daniş Beştaşê got: "Ev helwest dê niha çawa bidome? Bê guman, ew ê di çarçoveya qanûnî ya têkildar de bidome. Divê aktorekî siyasî di pozîsyoneke rêbertiyê de karibe bi rihetî û azad bixebite. Divê ew karibe bi her kesê ku dixwazin re hevdîtin bikin û bi wan re têkilî deyne. Ev yek ji xalên herî bingehîn ên komîsyonê ye."
 
'DIVÊ KOMÎSYON QANÛNÊ ÇÊBIKE'
 
Meral Daniş Beştaşê got: "Komîte, di esasê xwe de ji Tirkiyeyê re dibêje: 'Hûn pêvajoyekê dimeşînin. Muxatabê we Abdullah Ocalan e û divê ev komîsyon vê pirsgirêkê çareser bike.' Ez vê yekê bi awayekî tercime dikim. Em nikarin niha vê yekê paşguh bikin. Endamên komîsyonê nikarin vê yekê paşguh bikin. Em bi tevahî rast nabînin taloqkirina vê. Bi hezaran kes hene ku cezayê muebbedê yê girankirî li wan hatiye birîn. Ji ber vê yekê, berdewamiya bênavber a îşkenceyê ne li gor rêgezên hiqûqê, ne jî rûmeta mirovan û zihniyeta demokratîk e. Ji ber vê yekê, komîsyon ku ez endamê wê me, divê lezgînî û pêşîniyê bide vê yekê (mafê hêviyê) û bi rêya qanûnên demkî wê daxilî rojeva xwe bike. Em ê ji bo vê yekê hewl bidin."
 
Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser girîngiya pêşniyazên Ocalan n têkildarî pêvajoyê û destnîşan kir ku divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike. 
  
MA / Omer Gungor 
 

Sernavên din

25/09/2025
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN
08:34 Elyakut piştî 32 salan hate berdan
24/09/2025
20:19 Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin
20:13 Ji bo beşdariya li meşa ji bo Rojîn Kabaîşê bang
18:39 Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin
18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin
18:12 Civîna komisyonê bi dawî bû: Em ê raporeke xurt berpêşî meclisê bikin
17:45 Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin
17:38 Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:26 MKG’ê bertek nîşanî gefên li rojnamegerên jin hatine xwarin da
16:03 Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin
15:41 Şînên Ertaş, Işik û Oztan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:40 YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da
14:56 Ayşegul Dogan: Daxwaza civakê gavên şênber e
14:05 YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
14:02 Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
12:46 Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin
12:04 Girtiyê nexweş Kaya sewqî girtîgeheke din kirin
11:59 Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
11:15 Kurtulmuş: Em ê li ser amadekariyên sererastkirinên yasayî bisekinin
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir
09:57 KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin
09:55 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir
09:31 Meclisa Mexmûrê: Kompoloyeke nû heye, xwedî li kampê derkevin
09:29 Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:28 Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin
09:26 Şîrketa DÎMÎN'ê bêyî guh bi de hişyariya DSÎ'yê dest bi xebatên lêgerîna madenan kir
09:25 DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin
09:23 Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin
09:22 Li endamên META-DER'ê ferzkirina 'sîxurtiyê': Hûn jî dikarin bibin 'Yeşîl'
09:20 Behsa 'Hevrêyê Azadiyê' Riza Altûn kir: Pêşengê berxwedanê bû
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN
23/09/2025
20:09 Cenazeyê wî piştî 6 salan hat definkirin
19:58 Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş hat kirin
16:44 Ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Dumluyê daxwaza lêkolînê hat kirin
16:14 Cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş hate betalkirin
13:52 Kampanyaya DEM Partiyê ya 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku' mezin dibe
13:08 Daxwaza sereke ya xelkê Rihayê azadiya Ocalan e
12:40 Gelek taxên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
12:23 Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da
11:13 Danişîna doza rojnameger Şahîn hat lidarxistin
11:13 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:03 Di êrişên Îsraîlê de 17 Filistînî hatin qetilkirin
11:02 Îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin ji saziyên navneteweyî re hatin şandin
11:01 Çar welatên din ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin
10:30 Hunermendê Arjantînî Racca ji bo Ocalan bang kir
10:08 Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin
10:08 Li Fransayê polîsan bi ser komeleya Kurd de girt
10:07 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
10:04 Madena Cengîz Holdîngê golan ziwa dike
09:31 Li Bismilê şewat derket: Zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
09:20 Qeydên NÇA'yê dê heya 20'ê Cotmehê bidomin
09:18 'Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin'
09:17 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê zemîneke qanûnî divê
09:09 Şîrketa Koza Altinê Giyadînê talan dike
09:08 DEDAŞ'ê deynê gundan li muxtaran birî: Mal û milkên wan hatin heczkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2025'AN
22/09/2025
21:25 Hêzên hikûmeta demkî êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin
15:19 Li Pulat ê gef li rojnameger Oznûr Degerê xwaribû doz hat vekirin
15:11 Komîsyon vê hefteyê dê li saziyên lêkolînê guhdarî bike
14:30 Fîlmê ‘Heval Birako’ diyarî Nazim Daştan hate kirin
14:23 Li dijî binpêkirinên li girtîgehên ‘tîpa bîrê’ banga hestiyariyê
14:14 Li pêşiya Girtîgeha Sîncanê bang kirin: Dawî li binpêkirina mafê berdana bişert bînin
13:36 TJA’yê ji bo jinên li Efxanistanê bang kir
13:29 HSD: DAIŞ’ê di 10 mehên dawî de 153 caran êriş kir
13:18 TEV-DEM’ê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir
13:17 NY bi rojeva Filistînê dicive
12:41 Ji bo kursên şaredariyê yên Kurdî û Farisî eleqeyeke zêde heye
11:45 ‘Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike’
11:21 Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket
11:13 'Xelatên Gurbetellî Ersozê tê wateya domandina kevneşopiya wê’
10:37 Ji gundê Izêrê ku Ocalan dixwest dîsa biçe serdanê: Em li çaverêya wî ne
10:03 Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû
09:43 Ji şaredariya AKP’ê skandal: Jinên biyanî bi nasnameyên sexte hatin zewicandin
09:34 DFG: Evran dê di têkoşîna gelê Kurd bijî
09:28 Ji bo parastina Keşîşxaneya Varagavankê û Keleha Yoncatepeyê bang kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2025’AN
08:52 Dîroka konsera Koma Amedê diyar bû
08:52 Mihrîcana Surfest II bi konserê bi dawî bû
21/09/2025
16:43 Şaxa DAD’ê ya Enqereyê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:21 Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike
15:55 Ji ESP’ê kampanyaya ‘Çareseriya kedkar’
15:20 2 hezar û 541 kesayetên Sûriyeyî dixwazin hevdîtinê bi Ocalan re bikin
15:05 HSD’ê îdiayên wezareta parastinê ya Şamê derewand
14:49 Ozgur Ozel dîsa bû serokê giştî yê CHP’ê