Abdullah Ocalan: Endamên hêja yên çapemeniyê xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne

  • rojane
  • 19:33 20 Îlon 2025
  • |
img
STENBOL - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo torena 32’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad payemek şand û got: “Di pêkanîna berpirsyarî û ked dayînê de endamên hêja yên çapemeniyê, xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ne.”
 
32’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji bo bîranîna Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê Îlona 1992’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve li Amedê hat qetilkirin tê dayîn, li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoyê merasîm têne lidarxistin.
 
Aktîvîstên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Buroya Hiqûqê ya Asrin, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), hejmareke zêde ya rojnamevan û gel beşdseî merasîmê bûn. Malbatên xebatkarên çapemeniya azad Çetîn Abayay, Nazîm Babaoglû, Burhan Karadenîz, Nûjiyan Erhan, Necmettîn Salaz, Engîn Kişîn, Kemal Kiliç, Mazlum Erencî, Azîz Koyluoglû, Nesrîn Teke, Rohat Aktaş, Huseyîn Denîz, Orhan Karaagar, Nazim Daştan, Metin Goktepe jî amade bûn.
 
Pankarta "Bîranînên wan rêya me ronî dike" li hola ku merasîm lê hate lidarxistin hate daliqandin, wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz û xebatkarên din ên çapemeniya azad ên ku ji salên 1990’î hatine qetilkirin hatin daliqandin. Pêşangehek wêneyên ku ji arşîva çapemeniya azad hatine berhevkirin jî li ber deriyê holê hate danîn.
 
NAMEYA ABDULLAH OCALAN 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nameyek ji bo merasîma 32’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad  şand. Abdullah Ocalan di nameya xwe de hevdîtina xwe ya bi aqilmendê Kurd Mûsa Anter re vegot û diyar kir ku Mûsa Anter taybetmendiya rêgezî afirandiye.
 
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye: 
 
“Atmosfera salên 1970'î ji aliyê Kurdan de divê baş bê fêhmkirin. Înkar di asteke bilind de bû. Rev gelekî zêde bû. Navê Kurdan jî nedihat bilêvkirin, derdora bi înkarê pêçayî bû. Te navê xwe bigota, ew bi tena serê xwe dihate wateya windakirina her tiştî. Bi destpêka salên 1970'î re min dixwest veguherîneke dîrokî bikim. Li Stenbolê ez çûm komeleyan û min gava xwe ya destpêkê avêt. Min got, 'Ez gotina Kurd bi kar bînim' û min bi kar anî. Yekemcar min Mûsa Anter li wir dît. Dîtina destpêkê û ya dawî bû.
 
Apê Mûsa gelekî bi qîmet û hêja ye. Piştî salên 1970'î yek ji kesayetên destpêkê ye ku dengê xwe bilind kir. Dibe ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn yekane welatparêzê cidî ye. Bi tena serê xwe weke partiyekê bû. Nîv sed salê weke partiyekê tevgeriya. Partî ava nekiribû lê belê hewl dida bi rêya wêjeyê hin tiştan bibêje. Di mijara wêjeyê de Yaşar Kemal çi be, ew jî ew e. Yaşar Kemal bi Tirkî, ew jî bi Kurdî. Ev gelekî hêja bû. Lewma xwedî taybetmendiyeke pîvanî ye. Ji xwe ji ber ku welê bû, ji aliyê kontrayan ve hate qetilkirin.
 
Li Stenbolê dema ku me hev dît, derfetê min çêbû ku em kêliyekê bi hev re bimeşin. Şîret li me dikir. Digot, 'Xwedî li xwe derkevin'. Me jî hewl da wê bike, hîn jî em hewl didin. Ji wê rojê em hatin vê rojê.
 
Niha jî em bi armanca avakirina Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyê dimeşînin. Ji bo serrxistina vê jî pêwîstî bi hewldaneke hêja û cewherî heye. Hêvî û baweriya min a ji bo serketinê mezin e.
 
Gava ku gotin bi heqîqetê re bû yek, gelekî bi bandor, afirîner û rêveber dibe; divê ev yek neyê jibîrkirin. Bi vê heqîqetê divê xebatkarên çapemeniyê yên hêja di vê mijarê de bi rola xwe ya tevkarî û berpirsyariyê rabin. Ev yek berpirsyariyeke dîrokî ye. 
 
Di dawiya gotinên xwe de ez şehîdên me yên çapemeniya azad bi bîr tînim, ji xebatkarên çapemeniyê re yên ku li ser şopa Mûsa Anter hewl didin armancên wî bi cih bînin, serketinê dixwazim."
 
 
 

Sernavên din

25/09/2025
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN
08:34 Elyakut piştî 32 salan hate berdan
24/09/2025
20:19 Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin
20:13 Ji bo beşdariya li meşa ji bo Rojîn Kabaîşê bang
18:39 Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin
18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin
18:12 Civîna komisyonê bi dawî bû: Em ê raporeke xurt berpêşî meclisê bikin
17:45 Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin
17:38 Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:26 MKG’ê bertek nîşanî gefên li rojnamegerên jin hatine xwarin da
16:03 Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin
15:41 Şînên Ertaş, Işik û Oztan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:40 YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da
14:56 Ayşegul Dogan: Daxwaza civakê gavên şênber e
14:05 YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
14:02 Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
12:46 Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin
12:04 Girtiyê nexweş Kaya sewqî girtîgeheke din kirin
11:59 Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
11:15 Kurtulmuş: Em ê li ser amadekariyên sererastkirinên yasayî bisekinin
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir
09:57 KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin
09:55 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir
09:31 Meclisa Mexmûrê: Kompoloyeke nû heye, xwedî li kampê derkevin
09:29 Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:28 Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin
09:26 Şîrketa DÎMÎN'ê bêyî guh bi de hişyariya DSÎ'yê dest bi xebatên lêgerîna madenan kir
09:25 DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin
09:23 Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin
09:22 Li endamên META-DER'ê ferzkirina 'sîxurtiyê': Hûn jî dikarin bibin 'Yeşîl'
09:20 Behsa 'Hevrêyê Azadiyê' Riza Altûn kir: Pêşengê berxwedanê bû
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN
23/09/2025
20:09 Cenazeyê wî piştî 6 salan hat definkirin
19:58 Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş hat kirin
16:44 Ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Dumluyê daxwaza lêkolînê hat kirin
16:14 Cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş hate betalkirin
13:52 Kampanyaya DEM Partiyê ya 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku' mezin dibe
13:08 Daxwaza sereke ya xelkê Rihayê azadiya Ocalan e
12:40 Gelek taxên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
12:23 Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da
11:13 Danişîna doza rojnameger Şahîn hat lidarxistin
11:13 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:03 Di êrişên Îsraîlê de 17 Filistînî hatin qetilkirin
11:02 Îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin ji saziyên navneteweyî re hatin şandin
11:01 Çar welatên din ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin
10:30 Hunermendê Arjantînî Racca ji bo Ocalan bang kir
10:08 Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin
10:08 Li Fransayê polîsan bi ser komeleya Kurd de girt
10:07 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
10:04 Madena Cengîz Holdîngê golan ziwa dike
09:31 Li Bismilê şewat derket: Zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
09:20 Qeydên NÇA'yê dê heya 20'ê Cotmehê bidomin
09:18 'Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin'
09:17 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê zemîneke qanûnî divê
09:09 Şîrketa Koza Altinê Giyadînê talan dike
09:08 DEDAŞ'ê deynê gundan li muxtaran birî: Mal û milkên wan hatin heczkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2025'AN
22/09/2025
21:25 Hêzên hikûmeta demkî êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin
15:19 Li Pulat ê gef li rojnameger Oznûr Degerê xwaribû doz hat vekirin
15:11 Komîsyon vê hefteyê dê li saziyên lêkolînê guhdarî bike
14:30 Fîlmê ‘Heval Birako’ diyarî Nazim Daştan hate kirin
14:23 Li dijî binpêkirinên li girtîgehên ‘tîpa bîrê’ banga hestiyariyê
14:14 Li pêşiya Girtîgeha Sîncanê bang kirin: Dawî li binpêkirina mafê berdana bişert bînin
13:36 TJA’yê ji bo jinên li Efxanistanê bang kir
13:29 HSD: DAIŞ’ê di 10 mehên dawî de 153 caran êriş kir
13:18 TEV-DEM’ê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir
13:17 NY bi rojeva Filistînê dicive
12:41 Ji bo kursên şaredariyê yên Kurdî û Farisî eleqeyeke zêde heye
11:45 ‘Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike’
11:21 Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket
11:13 'Xelatên Gurbetellî Ersozê tê wateya domandina kevneşopiya wê’
10:37 Ji gundê Izêrê ku Ocalan dixwest dîsa biçe serdanê: Em li çaverêya wî ne
10:03 Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû
09:43 Ji şaredariya AKP’ê skandal: Jinên biyanî bi nasnameyên sexte hatin zewicandin
09:34 DFG: Evran dê di têkoşîna gelê Kurd bijî
09:28 Ji bo parastina Keşîşxaneya Varagavankê û Keleha Yoncatepeyê bang kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2025’AN
08:52 Dîroka konsera Koma Amedê diyar bû
08:52 Mihrîcana Surfest II bi konserê bi dawî bû
21/09/2025
16:43 Şaxa DAD’ê ya Enqereyê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:21 Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike
15:55 Ji ESP’ê kampanyaya ‘Çareseriya kedkar’
15:20 2 hezar û 541 kesayetên Sûriyeyî dixwazin hevdîtinê bi Ocalan re bikin
15:05 HSD’ê îdiayên wezareta parastinê ya Şamê derewand
14:49 Ozgur Ozel dîsa bû serokê giştî yê CHP’ê