ENQERE - Endamên KESK’ê yên ku ji bo xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin vegerin ser karên xwe, ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyabûn, xwestin biçin pêşiya Meclisê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ji bo xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê ve ji kar hatibûn derxistin vegerin ser karên xwe, bi dirûşma “Em ê karê xwe bi paş ve bistînin” di 14’ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn. Meşa endamên KESK’ê di roja 4’emîn de duh gihîşt Enqereyê. Endamên KESK’ê vê sibehê xwestin bimeşin ber Meclisê lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Endamên KESK’ê li ber avahiya Navenda Giştî ya Egîtîm Senê hatin astengkirin û polîsan nehişt ku çalakvan biçin ber Meclîsê daxwazên xwe bînin ziman. Di çalakiya li ber Egîtîm Senê de parlamenterên DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez û Yilmaz Hun jî piştgirî dan karmendan.
Li ber navenda Egîtîm Senê polîsan çalakvanan dorpêç kir. Çalakvanan di nava dorpeçê de bi çepikan û berzkrina dirûşma “Bijî berxwedana kedkaran” bertek nîşanî astengiyê dan.
Komek ji endamên KESK’ê jî li ber deriyê Meclisê ya li Çankayê hatin astengkirin. Dorpêçkirina çalakvanan li her du noqteyan jî berdewam dike û çalakvanan nerazîbûn nîşan dan.