ENQERE - Serokê Sendîkaya Çapemeniyê ya Kedkarên Çapemeniyê ya DÎSK'ê Turgut Dedeoglû diyar kir ku qeyûmê ku ji bo Tele1'ê hatiye tayînkirin xeleka dawîn a zextên li ser çapemeniyê ye û got ku tevî ku ji sedî 95 hêza çapemeniyê di destê desthilatê de ye jî, ew dixwazin çapemeniya muxalîf jî kontrol bikin.
Di demeke ku li ser aştî û demokrasiyê nîqaş tên kirin de, sansûr û zextên li ser çapemeniyê bênavber berdewam dikin. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), 27 rojnamevan hîn jî di girtîgehê de ne. Di rapora meha Îlonê ya DFG'ê de her wiha hat destnîşankirin ku 10 rojnamevan hatine binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin, li dijî 19 rojnamevanan lêpirsîn hatine destpêkirin û lêpirsînên li dijî 22 rojnamevanan jî veguherine dozên dadgehê.
Herî dawî jî, di çarçoveya lêpirsîneke "sîxuriyê" ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin, di 24'ê Cotmehê de ji bo ABC Radio, Televîzyon û Weşangeriya Dijîtal ku xwediyê televîzyona TELE1'ê ye, qeyûm hat tayînkirin. Di heman demê de, lêpirsîn li dijî rojnamevanên ku li ser mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş nûçe çêkirine û li ser platforma medyaya X'ê parvekirin kirine, hat destpêkirin.
Serokê Sendîkaya Kedkarên Çapemeniyê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Turgut Dedeoglû der barê polîtîkayên zextê yên dawî yên li ser çapemeniyê de ji ajansa me re axivî û peyama "Rojnamevan dê paş ve gav nevaêjin" da.
Dedeoglû anî ziman ku pêkanînên qeyûman mafê rêxistinbûyînê yên rojnamevanan ji holê radike û got: "Piştî tayînkirina qeyûm, hem mafê rêxistinkirinê yê hevpîşeyên me tê sînordarkirin hem jî mafê wan ê xebatê kêm dibe. Me vê di Flash TV'yê de dît. Dawî li karê gelek hevalên me anîn. Rêxistinkirin jixwe ne pêkan e. Rojanmevanekî endamê sendîkayê nikare li cihekî girêdyaî TMSF'ê xwe birêxistin bike. Li Tirkiyeyê li ser rojnamevanan zexteke pir zêde heye. Çima? Ji ber ku desthilat bi zorê li ser pêyan disekine."
Dedeoglû anî ziman ku kevneşopiya çapemeniyê tevî hemû zextan jî têkoşîna xwe didomîne û got: "Di girtîgehan de jî bimînin, bên darizandin jî wekî hevalên me yên li Sûriyeyê hatin kuştin karê xwe didomînin. Axirê hene. Em bi saya wan gelek bûyeran keşf dikin." Dedeoglû destnîşan kir ku zextên desthilata siyasî çi qas zêde dibin bila bibin, dê rojnamevan paş de gav neavêjin û dê xwe birêxistin bikin.
