Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje

img
AMED - Serokên Partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên bajarê Amedê, diyar kirin ku biryara vekişînê ji Tirkiyeyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo mayindebûna aştiyê firsendekî dîrokî ye û gotin: “Divê dewlet bêyî bi demê re vehêle demildest gavên hiqûqî û şênber biavêje.”
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê dest pê kir, bi biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê derbasî qonaxeke nû bûbû. Piştî vê biryarê, di 11’ê Tîrmehê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk li Şikefta Casenê merasîma çekşewitandinê li dar xist. Piştî van gavan, raya giştî li bendê ye ku dewlet jî gavan biavêje. Lêbelê gavneavêtina dewletê, di nava gel de rê li ber rexne û fikaran vedikin. Tevgera Azadiyê ya Kurd, di demeke wiha de biryareke dîrokî da û ji bo pêşîlêgirtina provokasyonan, biryar da ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişîne. 
 
Serokên Partiya Saadetê, Partiya Gelecekê û Partiya DEVA’yê yên bajarê Amedê, têkildarî pêvajoyê ji ajansa me re axivîn. 
 
‘PIRSGIRÊKA KURD MEZINTIRÎN PIRSGIRÊK E KU DIVÊ BÊ ÇARESERKIRIN’ 
 
Serokê bajar ê Partiya Saadetê Abdurrahman Ergîn, diyar kir ku divê her kes bikare di nava aramî û aştiyê de bijî û got: “Meseleya Kurd ji qasî tê xuyakirin gelek mezintir e. Li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hejmareke zêde ya Kurdan heye. Gavên li van deran tên avêtin dê bandorê li welat û herêmê bikin. Lewma girîng e ku pêvajo di çarçoveya aştî, xwişk-biratî û hiqûqê de bê meşandin.” 
 
 'DIVÊ DEWLET TAVILÊ GAVAN BIAVÊJE’
 
Ergîn, destnîşan kir ku hewceye dewlet jî demildest li hemberî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtine gavan biavêje û wiha domand: “Li hemberî gavên rêxistinê yên weke çekberdanê û vekişînê, divê dewlet jî têkildarî van sererastkirinên yasayî bixe meriyetê. Verastkirinên hiqûqî divê şefaf bin, adilane bin û li gorî wijdana raya giştî bin. Rewşa endamên rêxistinê, çekberdan û vekişîna ji Tirkiyeyê divê bi saziyên dewletê re bi hemahengî bê meşandin. Ji bo rê nedin provokasyonan divê lez bidin pêvajoyê. Jixwe biryara rêxistinê ya vekişîna ji Tirkiyeyê jî nîşan dide ku dixwazin xwe ji provokasyonan dûr bigirin.” 
 
‘DI HER QADÊ DE HEWCEHÎ BI DEMOKRATÎKBÛNÊ HEYE’ 
 
Ergîn, bi lêv kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke cidî ya demokratîkbûnê heye û wiha pê de çû: “Niha, bi hemû rêbazan hewl didin muxalefetê bêdeng bikin. Ev jî di mijara demokratîkbûnê de ji gel re jidil nayê. Di her qadê de hewcehî bi demokratîkbûnê heye. Ji qeyûm heta bêdengkirina muxalîfan û girtina rojnamegeran, di qadeke berfireh de pêdivî pê heye. Weke mînak, neberdana Selahattîn Demîrtaş û hevserokan di serê gel de nakokiyê çêdike.”
 
PIRSGIRÊKA ZIMAN
 
Ergîn, da zanîn ku yek ji mijara herî girîng a pêvajoyê ziman e û got: “Yek ji mijara gelê me herî zêde li ser disekine jî meseleya ziman e. Parastina zimanekî û zindîhiştina wê ya li welatekî dewlemendî ye. Ev mijar tenê bi TRT Kurdî û dersên hilbijarî çareser nabe. Mixabin em dibînin ku Kurdî îro qels dibe û bi tunebûnê rû bi rû ye. Êdî nifşên ku ji zimanê dapîra xwe fêm dikin lê nikarin bi neviyên xwe re biaxivin hene. Divê mijara ziman di çarçoveya însanî û Îslamî de were parastin.”
 
‘QONAXA KRÎTÎK’
 
Serokê Bajar ê Partiya Gelecekê Aydin Ataç jî anî ziman ku gava Tevgera Azadiyê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de qonaxeke krîtîk e û got: “Hewceye dewlet di vê qonaxê de bêyî guh bide bertekên civakê, gavên bibiryar biavêje. Girîng e ku komîsyon pêşniyarên şênber bike. Bi vekişîna ji Tirkiyeyê re dê avadaniya civakî jî xurt bibe. Hewceye zagon û destûra bingehîn bêyî xwe li sala 2026’an bê girtin werin amadekirin û civak jî daxilî pêvajoyê were kirin. Xebatên komîsyonê gelek dirêj ajot û divê ji bendewariyên gel re bibin bersiv.” 
 
‘GIRÎNG E KU PÊVAJO BITENDURIST BIMEŞE’ 
 
Serokê Bajar ê Partiya DEVA’yê Mehmet Remzî Kaymak jî bi bîr xist ku pêvajo pir hêdî dimeşe û got: “Jixwe dema PKK’ê çekên xwe şewitandî hemû çalakiyên xwe bi dawî kiribû. Ev jî nîşaneyeke erênî ya pêvajoyê bû. Lê pêvajo pir hêdî meşiya. Geşedanên li girtîgehan pêş çavên gel diqewimin. Hewceye Meclis biryarên radîkaltir bide. Ji bo pêvajo bi ser keve divê komîsyona behsa xeberê yekser bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Bi entegrasyona demokratîk re bila kesên derve bikarin bên cem malbatên xwe û xwedî mafê siyaseta demokratîk bin. Divê gavên erênî tavilê bên avêtin.” 
 
MA/ Melîk Varol

Sernavên din

06/11/2025
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin
13:31 Der heqê Şenbayram ê li dijî tacîza li zarokan hatiye kirin nobet digirt lêpirsîn vekirin
13:20 Hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê weke sûc hat dîtin!
12:20 Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin
11:48 Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin
11:12 Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin
11:11 Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
10:58 Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
10:58 Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
10:50 Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome
10:17 Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne
10:16 Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike
10:15 Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin
09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome
18:40 Li baregehek Heşdî Şeebî teqînek çêbû
18:25 Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive
17:46 Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir
17:00 Bakirhan bi Serokê TUSÎAD’ê re hevdîtin kir
16:57 Protestoyên 4’ê Mijdarê: Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve
16:52 Şîna Recep Unuş hate ziyaretkirin
16:09 Rojnamegerên Daştan û Bîlgîn bi bîr anîn beraet kirin
15:38 Bakirhan: Hewceye komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
15:37 Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
15:19 MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye