STENBOL - Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Dîdem Yilmazê diyar kir ku hewceye dewlet gavên her kes li bendê ye biavêje û got: “Divê devlet verastkirinên zagonî yên baweriyê didin bike.”
Tevgera Azadiyê ya Kurd di 26’ê Cotmehê de li quntarê Qendîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Tirkiyeyê kiriye. Gelek rojnamegerên neteweyî û navneteweyî jî daxuyanî ji nêz ve şopand. Daxuyaniyê, li seranserî cîhanê deng veda. Niha jî çavê her kesî li gavên dê dewlet biavêje ye.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê Dîdem Yilmaz, têkildarî mijarê axivî.
‘HELWESTA DEWLETÊ RÊ LI BER BÊBAWERIYÊ VEDIKE’
Dîdem Yilmazê, got ku biryara hatiye dayin dilsoziya bi biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê jî nîşan dide û ev tişt anî ziman: “Bi taybet hate diyarkirin ku biryar bi erêkirina birêz Ocalan hatiye dayin. Bi vê yekê re nîqaşa li ser dihat kirin jî bi dawî kirin. PKK tevî birêz Ocalan bi biryarên hevpar gavên pratîkî diavêjin lê dewlet hêj jî tu tiştekî nake. Ev helwest jî rê li ber bêbaweriyê vedike. Divê dewlet êdî gavan biavêje.”
‘VERASTKIRINÊN ZAGONÎ YÊN DEMOKRATÎK ŞERT IN’
Dîdem Yilmazê anî ziman ku di demeke aliyek ewqas gavan diavêje de gavneavêtina dewletê rê li ber pirsa “çi dibe?” vedike û got: “Di vê qonaxê de divê dewlet verastkirinên zagonî bike. Berdana girtiyên siyasî, rakirina TMK’ê, verastkirinên zagonî divê çendek ji van gavan bin ku bawerî ava bibe. Di vir de hewceye entegrasyona demokratîk bikeve dewrê. Weke sermizakerevan, divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe da ku bi rehetî bikare tev li bibe. Ya din jî ji bo vegera PKK’iyan divê temînat were dayin. Heke ji bo siyaseta demokratîk gavek were avêtin, divê kesên 50 sal in ji bo vê têdikoşin jî bikarin tev li bibin û gotina xwe bikin.”
‘POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ BERDEWAM IN’
Dîdem Yilmazê bi lêv kir ku dewlet û îktîdar polîtîkayên ewlehiyê didomînin û wiha bi dawî kir: “Ev helwest jî baweriyê têk dibe. Hûnli rexekî behsa bidawîkrina şer û berdana çekan dikin lê li rexê din tezkereyê qebûl dikin. Madem dê şer xelas bibe wê demê ev tezkere ji bo çi ye? Nêzikatiya li Sûriyeyê jî zirarê dide pêvajoyê. Dewlet, pêvajoyê vedihêle. Tişta jê tê xwestin, zagonên demokratîk û polîtîkayeke nû ye. Em ji Ocalan bawer in û divê dewlet van nakokiyan ji holê rake. Divê hemû beşên civakê tev li pêvajoyê bibin. Divê her kes bikare bibêje ‘ev meseleye meseleya me tevan e.’ Hewceye hemû derdor ji berê xwe ve ji bo vê pêvajoyê xebatan bimeşînin.”
MA / Yeşîm Tukel
