Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike

  • rojane
  • 13:34 30 Cotmeh 2025
  • |
img

ENQERE - Zanyarê Siyasetê Eren Aksoyoglû, diyar kir ku siyaseta Abdullah Ocalan li Meclisê bike pêwîstiyeke pêvajoyê ye û got: “Heke Meclis giraniya xwe nîşan bide; diviyabû Abdullah Ocalan bianiya Enqereyê, Meclisê. Di vê pêvajoyê de peywir dikeve ser milê sosyal demokratan.” 

 
Zanyarê Siyasetê Enes Aksoyoglû, têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û biryara vekişîna ji Tirkiyeyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd axivî. Aksoyoglû, diyar kir ku gav yekalî tên avêtin û got: “Bêguman tiştên divê Enqere jî bike hene. Divê gavan biavêje lê Enqere di vê mijarê de di tariyê de ye. Heman helwesta salên 90’î yên saziyên dewletê didome. Her ku îktîdara AKP’ê daxilî pêvajoyê dibe hin pirsgirêkên rojane derdikevin holê. Ev jî pirsgirêk e. Di qonaxekê şûnde li gorî min dê meseleyên têkildarî rêvebirina dewletê derkevin. Tevî vê jî divê pêvajo were domandin.”
 
‘DIVÊ ZEMÎNA SIYASÎ BÊ AVAKIRIN’  
 
Aksoyoglû, got ku ji bo mayindekirina aştiyê divê pêvajo domdirêj be û wiha domand: “Ya esasî ew e ku civak ji bo hemû pêvajoyan qebûl bike, zemîneke siyasî ya ji bo salên dirêj hatiye rêxistinkirin were avakirin. Li şûna weke helwestekî populîst yekser nîqaşan li ser destûra bingehîn û metnên zagonî were nîqaşkirin, divê rê û rêbaza rast were dîtin û civakê qaneh bikin. Nexwe civak dê îtîrazê bike. Ya rast ew e ku navenda civakî were avakirin û metnên destûra bingehîn weke encama wê bên pêşkeşkirin.” 
 
‘ENCAMÊN BIÇÛK BI XWE RE TÎNE’
 
Aksoyoglû, bi lêv kir ku komîsyona li Meclisê hêdî û bêçareserî pêş dikeve û got: “Beriya her tiştî divê zemînekê wê ya zagonî hebe. Nexwe komîsyon ji bilî çendek pêşniyaran, dê nekare tiştekî din bike. Li aliyan guhdarî dikin lê ev nakevin pratîkê. Îktîdar di komîsyonê de serwer e û nahêle fikrên pir cuda derkevin holê. Dema mirov ji vî alî ve lê dinêre jî dibîne ku komîsyon tenê ji hêla şiklî ve heye. Tevî pratîka Meclisê û hemû aliyan jî encamên pir biçûk bi xwe re tîne. Divê ev rewş biguhere. Baskekî din ê vê rewşê jî raya giştî ye. Em xebatên komîsyonê tenê ji girtekan dişopînin. Destûrê nadin raya giştî bi berfirehî nîqaş bike. Alî jî neçar dimînin ku bi awayekî li dijî xwe otosansurê bikin.” 
 
‘RIZÎBÛNEKÎ CIVAKÎ HEYE’
 
Aksoyoglû, diyar kir ku yek ji pirsgirêka esasî ew e ku destûra bingehîn bi qasî tê xwestin azadîxwaz nîne û wiha pê de çû: “Civak jî zêde li xwe nagire. Zagonên heyî, ji bo avakirina tehekûma li ser civakê hatine avakirin. Dînamîkeke civakî ku dibêje guherîn û veguherîninên metnên esasî yên destûra bingehîn dê 5 salên din ji Erdogan re diyarî bike. Rêya guherandin û veguherandina vê nîqaşê jî ew e ku ji bo teşedayîna pêvajoyên zagonî, pêvajoyên destûra bingehîn bên cîbicîkirin. Ji bo vê jî divê pêvajoyeke hemû aliyan hembêz dike bikeve dewrê. Lê hesasiyeta muxalefeta civakî ya Tirkiyeyê di vê mijarê de pir hesas e û li dijî Erdogan e. Li gorî min divê aktorên pêvajoyê, ji ewil navenda civakî ava bikin, bala wan li ser vê be û piştre jî li gorî encaman, li ser pêvajoyên destûra bingehîn û zagonî bisekinin. Nexwe pêvajo dê tenê veguhere diyarkirina pozîsyona Erdogan. Rêya xelasiya ji vê jî ew e ku hemû alî mitabiq bibin. Ji ber ku li Tirkiyeyê her wiha rizîbûneke civakî ya ji ber dewletê jî heye. Lewma em hêj li ser girtiyên nexweş, tecrîd û qeyûman diaxivin.” 
 
‘GIRANIYEKE MECLISÊ NEMA’  
 
Bi domdarî Aksoyoglû, bi lêv kir ku divê Abdullah Ocalan bikare di Meclisê de siyasetê bike û ev tişt anî ziman: “Bi gotineke ji Anatoliyayê vebêjim; kevir di cihê xwe de giran e. Lewma jî heke Meclis bixwaze giraniya xwe nîşan bide, wê demê divê Abdullah Ocalan were Enqereyê, bê Meclisê. Divê rê bê dayin ku endamên komîsyonê pirsan jê bikin. Bi vê yekê dê pratîkên ‘meclisa pîroz’ jî girîngtir bûna. Lê li şûna wê, bi daxwaza Kurtulmuş hewl didin şandeyekê bişînin Îmraliyê ku heta ev rêbaz jî hêdî pêş dikeve. Bi vî awayî jî tu giraniyeke Meclisê namîne. Lê hatina Ocalan a Meclisê dê bandoreke mezin li ser aliyan çêkiribûya.”
 
‘PEYWIR DIKEVE SER MILÊ SOSYAL DEMOKRATAN’  
 
Aksoyoglû, got ku di vê pêvajoyê de peywireke girîng dikeve ser milê sosyal demokratan û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ku komar, di sedsala xwe ya duyemîn de demokratîk bibe û xwedî pozîsyoneke azadîxwaztir be, hewceye hemû derdorên civakî bi Kurdan re xwedî peywendî bin. Lêbelê tevgera sosyal demokratan di vê mijarê de dûr disekine. Divê netirsin û xwedî li pêvajoyê derkevin. Ev dibe ku bi xwe re çareseriya pirsgirêka Kurd jî bîne. Berevajî baweriya heyî, sosyal demokrat ji neteweperestên muhafazakar ên li Tirkiyeyê xurtir in. Divê ev kom derkeve holê û seknekî zelal nîşan bide. Nexwe dê firsendên çareseriyê ji dest biçin. Bi tena serê xwe biryara çekberdanê û vekişandina hêzên rêxistinê ji Tirkiyeyê jî ji bo hêzên siyasî yên dixwazin Tirkiyeyê jinûve ava bikin, firsendekî zelal e. Divê sosyal demokrat xwedî seknekî xurtir bin.” 
 
MA / Denîz Karabudak  
 
 

Sernavên din

06/11/2025
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin
13:31 Der heqê Şenbayram ê li dijî tacîza li zarokan hatiye kirin nobet digirt lêpirsîn vekirin
13:20 Hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê weke sûc hat dîtin!
12:20 Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin
11:48 Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin
11:12 Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin
11:11 Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
10:58 Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
10:58 Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
10:50 Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome
10:17 Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne
10:16 Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike
10:15 Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin
09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome
18:40 Li baregehek Heşdî Şeebî teqînek çêbû
18:25 Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive
17:46 Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir
17:00 Bakirhan bi Serokê TUSÎAD’ê re hevdîtin kir
16:57 Protestoyên 4’ê Mijdarê: Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve
16:52 Şîna Recep Unuş hate ziyaretkirin
16:09 Rojnamegerên Daştan û Bîlgîn bi bîr anîn beraet kirin
15:38 Bakirhan: Hewceye komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
15:37 Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
15:19 MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye