Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan

  • rojane
  • 09:07 31 Cotmeh 2025
  • |
img

AYDIN - Xizmên girtiyên ku sirgûnî cihên dûrî bajarên ku malbatên wan lê ne bûne, destnîşan kirin ku ji ber dûrbûnê bi salan e ew nikarin xizmên xwe bibînin û xwestin ku demildest ji bo serbestberdana girtiyan verastkirinên qanûnî werin kirin. 

Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêze pêşketinên der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd de berdewam dikin. Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi daxuyaniyekê vekişîna hêzên xwe ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê ragihand. Di vê qonaxê de, ji beşên cuda yên civakê bang berdewam dikin ku dewlet gavên pêwîst biavêje. Xizmên girtiyan ku bang li dewletê kirin ku gavên pêwîst bavêje, diyar kirin ku vekirina deriyên girtîgehan xizmeta aştiyeke birûmet dike.
 
Naîme Adli, dayika Enez Adli ku di sala 2016'an de li Îzmîrê hatiye girtin, di nav kesên ku vê bangê dikin de ye. Dayikê, diyar kir ku kurê wê piştî girtinê salekê li Îzmîrê di girtîgehê de maye û got ku paşê ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatiye kirin. Naîme Adliyê diyar kir ku ew di bin şert û mercên dijwar de ji Aydinê ber bi Antalyayê ve diçin û got: "Carinan em ji ber şert û mercan vedigerin. Çûyîn pir dijwar e. Di destpêkê de, dema ku em diçûn girtîgehê, lêgerîna tazî li me dihat kirin. Me li ser vê yekê giliyê sûc kir. Wan giliyên me red kirin. Em her tiştî dikin da ku li dijî vê yekê şer bikin."
 
Naîme Adliyê anî ziman ku ew aştiyê dixwaze û dixwaze girtîgeh vala bibin û got: "Em dizanin ku ev tişt tenê bi gotinê nabin; em hewceyê qanûnan in. Em dixwazin ku qanûn demildest di parlementoyê de werin pejirandin û dayik bigihên zarokên xwe. PKK'ê xwe fesix kir, çekên xwe şewitand û derbasî aliyê din ê sînor bû. Em niha ji dewletê hêvî dikin ku gav bavêje. Em naxwazin kes bimire an jî hêstir birijîne. Her zarokek ji bo dêya xwe pir biqîmet e. Qanûnên entegrasyonê yên bên derxistin divê girtiyên di girtîgehê de jî bigirin nav xwe. Ev ê pir tevkariyê li aştiyê bike. Ger aştiyek birûmet hebe, divê ev qanûn werin bicîhanîn ji ber ku wan têkoşînek adil dane. Kes bê sedem naçe çiyayan. Divê fikarên raya giştî werin sivikkirin. Gelek girtiyên nexweş di girtîgehê de hene û divê ew demildest werin berdan."
 
AŞTIYEKE BIRÛMET
 
Mujde Donder, xwişka Feyyaz Aslan ê li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê ku du caran cezayê "muebbeda girankirî" lê hatiye birîn û 14 sal in di girtîgehê de ye, got: "Dayika wî nikare zarokê xwe bibîne. Ji bo dayikekê êşa mezin ew e ku nikaribe zarokê xwe bibîne. Ev rewş ji bo malbatan jî pir dijwar e. Veguhastin pirsgirêkeke cidî ye. Carnan em diçin û di bin baranê de li bendê dimînin. Malbat ji Feyyaz dûr e û Feyyaz ji malbata xwe dûr e. Em bi şert û mercên pir dijwar re rû bi rû dimînin. Dêya min sê sal in ku kurê xwe nabîne. Sirgûnkirina Feyyaz ji bo cihekî dûr hem ji bo wî û hem jî ji bo malbata wî cezayek e."
 
Mujde Donderê destnîşan kir ku ew dixwazin bi pêvajoyê re deriyên girtîgehan jî vebin û got: "Ger em aştiyeke birûmet dixwazin divê girtî hemû bên berdan." 
 
MA / Ugurcan Boztaş 
 

Sernavên din

06/11/2025
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin
13:31 Der heqê Şenbayram ê li dijî tacîza li zarokan hatiye kirin nobet digirt lêpirsîn vekirin
13:20 Hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê weke sûc hat dîtin!
12:20 Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin
11:48 Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin
11:12 Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin
11:11 Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
10:58 Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
10:58 Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
10:50 Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome
10:17 Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne
10:16 Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike
10:15 Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin
09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome
18:40 Li baregehek Heşdî Şeebî teqînek çêbû
18:25 Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive
17:46 Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir
17:00 Bakirhan bi Serokê TUSÎAD’ê re hevdîtin kir
16:57 Protestoyên 4’ê Mijdarê: Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve
16:52 Şîna Recep Unuş hate ziyaretkirin
16:09 Rojnamegerên Daştan û Bîlgîn bi bîr anîn beraet kirin
15:38 Bakirhan: Hewceye komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
15:37 Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
15:19 MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye