Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin

  • rojane
  • 12:10 31 Cotmeh 2025
  • |
img
WAN - Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Mûrat Atabay, bal kişand ser dîmenê ku helbestên nîjadperest bi zarokên Kurd didan xwendin û got ku di dibistanan de Tirkbûnê weke nasnameya serdest û zimanên din ên dayikê jî weke zimanê "bêqîmet" di bin hişê zarokan de bicih dikin. 
 
Koleja TED’ê ya li Amedê, bi munasebeta Cejan Zimanê Tirkî bername li dar xist. Di bernameyê de fermana Karamanoglû Mehmet ku ji bilî Tirkî hemû zimanan qedexe dike, bi xwendekarekî dabûn xwendin. Li navçeya Elbakê ya Wanê jî bi zarokên Kurd, helbesta ku gotinên “Tirkî zimanê min ê dayikê ye; em Tirk in, em bi Tirkî diaxivin” tê de cih digirt bi zarokên Kurd dabûn xwendin. Di çalakiya “Dewlemendiyên Zimanê me” ya Wezareta Perwerdehiyê de jî gotinên Kaşgarlî Mahmût “Em Tirk in, em bi Tirkî diaxivin” û gotinên nivîskarên Tirkperest ên “Tirkiya min zimanê min ê dayikê ye” jî bi zarokên Kurdan dabûn xwendin. Bertekên li dijî van kiriyaran, ku diçe zêde dibin. 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku mufredata perwerdehiyê li ser esasê Tirkperestiyê hatiye avakirin û divê bê guhertin. Atabay, destnîşan kir ku divê di perwerdehiyê de cih nedin polîtîkayên bişaftin û înkarê û got: “Ev demek dirêj e ji ber Tirkperestiyê tekparêziyê me mufredat û pergala perwerdehiyê rexne dikir. Ev helbest di nava pirtûkên perwerdehiyê de cih digirin. Di pirtûkên dersê yên pola 6’emîn de ye. Pirsgirêka herî mezin jî dîmenê ku di rûpela hesabê dîjîtal ê Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê ye ku bi nîzama leşkerî zarok li ser piya xistine rêzê. Dema em li pergala perwerdehiyê dinêrin gelek pirsgirêk tê de hene yek jê Tirkbûnê derdixe pêş û gelên din înkar dike, pergal li ser Sunnîtî û Henefîtiyê hatiye avakirin.”
 
‘DIVÊ JI BO KURDÎ TEMÎNATA DESTÛRA BINGEHÎN HEBE’
 
Atabay, destnîşan kir ku ew bi salan e tînin ziman ku divê perwerde ya li ser esasê nîjadperestiyê û bişaftinê bê guhertin û perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê tenê Tirk najîn, her çendî zimanê fermî Tirkî be jî di destûra bingehîn de Tikperestî heye. Tirkperestî wek nasnameya serdest tê nîşandan û nasnameyên din tên înkarkirin. Em baş dizanin ku Tirkbûn ne têgeheke niştimanî ye lê nîjadî ye. Bi vî awayî nîjadên din jî tên înkarkirin. Di destûra bingehîn de divê ji bo Kurdî temînat hebe.” 
 
STATÛ Û TEMÎNAT JI BO KURDÎ
 
Atabay, diyar kir ku wan li dijî vê bûyerê bertekên xwe nîşan dane û daxuyanî dane û piştî wê sendîkayekî nîşadpereset gaf li wan xwariye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî daxuyaniya me saziyeke ku navê wê sendika ye û nîjadeperest e gef li me xwar û Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê û gelek qanûnên din bi bîra me xist. Em baş dizanin ku vê hişmendiyê çi qetlîam kirine û kî înkar kirine. Dema rexne û gef dixwin vê ji bîr nekin. Egîtîm Senê tu carî li dijî vê hişmendiyê bi şûn ve gav neavêtiye. Ji vir û şûn de jî em ê li dijî vê hişmendiyê têbikoşin.”
 
‘DIXWAZIN HIŞMENDIYA TEKPARÊZ AVA BIKIN’
 
Atabay, diyar kir ku dixwazin hişmendiya tekparêziyê ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dijî vê rewşê jî têdikoşin. A rast dixwazin di dibistanan de Tirkbûnê weke nasnameya serdest û zimanên din ên dayikê jî weke zimanê 'bêqîmet' di bin hişê zarokan de bicih dikin. Ev yek ji bo zarokan pirsgirêkek psîkolojîk e.” 
 
‘EM LI DIJÎ VÊ MUFREDATÊ TÊDIKOŞIN’
 
Atabay, rave kir ku divê qada perwerdehiyê civakî be ne îdeolojîk be û got: “Divê ji mudaxileyên derve re girtî be. Divê perwerde li ser esasê zanistî, sekuler, wekheviya zayendî û bêpere be. Dema pêşkêşî terîqet û cemaeta bê kirin an li gorî îdeolojiya xwe perwerde bikin wê demê dê di pêşeroja welat de jî pirsgirêkên mezin derkevin holê. Helwesta ciwanan li dijî vê yekê qels e; divê li dijî vê yekê têbikoşin.”  
 
JI BO MALBATAN BANGA HESTIYARIYÊ
 
Atabay, destnîşan kir ku divê her kes li dijî cemaet û terîqetan helwest nîşan bidin û malbat li dijî çalakiyên derveyî dibistanê hestiyar bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dema terîqet an cemaetek bixwaze li dibistanê bername û çalakiyek li dar bixe divê destûrê ji malbatê bigire, heta destûra malbatê nebe nikare zarokan tev li çalakiyên derveyî dibistanê bike. Divê malbat li dijî vê yekê helwest nîşan bidin û nehêlin zarokên wan çalakiyên wiha bibin.”
 
MA / Ozlem Yacan

Sernavên din

06/11/2025
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin
13:31 Der heqê Şenbayram ê li dijî tacîza li zarokan hatiye kirin nobet digirt lêpirsîn vekirin
13:20 Hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê weke sûc hat dîtin!
12:20 Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin
11:48 Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin
11:12 Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin
11:11 Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
10:58 Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
10:58 Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
10:50 Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome
10:17 Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne
10:16 Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike
10:15 Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin
09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome
18:40 Li baregehek Heşdî Şeebî teqînek çêbû
18:25 Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive
17:46 Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir
17:00 Bakirhan bi Serokê TUSÎAD’ê re hevdîtin kir
16:57 Protestoyên 4’ê Mijdarê: Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve
16:52 Şîna Recep Unuş hate ziyaretkirin
16:09 Rojnamegerên Daştan û Bîlgîn bi bîr anîn beraet kirin
15:38 Bakirhan: Hewceye komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
15:37 Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
15:19 MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye