* Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên hiqûqî pêwîst in û got: “Gavavêtin dê rê li entegrasyon, yekbûna civakî û biratiya Kurd û Tirkan vebike.”
* Rojnamevan Baran Germiyanî diyar kir ku nediyariya hilbijartinên Iraqê dê heta roja dawî bidome û destnîşan kir ku ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek, dê pirsgirêkên gel çareser bibin û got: "Dibe ku tevgereke nû derkeve holê."
* Prof. Dr. Yûsûf Gunerhan der barê pêvajoyê de fikarên xwe anî ziman û got: "Divê em weke civak di nava piştevaniyê de bin. Divê em ji bo serkeftina pêvajoyê hewl bidin û bixebitin.”
* Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Cezayê hefsê yê Akiş, ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat betalkirin û dê di 3’yê Kanûnê de ji nû ve were darizandin.
* Endama PM’ê ya Partiya Şoreşger Medîha Yuksel, anî ziman ku divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin û got: “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan azad bibe û karibe di mercên guncav de bixebite.”
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çû ser mejiyê wî dê were şopandin.
* MYK'a DEM Partiyê dê bi serokatiya heverokên giştî bicive. (10.00)
* Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ya Enqereyê dê têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê di hundirê kampusê de meşê li dar bixin. (12.30)
