Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar

  • jin
  • 10:36 24 Mijdar 2025
  • |
img

ENQERE -  Farîba Borhanzahî, diyar kir ku jinên Beluc ên li dijî zextên siyasî, zehmetiyên aborî û cihêkariyên çandî têdikoşin, îlhama xwe ji têkoşîna jinên Kurd digirin û got: “Gelek jinên Beluc, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ weke qêrîna hevpar qebûl kirin.”  

 
Gelê Beluc ku welatê wan di navbera welatên Pakistan, Îran û Efxanistanê de dabeş bûye, ji bo serxwebûn û parastina nasnameya xwe ya neteweyî têdikoş e. Li Îranê rastî cezayên darvekirinê, li Pakistanê bi cezayên hefsê yên dirêj û li Efxanistanê jî bi înfazan rû bi rû ye. Bi taybet jî li Îran û Pakistanê tevî li herêmên xweser dijîn jî di rêveberiyê de xwedî maf nînin û çalakiyên wan ên ji bo mafan jî her tim bi êrişan tên tepisandin. 
 
Aktîvîsta mafên mirovan a Beluc Farîba Borhanzahî, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, zehmetiyên jinên Beluc rê bi rû dimînin, têkoşîna xwe û têkiliyên bi tevgera jinên Kurd re vegot. 
 
AKTIVÎSTBÛNA LI BELUCISTANÊ
 
Farîba Borhanzahî, diyar kir ku jinên Beluc piştî birînên bi sala ye di jiyana wan de hatine vekirin ferqkirin dest bi têkoşînê kirine û got: “Tundiya yekser, şahidiya li vê tundiyê êdî kir ku mirov nikare li dijî vê tundiyê bêdeng bimîne. Min xwe neçar dît ku ji bo dengê gelê Belucistanê yê hatiye qutkirin bilind bikim hemû hêza xwe bi kar bînim. Ji ewil min li taxan û di nava komên biçûk de hewl da hestiyariyekê ava bikim. Piştre min bi rêxistinên jinan re têkilî danîn, hewl da bûyerên tundiyê bikim belge û piştgiriyê bidim malbatên ji vê tundiyê bandor bûne. Aktîvîstiya jin li Belucistanê pir xetere ye; girtin, êrişên fîzîkî, zilma edlî, zexta civakê û binçavkirina komî ya çalakvanan. Anku aktîvîstbûn, tê wê wateyê ku tu ewlehiya xwe ya şexsî û malbatî bixî xetereyê. Ev rastî, li herêmên rayedar jê sûdê digirin hêj xeteretir dibe.” 
 
BÛYERÊN BÛN ÇIRÛSKA TÊKOŞÎNÊ
 
Di berdewamê de Farîba Borhanzahî bal kişand ser bûyerên veguherîna çirûska têkoşînê û got: “Ji bo me gelekan bûyera diyarker, du trajedî bûn. Ya yekemîn kuştina Jîna Emînî ya bi destê dewletê û ya din jî li Chabaharê bûyera tecawizkirina zaroka 15 salî ya bi navê ‘Maho’ ji hêla fermandarekî ve bû. Piştî ev nûçe hatin parvekirin, rê li ber hêrsekî mezin vekir û gelê Beluc daket kolanan. Van her du bûyeran, nîşan da ku tundiya bingeha xwe ji zayendê digire û ya dewletê wek hev in û bertekekî kolektîf û rêxistinkirî şert e. Zextên li Belucistanê gelek caran rê li ber windahiyên canî yên komî vedike. Mînaka herî balkêş jî ew e ku hêzên ewlekariyê gule li kesên taet dikirin barandin û zêdetirî 100 kes kuştin û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûn. Ev komkujî li Zahîdanê hate kirin ku em jê re dibêjin ‘Îna Xwînî’. Vê bûyerê bandoreke mezin li civakê kir û nîşan da ku dewlet dixwaze tundiya kıjer bi kar bîne.” 
 
TEVGERA JINÊ
 
Di berdewamê de Farîba Borhanzahî bal kişand ser têkoşîna jinên Beluc û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevgera jinan a li Belucistanê, ji komên herêmî, aktîvîstên serbixwe û rêxistinên civaka sivîl pêk tê. Toreke ji van pêk tê ye. Ji ber ku tevgera jinê her tim di bin zextê de ye, rêxistiniya fermî pir zehmet e lêbelê aktîvîst xebatên xwe yên li qadê didomînin û ji malbatên mexdûr bûne re dibin alîkar. Alîkariya hiqûq û tenduristiyê didin û binpêkirinên mafên mirovan dikin belge. Di nav gavên sereke de, alîkarîdayîna mexdûrên tundiyê, ji bo di mijara mafên jinan de hestiyariyekê ava bikin kampanyaya dimeşînin û hewl didin bala kûrewî bikişînin ser. Ji bo vê jî bi saziyên navneteweyî re pêwendiyan datînin. Tevgera jinan a li Belucistanê, beriya her tiştekî li dijî tundiya dewletê, newekheviyê û cihêkariya etnîkî-zayendî têdikoşe.” 
 
NIKARIN XWE BIGIHÎNIN AV Û PÊDIVIYÊN SEREKE
 
Bi domdarî Farîba Borhanzahî got ku jinên li Belucistanê rastî girtin, êrişên fîzîkî û tundiya zayendî ya yekser rû bi rû dimînin û wiha derbirî: “Ji ber nebûna perwerde, tenduristî û heta belgeyên nasnameyê, ji xizmetên bingehîn bêpar dimînin. Li gelek bajarên Sistan û Belucistanê xwegihandina av û xizmetên sereke nîne. Ji ber van sedeman jî zarokên keç neçar dimînin dibistanan berdin û di temenekî biçûk de neçarî zewacê tên kirin.” 
 
'JINEOLOJIYÊ ÎLHAM DA’
 
Farîba Borhanzahî, îşare bi têkiliyên jinên Beluc ên bi Tevgera Jinên Kurd re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkiliyeke me ya xurt bi Tevgera Jinên Kurd re heye. Em bi rêxistinên jinên Kurd re xebitîn, em tecrûbeyên xwe parve kir û têkoşîna wan a domdirêj îlham da me. Dirûşmên tevgera jinên Kurd, rêbazên wan, têgeha ‘jineolojiyê’ û mijara ku ji bo jin xwe li ser pêyan bigirin, pratîkên wan ên rêxistinî îlham da me. Van mijaran kir ku zanetiya siyasî ya jinan a li Belucistanê pêş bikeve, kapasîteya wan xurtir bibe. Gelek jinên Beluc, dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ weke qêrîna hevpar dîtin. Ev dirûşma bi Kurdî, di nava çendek hefteyan de ne tenê li Îranê, di tevahiya çalakiyên li cîhanê de olan da û veguherî ketina nava liv û tevgerê ya kûrewî. Saziyên çapemeniyê, aktîvîst û siyasetmedaran ev dirûşm ji bo daxwazên mafên jinan û weke sembola berxwedana li dijî rejîmên otorîter qebûl kir. Ev dirûşm, têkoşîna hevpar xurt dike û di navbera jinên li herêmên cuda de baweriyeke siyasî xurt dike.” 
 
DIVÊ PIŞTEVANÎ BÊ XURTKIRIN
 
Farîba Borhanzahî, got ku girîngiya 25’ê Mijdarê ji bo hemû jinên cîhanê kêliyeke piştevaniya navneteweyî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Divê piştevanî dirûşman derbas bike. Piştevaniya navneteweyî ya heyî girîng e lê têr nake. Divê di navbera zexta navneteweyî, bi piştgiriya teknîk û fînansî ya saziyên mafên mirovan re bi tora herêmî re were xurtkirin. Di têkoşîna me de tişta herî zêde hêviyê dide, berxwedêriya jin û ciwanan û piştevanî ye. Zext çiqas zêde û tund bibe, dengê we ewqas bêhtir girîng dibe. Perwerde, belgekirin û piştevaniyeke rasteqîn a ne sembolîk, mifteya guherîna mayinde ye.” 
 
MA / Denîz Karabudak      

Sernavên din

11:20 DEM Partî, dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
11:18 Tedawiya rojnameger Aykol didome
11:13 Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
10:57 Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye
10:06 Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
10:02 Prof. Alaeddînoglû: Vekişîna Gola Wanê nîşaneya krîza avhewayê ye
09:28 'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
09:11 Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
09:06 Banga têkoşîn û piştevaniyê li jinan hate kirin
09:05 Di nava tora fihûşê de xebatên sîxurtiyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
25/11/2025
17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir