Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin

  • rojane
  • 12:14 24 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî dê di navbera 6-7’ê Kanûnê de bi beşdariya gelek kesayetên di qada navneteweyî de naskirî “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe.  

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 6-7’ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe. Di konferansê de banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiribû jî di konferansê de bê nîqaşkirin. Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û qada navneteweyî gelek kesayetên navdar dê beşdarî konferansê bibin. Ji Baskê heta Efrîqa, Qazaxistan û Belçîkayê gelek kes tev li konferansê bibin. Her wiha rêxistina Îrlandayê Sînn Feîn jî dê beşdarî konferansê bibe.
 
Di konferansê de serpehatiyên, “Şer û çareseriyê”, gavên ji bo demokratîkbûyinê û hevpaymana civakî ya nû divê çawa bibe dê bên nîqaşkirin. Konferans dê du rojan berdewam bike û ji qada navneteweyî gelek kesayet û rojnameger jî hatine vexwendin.
 
NORMAN PEACH JÎ DÊ TEV LI KONFERANSÊ BIBE   
 
Heta niha kesên ku navên wan diyar bûne û tev li konferansê bibin ev in: “Endamê Meclisa Federal a Elmanyayê yê berê Profesor Norman Peach, muzakerevanê sereke yê pêvajoya aştiye yê Başûrê Efrîqayê parêzer Mohammed Bhabha, parlamenterê Parlamentoya Baskê û Koordînatorê Têkiliyên Navneteweyî yê Bilduyê Igor Zalaika, Parlamenterê Belçîkayê Georges Dallemagne, ji Zanîngeha Damanhour a Misrê pisporê dîroka modern Prof. Dr. Mohamed Refaat, ji Sendîkaya UNITE the Union dîrektorê têkiliyên navneteweyî Simon Dubbins. Dê ev kesayet beşdarî konferansê bibin. Her wiha hat zanîn ku ji qada navneteweyî gelek kesên din ên navdar jî dê beşdarî konferansê bibin û navên wan jî di rojên pêş de bên diyarkirin.
 
Her wiha Veysî Aktaş ku 10 salan li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ma jî dê beşdarî konferansê bibe. Siyasetmedar Gultan Kişanak, rojnameger Haydar Ergul, endamê Şandeya Îmraliyê û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol, hiqûqzan Orhan Gazî Ertekîn, rojnameger Nadîre Mater û Hevseroka Giştî ya berê ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî dê wek axêver beşdarî konferansê bibin.
 
HÛRGILIYÊN KONFERANSÊ
 
Konferans dê 2 rojan berdewam bike. Rûniştina yekem a konferansê dê bi sernavê “Perspektîfên aştiya civakî’ bê were birêvebirin. Di rûniştinê de mijarên wek, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya civakî rola Abdullah Ocalan û mafê hêviyê”, “Di avakirina hiqûqa aştiyê de rola rêbertiyê”, “Li Tirkiyeyê bandora aştiya civakî û çareseriya mayînde ya li ser hevsengiya herêmî û kûrewî”, “Aştiya civakan û vîzyona pêşerojê; Jiyana bi hev re dê çawa bibe?” dê bên nîqaşkirin.
 
Rûniştina duyemîn a konferansê jî dê bi sernavê “Serpehatiyên pevçûn û çareseriyan” were birêvebirin. Di vê rûniştinê de jî mijarên; “Serpehatiya Baskê”, “Serpehatiya Bakurê Îrlandayê”, “Muzakereya Katalonya-Îspanyayê; dersên ji pevçûnên asîmetrîk”, “Serpehatiyên piştgiriya qada navneteweyî ya ji bo misogerbûna bi dawîbûna şer û pêkhatina aştiyê”, “Aştiya civakî bibin girtîgehan; Ji bo guherandina rejîma girtîgehan rêyeke çawa divê?” dê bên nîqaşkirin.
 
‘JI NETEWE DEWLETÊ BER BI NETEWEYA DEMOKRATÎK VE’ 
 
Di roja 2’yemîn a konferansê de dê rûniştina pêşî bi sernavê, “Ji netewe dewletê ber bi Neteweya Demokratîk ve” were birêvebirin. Di vê rûniştinê de “Hevpeymaneke nû ya di bin şewqa pênaseya nasname û hemwelatîbûna di qanûna bingehîn de”, “Girîngiya serpêhatiyên dîrokî ji bo avakirina Neteweya Demokratîk”, “Têkoşîna li dijî têkiliyên hegomonîk, navendîbûnê û xurtkirina demokrasiya xwecihî”, “Ji bo heqîqetê azadiya çapemeniyê û zimanê aştiyê” dê bên nîqaşkirin.
 
Di rûniştina duyemîn a roja 2’yemîn de jî konferans dê bi sernavê “Perspektîfa pêşerojê aştî û azadî” berdewam bike. Di rûniştinê de mijarên; “Mijara Kurd ku bûyê mijareke navneteweyî dikare bi nakokiya desthilat-civakê bê çareserkirin an na?”, “Derfetên veguherandina dînamîkên aştiya kurewî û herêmî ya têkoşîna kedê ku sînoran derbas dike”, “Veguherandina şêweya hişmendiya Ewropayê ya derbarê mijara Kurd de; Perspektîfa aştî û azadiyê ji zemîna mafên takekesî bibin zemîna mafên kolektîf”, “Manifestoya Ocalan; Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk” dê bên nîqaşkirin.      

Sernavên din

11:20 DEM Partî, dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
11:18 Tedawiya rojnameger Aykol didome
11:13 Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
10:57 Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye
10:06 Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
10:02 Prof. Alaeddînoglû: Vekişîna Gola Wanê nîşaneya krîza avhewayê ye
09:28 'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
09:11 Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
09:06 Banga têkoşîn û piştevaniyê li jinan hate kirin
09:05 Di nava tora fihûşê de xebatên sîxurtiyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
25/11/2025
17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir