NAVENDA NÛÇEYAN - PKK ku wekî "Apoyiyan" di sala 1973'yan de derket ser dika dîrokê û îsal xwe fesix kir, bi têkoşîna nîvesrî gelê Kurd ê hebûna wî tune dihat hesibandin, kir aktorekî sereke yê siyasî.
Li dijî polîtîkayên tekparêz ên Komarê wekî "Serîhildana 29'emîn" derket ser dika dîrokê, bi têkoşîneke çekdarî ya nîvesrî dawî li îmha û înkarê anî, bi kongreya xwe ya di navbera 5-1'ê Gulanê de xwe fesix kir. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK). Di 27'ê Mijdara 1978'an de li gundê Fîsê yê Licê ya Amedê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat damezrandin.
Bi têkoşîna xwe ya çekdarî ya nîvqirnî, hebûna Kurdan a hatibû înkarkirin da qebûlkirin. Her wiha di warê siyasî, civakî û çandî de gelek guherînên girîng afirandin. Kurd, li dijî polîtîkayên îmha û înkarê xwe birêxistin kirin û bi demê re bûn aktorê siyasî yê herî bingehîn ê Rojhilata Navînê.
Abdullah Ocalanê ku pêşengiya damezrandina PKK'ê kir kî ye, rêxistin di kîjan şert û mercan de hat damezrandin û bi kîjan pêvajoyên guherînê re rû bi rû ma?
JIYANA ABDULLAH OCALAN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû. Navê dêya wî Ûveyş û navê bavê wî jî Omer e. Di malbateke ku 4 ji wan keç bi giştî xwedî 7 zarokan, wekî zarokê 4’emîn hat dinê. Zarokatiya wî li Amarayê derbas bûye. Di navbera salên 1957-1962’yan de dibistana seretayî li gundê Cibîn ê Xelfetiyê xwend. Dibistana navîn di navbera salên 1962-1965'an de li Nîzîpê, lîseyê jî di navbera salên 1965-1969'an de li Lîseya Pîşeyî ya Kadastroyê ya Enqereyê xwend. Li gund daxilî nava çandeke civakî ya piranî olî bû, lê dema ku xwendekarê Lîseya Pîşeyî ya Kadastroyê û Tapo Kadastroyê ya Enqereyê bû, ramanên sosyalîst nas kir.
Piştî Riha û Enqereyê, Ocalan havîna 1969’an hat Amedê û heta payîza 1970’î li wir wekî karmendê tapo kadastroyê kar kir. Pêvajoya li Amedê ji bo Ocalan bû cihê veguhertinê. Li vir ramanên azadiya Kurdan nas kir.
Piştî Amedê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qezenc kir û salekê xwend. Bû endamê Navenda Ocaxên Çandê ya Rojhilatê (DDKO) û beşdarî xebatên wê bû. Bandor ji Mahîr Çayan û hevalên wî yên pêşengên Partiya Rizgariya Gelê Tirk/Eniya (THKPC) girt.
Abdullah Ocalan di hevdîtina ku di 14'ê Cotmeha 2013'an de li Girtîgeha Îmraliyê pêk anî de, sempatîzaniya xwe ya ji bo Çayan wiha anîbû zimên: "Mahir mafê xwerêveberiyê diparast. Min bi kelecana ku wî da min dest bi têkoşînê kir. 40 sal in ez li ser rêya wî me û heta niha hatim. Min ev mîrate ji Mahîr Çayan wergirt û ez dewrî wan dikim."
Piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê, ji aliyê Serfermandariya Giştî ve memûrandumek hat dayîn û hikûmeta Suleyman Demîrel hat rûxandin. Di bin serokatiya Parlamenterê CHP'ê Nîhat Erîm de hikûmeta taybet a ji teknokratan pêkhatî hat avakirin. Desthilatdariya ku nû hat avakirin, ji bo hêzên sosyalîst, demokrat û azadîxwaz bernameyeke bi navê “Operasyona Balyozê” da destpêkirin.
Ocalan di dema darbeyê de li Stenbolê xwendekar bû. Ocalan, puanê pêwîst bi dest xistibû û neqla xwe bi kar anî û derbasî Fakulteya Zanyarên Siyasetê ya Enqereyê bû. Bi vî awayî piştî 2 salan dîsa derbasî Enqereyê bû.
Di wê demê de darvekirina pêşengên Artêşa Rizgariya Gelê Tirk (THKO) Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di rojevê de bû. Çayan û 9 hevalên wî ji bo ku Gezmiş û hevalên wî neyên darvekirin, 3 teknîsyenê biyanî desteser kirin. Çayan û hevalên wî di 30'yê Adara 1972'yan de li gundê Kizildere yê Tokat-Niksarê hatin qetilkirin. Ertugrul Kurkçu jî sax filitî û hat zevtkirin.
Li Fakulteya Zanyarên Siyasetê, li dijî komkujiya di 7'ê Nîsana 1972'yan de li Kizildereyê hat kirin, boykot hat lidarxistin û belavok hatin belavkirin. Ocalan jî yek ji pêşengê çalakiyê bû. Ocalan, di dema çalakiyê de hat girtin û ew birin Girtîgeha Mamakê. Ocalan gava di girtîgehê de bû Denîz Gezmîş û hevalên xwe hatin darvekirin.
Ocalan piştî ku nêzî 7 mehan di girtîgehê de ma, di 24'ê Cotmeha 1972'yan de ji ber "nebûna delîlan" serbest hat berdan. Dema ji girtîgehê derket, li ser şîret û navnîşana hevalê xwe yê ji Behra Reş ê bi navê Sadrî çû mala xwendekaran ya di navbera Emek û Bahçelîevlerê de ku Hakî Karer û Kemal Pîr lê diman.
PÎR: WEKÎ MÊVAN HAT, BÛ XWEDIYÊ MALÊ
Ocalan nêzî 2 salan li vê malê ma û xebitî. Û paşê qet ji hev veneqetiyan.
Kemal Pîr piştre hatina Ocalan a malê bi van gotinan vedibêje: "Roja ewil hat û xwest ku bibe mêvan û ji roja duyemîn û pê ve bû mazûvan û dest bi talîmatan kir."
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) vê pêvajoyê wekî “Yekemîn Jidayikbûna Rêbertiyê” dinirxîne. Ocalan, di vê heyamê de tespîta xwe ya "Kurdistan mêtingeh e" pêşî ji Hakî Karar re vegot.
1973: CIVÎNA LI BENDAVA ÇÛBÛKÊ
Ocalan di sala 1973'yan de hîmên PKK'ê ku îro wekî "Serhildana Kurdan a 29'an" tê binavkirin, avêt. Ocalan di Newroza 1973'yan de bi civîneke ku li bendava Çubuk a Enqereyê pêk anî, bingeha PKK'ê avêt. Tevî Ocalan, ji Dêrsimê Alî Haydar Kaytan, Mûsa Erdogan, ji Curnê Reş (Riha) Mustafa Aksakal, ji Xarpêtê Halîl Aslan û ji Gimgim (Mûş) Îsmaîl Bîngol beşdarî civînê bûn.
Ocalan di vê civînê de teza “Kurdistan mêtingeh e” anî ziman û dest bi xebata koma yekem kir. Di heman salê de di nav ciwanên xwendina bilind de wekî koma "Kurdistanî" kampanyayeke propagandayê hat kirin. Ji bilî Alî Haydar Kaytan hemû kes yek bi yek ji komê derketin. Alî Haydar Kaytan ku PKK'ê di 12'emîn Kongreya xwe de wî wekî sembola "Dilsoziya Bi Rêbertiyê, Heqîqet û Jiyana Pîroz Re" îlan kir, di 3'yê Tîrmeha 2018'an de jiyana xwe ji dest da.
ÇILEYA 1976'AN
Ocalan, li Dîkmena Enqereyê li maleke ku xwendekarên ji Sêweregê lê diman, civîna nirxandina dawiya salê li dar xist. Nêzî 20 kes beşdarî civînê bûn. Di vê civînê de hat nirxandin ku "xebata li Enqereyê encam daye" û biryara "ev danheva şoreşgerî veguhêze Kurdistanê" hat girtin. Hakî Karer û Kamer Ozkan jî wekî alîkarên Ocalan hatin wezîfedarkirin. Bi vî awayî koma “Apoyî” ji aliyê yekîneyeke ku ji 3 kesan pêk tê wê bihata koordînekirin.
18 GULAN 1976
Di encama êrişa komeke faşîst a li nêzî zanîngehê de sempatîzanê komê û xwendekarê Zanîngeha Hacettepeyê Fevzî Aslansoy jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aslansoy ji aliyê Ocalan ve ber bi bajarê wî Pirsûsê ve hat birin û bi tevlîbûna 10 hezaran kesî bi merasîmeke girseyî hat definkirin. Di merasîmê de yekem car dirûşmeyên "Bimre kolonyalîzm" û "Bijî serxwebûn" hatin berzkirin. Di navbera beşdarên merasîmê û leşkeran de pevçûn derket. Ev merasîma cenaze yekemîn çalakiya girseyî ya li Kurdistanê ji aliyê komên li dora Ocalan hatibûnn cem hev bû. Di çalakiyê de bandoreke tund a propagandayê li derdorê kir. Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û Mustafa Gezgor jî di nav de 40 kes hatin girtin û ew xistin Girtîgeha Amedê.
3 TÎRMEH 1976
Alî Dogan Yildirim ê ku li navçeya Tûzlûçayir a Enqereyê tevlî komê bû di qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî birin Dêrsimê. Yildirim wekî "şehîdê ewil" yê komê hat qebûlkirin.
ADAR-GULAN 1977
Ocalan di 12’ê Adarê de li gelek bajarên Kurdistanê bi Yekîtiya Mîmar û Endezyarên Enqereyê dest bi “civînên kadroyan” kir. Li Xarpêt, Dêrsim, Çewlîg, Amed, Riha, Dîlok û gelek bajarên herêma Serhatê civîn hatin lidarxistin. Di her civînê de 50 -80 kes beşdar bûn. Ocalan herî dawî di hefteya yekem a meha Gulanê de piştî civîneke mezin li Dîlokê, vegeriya Enqereyê.
18 GULAN 1977: ÊRIŞA LI DIJÎ HAKÎ KARER
Hakî Karer ku li navçeya Ulubey ya Orduyê ji dayik bû û Ocalan wî “wekî ruhê min yê veşartî” pênase kir, li Dîlokê di êrişa plankirî ya koma bi navê “Stêrka Sor” de jiyana xwe ji dest da. Di serê meha Hezîranê de polîsan bi ser mala Mustafa Karasu ya li Tuzluçayirê de girt. Kemal Pîr di 3'yê Hezîranê de li Enqereyê bi çekê hat girtin.
Piştî geşedanan koma “Apoyî” biryar da ku xebatên xwe li ser esasê “xweparastinê” bimeşîne. Ocalan êrişa li ser Karer wiha nirxand: “Me hest kir ku ava kelandî bi ser me de hatiye rijandin." Ocalan piştî ku Karer hat hedefgirtin dest bi pêvajoya avakirina partiyê kir. Ocalan di navbera 1-11’ê Îlonê de li Taxa Hoşgor a Dîlokê “Pêşnûmeya Bernameyê” nivîsand.
NÎSAN 1978: XEBAT JI BO SERXWEBÛNÊ
Di civîna li Xarpêtê de xebatên “avakirina partiyê” derketin pêş. Ji bo weşandina kovara "Serxwebûn" ku organa çapemeniyê ya partiyê ye, "Lijneya Weşanê" hat tayînkirin. Hejmara yekem a Serxwebûnê di destpêka meha Cotmehê de derket. Di hejmara yekem de “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê” hat weşandin.
19 GULAN 1978: BERXWEDANA CURNÊ REŞ
Li navçeya Curnê Reş li dijî komeke ku afîşan daliqand êrişeke koma bi navê "Suleymanlar" pêk hat. Halîl Çavgun ê li Curnê Reşê pêşengiya xebatên ciwanan dikir di êrişê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiyên koma "Apoyî" a 6 mehan li Curnê Reşê li dijî armanca MHP'ê ya dagirkirina bajêr dest pê kir. Çalakî di 27’ê Mijdarê de bi teslîmbûna koma “Suleymanlar” bi dawî bû.
TÎRMEH 1978
Ocalan manîfestoya bi navê “Rêya Şoreşa Kurdistanê” li taxa Şehîtlîkê ya Amedê li malekê nivîsand. Manîfestoya navborî balê dikişîne ser "lı ser esasö tundıya şoreşgeri têkoşîna li dijî kes û saziyên ajan".
26-27 MIJDAR 1978
Kongreya damezrandina PKK'ê li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê pêk hat. Ji 25 delegeyên vexwendî 22 kes beşdarî kongreyê bûn. Heyeta Hîlwanê ya bi serokatiya Mehmet Karasungur ji ber “kar” beşdarî kongreyê nebû. Di kongreyê de du delegeyên jin hebûn. Di kongreyê de bername, tuzuk û manîfestoya ku ji aliyê Ocalan ve hatibû nivîsandin hat qebûlkirin. Pêvajo û mijarên di rojevê de hatin nirxandin.
Ocalan, Sekreterê Giştî; Mehmet Karasungur û Şahîn Donmez wek cîgir hatin hilbijartin. Lijneya Rêveberiya Navendî jî hat diyarkirin. 4 endamên Komîteya Navendî karbidetsiyê dan Ocalan.
Kesên beşdarî kongreyê bûn ev in: Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Durmuş, Sakîne Cansiz, Seyfettîn Zogurlu, Alî Haydar Kaytan, Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Abdullah Kumral, Kesîre Yildirim, Huseyîn Topgûder, Mehmet Alî Çahiterok, Alî Haydar Kaytan, Ferzende Tagaç, Suphi Karakuş, Şahîn Donmez, Mehmet Turan, Alî Gunduz, Faruk Ozdemîr û Abbas Goktaş.
ÇILE 1979
Civîna Komîteya Navendî ya yekem piştî kongreya damezrîner li Amed hat lidarxistin. Ocalan, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan û Bakî Karer wekî endamên Komîteya Navendî diyar kir. Cemîl Bayik jî, berê wekî endamê Komîteya Navendî hatibû diyarkirin. Di civîna xwe ya yekem de, Komîteya Navendî ya ji heft kesan pêkhatî Komkujiya Mereşê nirxand. Ocalan "Danezana Damezrîner a PKK'ê" li Apartmana Gunaydinê ya li Semta Ofîsê ya Amedê nivîsand. Ev danezan ji destpêka Gulanê ve bi awayekî îllegal li endamên PKK'ê re hat belavkirin. Dû re, di 30'yê Tîrmehê de, beşa "rêgez û bang" a danezanê wekî belavokekê li gel hat belavkirin.
30 TÎRMEH 1979
PKK'ê damezrandina xwe bi belavkirina 30 hezar belavokan li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê ragihand. Di heman rojê de, li gundê Kirbaşi yê Curnê Reş êrişî Parlamenterê Partiya Edaletê Mehmet Celal Bûcak kir. Bûcak, bi birîneke sivik rizgar bû û bi piştgiriya dewletê êrişî PKK'ê kir.
Di êrişê de Salih Kandal jiyana xwe ji dest da. Ev êriş, di warê leşkerî de bi ser neket. Lêbelê, wê kir ku navê PKK'ê belav bibe û bandoreke siyasî ya mezin çêkir. Di vê navberê de, Ocalan li xeta sînor ê Sûriye-Libnanê bû û ji bûyerên li wir agahdar bû. "Talîmatên" ku wî ji bo êrişê nivîsandin negihîştin Komîteya Navendî ji ber ku ew ligel Mazlûm Dogan hat girtin.
ÎLON 1979: KOM DERBASÎ LUBNANÊ BÛ
Li ser daxwaza Ocalan, komeke ji 15 kesan a PKK'ê ji bo wergirtina "perwerdehiya gerîla" derbasî qada Libnan-Filistînê bû. Mahsûm Korkmaz, Delil Dogan û Seyfettin Zogûrlû jî di nav komê de bûn. Kemal Pîr jî ku di wê demê de ji girtîgeha Rihayê reviyabû, bi armanceke bi vî rengî, derbasî qada Libnan-Filistînê bû.
1 COTMEH 1979
Mazlûm Dogan, ligel Yildirim Merkît û Aysel Çurukkayayê, li derketina navçeya Wêranşar a Rihayê dema ku diçûn civîna Komîteya Navendî, hatin girtin. Dogan ku bi nasnameyeke sexte hatibû girtin, "talîmatên" Ocalan ên ji bo Komîteya Navendî jî pê re bûn. Ev yek rê da dewletê ku zanibe Ocalan derketiye derveyî welêt.
13 ÎLON 1980
Ocalan, Bayik û Kalkan li Şamê civiyan û darbeya 12'ê Îlonê nirxandin. Di civînê de taktîkên PKK'ê yên li dijî darbeyê hatin nîqaşkirin. Di encamê de biryara "vekişîneke qismî" hat girtin. Endamên PKK'ê yên girtî jî beşdarî vê biryarê bûn. Bi vî awayî, endamên PKK'ê yên li Kurdistanê vekişiyan qada Libnan-Filistînê.
22 ÎLON, COTMEH, MIJDAR, KANÛN 1980
Bi êrişa Iraqê ya li ser Îranê re, şerê Iraq û Îranê dest pê kir ku heşt salan bênavber dom kir. Vê yekê bandor li rêxistin û partiyên li Kurdistanê jî kir. PKK'ê ji vê valatiyê sûd wergirt. PKK'ê vekişîna ku di 12'ê Îlonê de dest pê kiribû, berdewam kir. Di 7'ê Cotmehê de Delîl Dogan li gundê Teman ê Milazgirê jiyana xwe ji dest da; di 25'ê Kanûnê de Azîme Demîrtaş û du hevalên wê di pevçûnên li Pulumurê de jiyana xwe ji dest dan. Di 24'ê Îlonê de Mahmût Guden û sê hevalên wî li bejahiya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan û di 29'ê Cotmehê de Zekî Palabiyik û pênc hevalên wî li herêma Bloka jiyana xwe ji dest dan. Besê Anûş jî di 17'ê Adara 1981'ê de jiyana xwe ji dest da. PKK'ê di nav şeş mehan de hêzên xwe vekişand.
13 NÎSAN 1981
Alî Erek, di rojiya mirinê ya yekem a li Girtîgeha Amedê de ku di 4'ê Adarê de dest pê kir, jiyana xwe ji dest da. Ji bo kesên ku di Doza Sereke ya PKK'ê de dihatin darizandin, cezayên darvekirinê hat xwestin.
15-26 TÎRMEH 1981
Yekem konferansa PKK'ê li Libnanê li Kampa Helve ya Eniya Demokratîk a Rizgariya Filistînê hat lidarxistin. Di konferansê de biryara vegera endamên PKK'ê hat dayîn. Di heman salê de, li Şamê, di çarçoveya xebatên teorîk de, ev pirtûk hatin amadekirin: "Rola Zorê li Kurdistanê", "Pirsgirêka Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê û Çareseriya Wê", "Li ser Rêxistinê", "Li ser Eniya Yekgirtî di Têkoşîna li dijî Faşîzmê de" û "Bernameya Pêşnûmeyî ya Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê".
21 ADAR 1982
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, di dema darbeya 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê bi dirûşmeya "Berxwedan jiyan e" çalakiyek li dar xist û jiyana xwe ji dest da. Dogan, ji gundê Teman ê navçeya Mazgirt a Dêrsimê, di dema girtina xwe de endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û berpirsê Komîteya Weşanên Navendî bû. Paşê Abdullah Ocalan, Dogan wekî "Kawayê Hemdem" bi nav kir.
1 GULAN 1982
Endamê PKK'ê Abdulkadîr Çûbûkçû li kampeke li derdora Bêrûdê di êrişeke balafirên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da. Çûbûkçû, yekem endamê PKK'ê bû ku li herêma Libnan-Filîstînê jiyana xwe ji dest da. Ocalan çû Bêrûdê û bi Filistîniyan re beşdarî merasîma cenazeyê wî bû.
17 GULAN 1982
Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn li Girtîgeha Amedê xwe şewitandin. Wan ji kesên ku hewl dan agir vemirînin re gotin, "Avê li me nekin, agir gur bikin!"
14 TÎRMEH 1982
Girtiyên PKK'yî li Girtîgeha Amedê, bi pêşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, "Rojiya Mirinê ya Mezin" dan destpêkirin. Dûrmûş li dadgehê destpêkirina çalakiyê ragihand û got: "Bila li ser kêlika min deyndar bê nivîsandin." Tevî Kemal Pîr, pênc girtî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya du mehan de, Kemal Pîr di 7'ê Îlonê de, Mehmet Hayrî Dûrmûş di 12'ê Îlonê de, Akîf Yilmaz di 15'ê Îlonê de û Alî Çîçek jî di 17'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dan.
20-25 TEBAX 1982
PKK'ê duyemîn kongreya xwe li kampeke li Sûriyeyê ku ji aliyê Eniya Rizgariya Gel a Filistînê ve dihat birêvebirin li dar xist. Şêst û pênc delege beşdar bûn. Deh ji van delegeyan jin bûn. Biryara vegera li welêt hat dayîn. Komîteya Navendî ya nû ya ji 11 endaman pêkhatî, hat hilbijartin. Di nîvê Îlonê de, endamên PKK'ê derbasi kampên li sînorê Kurdistana Federe bûn.
ÎLON 1982
Piştî hevdîtinên di navbera PKK û PDK'ê de, li ser protokoleke ji neh xalan pêkhatî lihevkirin çêbû. Ew protokol di bihara 1983'yan de ji aliyê Ocalan û Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ve li Şamê hat îmzekirin. Di navbera salên 1982 û 1985'an de, di navbera PKK û PDK'ê de tu pirsgirêk çênebûn. Di bin zexta Tirkiyeyê de, rêveberiya PDK'ê di Tebaxa 1985'an de ragihand ku ew ji protokolê vedikişe û bi vî awayî serdemeke pevçûnê dest pê kir.
2 GULAN 1983
Dema ku Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Karasûngûr, li kampeke Partiya Komunîst a Iraqê li Qendîlê bû ku ew ji bo hevdîtina bi rêxistinên li Herêma Kurdistana Federe çûbû wir, di encama êrişa hêzên YNK'ê ya li ser kampê de ligel Îbrahîm Bîlgîn jiyana xwe ji dest da.
ÇILE-ADAR 1984
Di rojiya mirinê ya li Girtîgeha Amedê de Necmettîn Buyukkaya di 24'ê Çileyê de, Yilmaz Demîr di 19'ê Çileyê de, Remzî Ayturk di 25'ê Çileyê de û Cemal Arat jî di 5'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dan.
NÎSAN-TÎRMEH 1984
Di meha Nîsanê de li herêma Çiyayê Reş a herêma Zapê bi beşdariya 150 PKK'yî civînek di asta konferansê de hat lidarxistin. Li Qileban û Çelê biryara "pêşxistina şer" hat dayîn. Di 15’ê Tebaxê de li navçeya Dihê, Şemzînan û Şaxê biryara êrişên çekdarî yên yekem hatin girtin.
15 TEBAX 1984: GULEYA EWIL
15'ê Tebaxa 1984'an xaleke werçerxê bû. Endamên PKK'ê li Dihê û Şemzînanê êrişên xwe yên çekdarî yên yekem pêk anîn. Mahsûm Korkmaz (Egît) êrişa li Dihê û Abdullah Ekîncî (Gozluklu Alî) jî êrişa li Şemdînliyê organîze kirin. Bi van êrişan damezrandina HRK (Tevgera Mafên Mirovan) jî hat ragihandin. Ev êriş wekî "guleya yekem" di dîrokê de cih girtin û bûn xaleke werçerxê. Karbidestên hikûmetê yên wê demê PKK'ê wekî "sê an pênc talanker, şaqî û eşqiya" bi nav dikirin. Di destpêkê de, temenê wê wekî şeş, paşê 72 saet û dû re jî wekî hefteyekê hat diyarkirin.
21 ADAR 1985
Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) li Yewnanistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê û belavkirina belavokan li seranserê welêt hat ragihandin. ERNK, bi armanca "rêxistinkirina gel" hat damezrandin.
28 SIBAT 1986
Serokwezîrê Swêdê û Serokê Partiya Sosyal Demokrat Olof Palme dema ku bi malbata xwe re ji sînemayê vedigeriya malê bi êrişeke çekdarî re rû bi rû ma û hat kuştin. Êrişkar nehat girtin. Roja din, çapemeniya Tirkî manşetên nûçeyan bi sernavê "Gelo Kujer Apoîst e?" weşandin. Paşê têkiliyên êrişkar bi Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) re derketin holê. Lêbelê, vê bûyerê rê li ber pêvajoyeke darizandinê li dijî PKK'ê vekir ku wekî "Darizandina Dusseldorfê" tê zanîn.
28 ADAR 1986
Mahsûm Korkmaz, di pevçûneke li çiyayê Gabarê de jiyana xwe ji dest da. PKK'ê "Akademiya Mahsûm Korkmaz" vekir.
17 TÎRMEH 1987
Di pevçûnên sala 1987'an de bi sedan endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Li bajarên Kurdistanê "Rewşa Awarte" hat ragihandin. Walîtiya Herêmî ya Rewşa Awarte û Qolordûya Taybet hat damezrandin. Planeke bi pêşengiya NATO'yê ji bo "tunekirin û tasfiyekirina PKK'ê" hat çêkirin. Ev yek bû sedema bidawîbûna şerê Îran-Iraqê. Li dijî PKK'ê "Operasyona Sandwîç" hat destpêkirin. Rêberên PKK'ê yên li Ewropayê hatin girtin. Pêvajoya ku wekî "Darizandina Dusseldorfê" tê zanîn hat pêşxistin. Di Gulana 1988'an de, ji aliyê Kesîre Yildirim û parêzer Huseyin Yildirim ve li Ewropayê li dijî PKK'ê "Yekîtîya Şoreşgerî ya PKK'ê" hat damezrandin.
31 GULAN-HEZÎRAN 1988
Rojnamevan Mehmet Alî Birand li Akademiya Mahsûm Korkmaz bi Abdullah Ocalan re hevpeyvînek kir. Ev hevpeyvîna yekem a Ocalan bi çapemeniya Tirk re bû. Di rojnameya Milliyetê de hefteyekê rêzehevpeyvînên bi sernavê "Vaye Apo, Vaye PKK" hatin weşandin. Hevpeyvîn hem li Tirkiye û hem jî li cîhanê dengeke mezin veda. Belavbûna rojane ya rojnameyê rekor şikand, ji milyonekê derbas bû. Piştre gelek rojnamevanan bi Ocalan re hevpeyvîn kirin. Hevpeyvîna tevahî ya Birand, digel dîmenên pêvekirî, di salên 2024-2025'an de hat weşand.
19 ÇILE 1989
Jina Kurd a Êzdî Bêrîvan (Binevş Agal) li Cizîrê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Agal beşdarî kongreya 3'yemîn bûbû.
ÎLON-COTMEH 1989
Civîneke girîng li herêma Tehtareş a Botanê pêk hat û jê re "Konferansa Tehtareş" hat gotin. Di civînê de hewl hat dayîn ku pratîkên neyînî yên li herêmê yên Botan, Ebûbekîr, Hogir û Şemdîn Sakik ku wekî "Çeteya Çaran" dihat binavkirin, bên rewakirin. Di civînê de, "xelata serkeftinê" ya ku ji hêla Ocalan ve hatibû şandin pêşkêşî Hogir hat kirin. Gava ku Ocalan ji bûyerên civînê agahdar bû, wî biryarên hatine girtin wekî "xeta çeteyî" pênase kir û konferansê red kir.
21 ADAR 1990
Zekiye Alkanê di roja Cejna Newrozê de çû ser sûrên Amêdê, got "Newroz bi vî awayî tê pîrozkirin" û xwe şewitand.
2 TEBAX 1990
Artêşa Iraqê ket nav Kuweytê û di şevekê de ew dagir kir. DYA'yê, dagirkeriya li vir kir hincet û dest bi avakirina hevpeymaniyek herêmî û cîhanî li dijî hikûmeta Sedam Husên kir û di heman demê de li seranserê Rojhilata Navînê, bi taybetî li herêma Kendavê, leşker û çek kom kir. Vê yekê hilweşîna Yekîtiya Sovyetê leztir kir ku nekarî piştgiriyê bide hevalbendê xwe, hikûmeta Iraqê. Piştî ku amadekariyên pêwîst kirin, rêveberiya DYA'yê di sibeha 17'ê Çileya 1991'ê de dest bi êrişên hewayî li ser Bexdayê kir. Rêveberiya Sedam Husên leşkerên xwe ji bakur û başûr vekişandin herêma Bexdayê û bi vî awayî Iraq ji nişkave bû sê parçe. Her wiha, Herêma Kurdistanê ji serweriya dewletê azad bû. Vê rewşê hem di warê cîhanê û herêmê de hem jî di warê Kurdistanê de pêvajoyeke siyasî û leşkerî da destpêkirin.
26-31 KANÛN 1990
Kongreya 4'emîn a PKK'ê li herêma Heftanînê ya Herêma Kurdistana Federe pêk hat. Ocalan, Kongreya 4'emîn wekî "Kongreya Gerîla" bi nav kir. 80 endamên PKK'ê beşdarî kongreyê bûn. Biryara lêpirsînê der barê Şemdîn Sakik de hat girtin.
8 HEZÎRAN 1991
Li ser esasê nirxandinên Ocalan, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) li Herêma Kurdistana Federe, hat damezrandin. Di şerê Cotmeha 1992'yan de, hêzên PDK û YNK'ê herî zede PAK'ê hedef girtin.
20 COTMEH 1991
Serokwezîr Mesut Yilmaz, biryara hilbijartinên pêşwext girt. Serokê SHP'ê Erdal Înonu bi HEP'ê re ku ji aliyê parlamenterên Kurd ve hatibû damezrandin û ji ber beşdarbûna Konferansa Kurd a Parîsê ji partiyê hatibû derxistin, tifaqeke hilbijartinê xwest. Ocalan, vê polîtîkayê erê kir û tifaqa SHP-HEP'ê hat avakirin. Di encamê de hikûmeteke koalîsyonê ya DYP-SHP'ê hat avakirin.
HEP, ji lîsteya SHP'ê zêdetirî 20 kursiyan bi dest xist û bi vî awayî mafê avakirina komeke parlemanî bi dest xist. Ocalan, vê yekê wekî "nermkirina têkoşîna dijwar û tund a berdewam" şîrove kir.
21 ADAR 1992
Rahşan Demîrelê ji bo pîrozkirina Newrozê li Kadîfekale ya Îzmîrê agir bi bedena xwe xist.
11 GULAN 1992
Li Tetwanê di pevçûnekê de Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) jiyana xwe ji dest da. Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan bi hev re HUNERKOM'ê ava kiribûn.
ÎLON 1992
Ji ber zextên Tirkiyeyê yên li ser rêveberiyên Sûriye û Libnanê, xebatên perwerdehî yên Akademiya Mahsûm Korkmaz li Libnanê hatin rawestandin.
4 COTMEH 1992
Piştî biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya 2'yê Cotmehê ku gotibû "Divê PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve", hêzên Tirkiyeyê, PDK û YNK'ê di 4ê Cotmehê de li Heftanîn û Xakurkê êrişeke berfireh li dijî PKK'ê dan destpêkirin. DYA'yê jî piştgirî da êrişan. PKK'ê jî para xwe ji êrişan girt. Du-sê hefteyan li ser hev pevçûnên dijwar qewimîn. Endamên PKK'ê yên li Heftanînê bi piranî vekişiyan herêma Botanê. Endamên PKK'ê yên li Zap-Avaşînê vekişiyan xeta sînor. Li Xakurkê, Ferhat (Osman Ocalan) bi hêzên dijber re peymanek çêkir û vekişiya herêma Zelê ya di bin kontrola YNK'ê de. Hin endamên PKK'ê yên li Xakurkê li dijî vê peymanê rabûn û vekişiyan sînorê Şemzînanê. Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 25'ê Cotmehê de ji bo li hember dorpêçê li ber xwe bide xwe ji zinaran avêt. Şer û pevçûnên di vê demê de di dîroka PKK'ê de wekî "Şerê Başûr" hatin binavkirin.
17 ADAR 1993
Bi însiyatîf û bi destwerdana Celal Talabanî ku bi Serokkomar Tûrgût Ozal re di nava têkiliyê de bû, Ocalan agirbesteke 25 rojî îlan kir ku di 20'ê Adarê de dest pê kir. Agirbest, di civîneke çapemeniyê de li Libnanê hat ragihandin. Bîst û pênc roj şûnde, civîna çapemeniyê ya duyemîn hat lidarxistin û dema agirbestê hat dirêjkirin. Lêbelê, di 17'ê Nîsanê de, hat ragihandin ku muxatabê agirbestê Tûrgût Ozal, jiyana xwe ji dest daye.
Ocalan, bi balkişandina ser mirina Ozal ku mirineke biguman e, ragihand ku ew "hatiye kuştin". Piştî mirina Ozal, êrişên li dijî gelê Kurdistanê zêde bûn. Kuştinên nediyar û şewitandina gundan dest pê kir. Rêveberiya Dogan Gureş, Mehmet Agar, Suleyman Demîrel û Tansû Çîllerê konsepteke şerê taybet danî holê. Her ku alîgirên Ozal hatin paqijkirin, pevçûn jî zêde bûn.
26 MIJDAR 1993
Parlamentoya Federe ya Alman, PKK'ê wekî "rêxistineke sûc" îlan kir û qedexe kir. Li ser bingeha vê biryara parlementoyê, Dadgeha Dusseldorfê di navbera 24'ê Cotmeha 1989'an û 7'ê Adara 1994'an de ceza da endamên PKK'ê.
2 ADAR 1994
Her ku pevçûn roj bi roj dijwartir dibûn, zextên li ser siyasetmedaran jî zêde dibûn. Parlamenterên DEP'ê yên ku parêzbendiya wan hatibû rakirin, hatin girtin. Hin ji wan ji bo ku neyên girtin derketin derveyî welêt. DEP, di 16'ê Hezîranê de hat girtin.
21 ADAR 1994
Piştî zêdebûna operasyonên leşkerî û zextên li ser nûnerên Kurd ên li Ewropayê, Nilgûn Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) li bajarê Mannheîm ê Almanyayê bedena xwe şewitandin.
8-27 ÇILE 1995
Kongreya 5'emîn a PKK'ê li herêma Heftanînê bi beşdarbûna 231 delegeyên eslî û 86 delegeyên mafê wan dengan tunebû pêk hat. Ocalan raporek nivîskî û nirxandineke berfireh pêşkêşî kongreyê kir. Di kongreyê de nîşanên guhertina paradîgmayê derketin holê.
Ev kongre, yekem kongreya PKK'ê bû ku piştî hilweşîna sosyalîzma reel hat lidarxistin. Amblema partiyê hat guhertin, guhertinên qismî di bernameyê de hatin kirin û tuzukeke nû û "rêziknameya gerîla" hatin amadekirin. Ocalan Kongreya 5'emîn wekî "Kongreya Reformê" bi nav kir. Hin endamên komîteyê derketin "platforma xwerexnekirinê". Komîteya Navendî ji nû ve hat hilbijartin.
8-18 MART 1995
"1'emîn Kongreya Jinên Azad" li qada Metîna bi beşdariya zêdetirî 250 delegeyan hat lidarxistin. Ocalan nirxandinên berfireh ên kongreyê pêşkêş kir. "Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan-YAJK" wekî rêxistineke jinan a bêhempa û azad hat damezrandin. Li ser vê bingehê, biryara avakirina yekîneyên leşkerî yên jinan ên bêhempa hat dayîn.
30 ADAR 1995
Yekem kanala televîzyonê ya bi satelîtê ya Kurdî, Med-TV, li Brukselê dest bi weşanê kir. Heta 22'yê Adara 1999'an bênavber weşana xwe berdewam kir. Nirxandin û agahdariyên Ocalan ên li ser PKK'ê li ser Med-TV'yê hatin weşandin.
26 TEBAX-3 KANÛN 1995
Di 11'ê Tîrmehê de, PDK û YNK li Dublinê, paytexta Îrlandayê, di bin çavdêriya DYA û Tirkiyeyê de civiyan û peymanek îmze kirin. Bingeha peymanê dijberiya PKK'ê bû. PKK'ê ji 26'ê Tebaxê heta 3'yê Kanûnê li dijî PDK'ê çalakiyên çekdarî pêk anî da ku peymanê bişikîne, tola êrişên Cotmeha 1992'yan hilde û li Behdînanê bi cih bibe. Ev bûyer wekî "Şerê Başûr ê Duyemîn" hat binavkirin. PKK'ê Bamernê kontrol kir. PDK, li hin deveran bi bandor bû. Peymana Dublinê hat betalkirin. Lêbelê, armanca PKK'ê ya bicihbûna li hin qadan pêk nehat. Şer bi îlankirina agirbestê ya Ocalan di 3'yê Kanûnê de bi dawî bû. Piştre agirbest li dijî Tirkiyeyê hat ragihandin.
1-15 GULAN 1996
Konferansa 4'emîn a PKK'ê bi navê "Konferansa Rojhilata Navîn", li Dibistana Navendî ya Partiyê hat lidarxistin. Dema ku ev civîn berdewam dikir, di 6'ê Gulanê de li nêzî Konferansa 4'emîn teqînek çêbû. Derket holê ku teqîn encama teqîna mînîbusek bû ku 500 kîlo teqemenî lê barkirî bû. Di nirxandina xwe ya bûyerê de, Ocalan destnîşan kir ku teqîn di 6'ê Gulanê roja darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî de çêbûye. Agirbest jî piştî teqînê bi dawî bû.
30 HEZÎRAN 1996
Zeynep Kinaci (Zîlan) di merasîmeke leşkerî de li navenda Dêrsimê xwe teqand. Ev cara yekem bû ku PKK çalakiyek wisa pêk dianî. Çalakiyê olan da. Çalakiya Zeynep Kinaciyê paşê di avakirina "artêşa jinan" de rolek lîst. Ocalan got, "Zîlan fermandar e, em leşkerên wê ne."
14 GULAN 1997
Tirkiyê, bi hevkariya PDK'ê, li çiyayên Zapê operasyoneke leşkerî bi navê "Operasyona Çekîç" da destpêkirin. Armanca sereke ya operasyonê baregeha sereke ya ARGK'ê bû. Leşker ketin Geliyê Zapê. Ocalan serkirdayetiya PKK'ê li çiyayên Zap û Zagrosê kom kir. Di pevçûnên piştî wê de helîkopterek hat xistin. Piştî ku helîkopter hat xistin, leşker û hêzên girêdayî PDK'ê ji çiyayên Zapê vekişiyan.
25 ÎLON-KANÛN 1997
Tirkiye û PDK'ê li ser sînor "Operasyona Şafaqê" dan destpêkirin. Qada hewayî ji bo balafirên şer ên Tirk jî hat vekirin. Şer û pevçûn sê mehan dewam kirin. Endamên PKK'ê ji bajarokên wekî Bamernê, Sîdeka, Çoman û Hacî Umran vekişiyan. Piştî bûyeran, Şemdîn Sakik ku red kir biçe Amanosê, ji nav PKK'ê hat avêtin. Sakik paşê Garê terk kir û çû cem PDK'ê û ji wir jî derbasî Tirkiyeyê bû. Zêdetirî 200 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Di 8'ê Cotmehê de, di navbera Zap û Garê de, Gurbetellî Ersoz (ji derhênerên weşanê yên Ozgur Gundemê) û koma pê re jî jiyana xwe ji dest dan.
ADAR-NÎSAN-GULAN 1998
Li gorî agahiyên Şemdîn Sakik, operasyoneke nû li dijî hemû baregehên leşkerî yên PKK'ê hat destpêkirin. Li herêma Botanê şerên dijwar dest pê kirin. Piştre şer belavî deverên Dêrsimê bû. Di 20'ê Gulanê de, hemû dever ji Heftanînê heta Xakurkê bûn qada şer. Bi dehan endamên PKK'ê di şer de jiyana xwe ji dest dan. Di civînekê de ku di meha Hezîranê de li Metînayê hat lidarxistin, Ocalan diyar kir ku "PKK dê pêvajoyeke berfireh a guhertin û veguherînê derbas bike." Her wiha diyar kir ku ew ê wekî "Baregeha Sereke" kar bike û divê her kes rêya wî bişopîne. Bi vî awayî, Ocalan îşaret bi guhertineke nû di nav PKK'ê de kir.
17 HEZÎRAN 1998
Sema Yuce, li hemberî hewldanên komê yên ji bo dijberiya Ocalan, li zindanê xwe şewitand. Sema Yuce, di 8'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da.
1 ÎLON 1998
Di 29'ê Tebaxê de di civîneke çapemeniyê de li ser Med-TV'yê, Ocalan agirbest ragihand ku ji 1'ê Îlonê ve dest pê kir. Ev sêyemîn agirbesta ku ji hêla PKK'ê ve hatiye ragihandin bû. Ocalan bang li dewletê kir ku ji bo çareseriyeke siyasî ya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd "berpirsiyariyê bigire ser xwe". Şer û pevçûn û biryara agirbestê bi kurtasî hatin nîqaşkirin.
17 ÎLON 1998
Li Washingtonê, serokê YNK'ê Celal Talabanî û serokê PDK'ê Mesûd Barzanî di bin çavdêriya Wezîrê Derve yê DYA'yê M. Albreight de peymanek îmze kirin. Di peymanê de PKK wekî "rêxistineke terorîst" hat destnîşankirin. Armanceke din a peymanê jî derxistina PKK'ê ji Herêma Kurdistanê bû. Bi vî awayî, komploya navneteweyî li dijî Ocalan hat destpêkirin.
9 COTMEH 1998 -15 SIBAT 1999: KOMPLO
Di bin zexta serokê wê demê yê Sûriyeyê Hafiz el-Esed de, Abdullah Ocalan neçar ma ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derkeve. Welatên wekî DYA, Îngilistan û Îsraîl di destpêkirina komployê de cih girtin. Ocalan li gorî peymana CIA-MÎT'ê li Balafirgeha Nairobiyê radestî Tirkiyeyê hat kirin. Bi balafireke kirêkirî ya Tirkiyeyê ew ji Kenyayê anîn û bi rêya Misirê birin Stenbolê.
Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît di 16'ê Sibatê de di civîneke çapemeniyê de vegera Ocalan ji bo Tirkiyeyê ragihand. Kurdan û hevalbendên wan li Kurdistanê û gelek deverên din ên cîhanê li dijî komployê dest bi xwepêşandanan kirin. Xwepêşandanên "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" li seranserê cîhanê belav bûn, li gelek herêman pevçûn çêbûn. Di xwepêşandanên li herêma Rojhilatê de 37 kes hatin kuştin. Endamekî Partiya Sosyalîst bi navê Sîrvan Rauf li Silêmaniyê ku zêdetirî 50 hezar kes beşdar bûbûn, xwe şewitand.
Di salên piştre de, 15'ê Sibatê wekî "Roja Reş" hat pîrozkirin.
1-4 GULAN 1999
Rêveberiya PKK'ê ji bo nîqaşkirina komployê civiya. Ocalan ji nîvê Adarê ve ancax karî bi parêzeran re hevdîtinê bike û daxwaza rawestandina kiryarên li dijî sivîlan kir. PKK'ê guh da banga Ocalan. Piştre darizandina Ocalan dest pê kir. Rêveberiya PKK'ê biryar da ku nêzîkatiya Ocalan civakî bike.
24 GULAN 1999
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di yekemîn civîna xwe ya giştî de ku li paytexta Hollanda Amsterdamê pêk hat, hat damezrandin. Ocalan xebatên amadekariyê yên vê kongreyê organîze kir û plan kir ku bi rêya wê hewl bide çareseriyeke siyasî ya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd. Lê belê, armancên kongreyê bi tevahî pêk nehatin.
29 HEZÎRAN 1999
Li Abdullah Ocalan cezayê darvekirinê hat birîn. Ocalan li hember biryarê bertek nîşan da û got, "Ez tohmeta xiyanetê qebûl nakim. Me ji bo demokrasiyê têkoşîn da."
2 TEBAX 1999
Ocalan daxwaza "agirbesteke bêdawî ku ji 1'ê Îlonê ve dest pê kir û vekişîna gerîlayan ber bi derveyî sînor" kir. Rêveberiya PKK'ê ragihand ku ew ê "li gorî vê bangê tevbigerin." Bi vî awayî agirbesta çaremîn dest pê kir. Pêvajoya vekişîna endamên PKK'ê ji derveyî sînor dest pê kir. PKK'ê her wiha dest bi amadekariyên Kongreya xwe ya 7'emîn a awarte kir. PKK'ê di dema vekişînê de bi tevahî deveran vala nekir. Komên biçûk li herêmê man û bi vekişîna ber bi çiyayên bilind ve hebûna xwe parastin.
1 COTMEH 1999
Ocalan daxwaza vegera du Komên Aştî û Çareseriya Demokratîk ji bo Tirkiyê kir. Rêveberiya PKK'ê du kom, yek ji çiyayan (1'ê Cotmehê) û yek ji Ewropayê (29'ê Cotmehê) amade kirin û şandin Tirkiyeyê. Di destpêkê de kom hatin pêşwazîkirin, paşê hatin darizandin. Gelek ji wan ji ber "endamtî" an "rêvebertî"ya rêxistinê hatin cezakirin.
2-23 ÇILE 2000
Kongreya 7'emîn a Awarte ya PKK'ê li Qendîl-Dola Kokê bi beşdariya 197 delegeyan hat lidarxistin. Ocalan, di daxuyaniyek çar rûpelî de, diyar kir ku kongre dê "bi stratejiyeke têkoşîna siyasî ya demokratîk bixebite û li gorî wê avahiya rêxistinî biguhere û ji nû ve ava bike." Bi vî awayî, Kongreya 7'emîn a awarte bû xaleke werçerxê, bû "kongreya guhertin û ji nû ve ava kirinê".
Guhertin di bername, rêzikname û amblema PKK'ê de hatin kirin. Biryar hat dayîn ku ARGK di bin navê "Hêzên Parastina Gel (HPG)" de ji nû ve were avakirin. Navê ERNK'ê jî hat rakirin û navê "Yekîneyên Girseyî yên Demokratîk" hat pejirandin. Planeke xebatê ya stratejîk hat amadekirin ku xebatê di heft aliyan de pêşbînî dikir. Pênaseya giştî ya guhertinê wekî "Guherîna Demokratîk" hat îfadekirin.
Lêbelê, hin endamên PKK'ê van biryaran bi awayekî cuda şîrove kirin. Hin endamên PKK'ê gotin, "Em bûne partiyeke sosyal demokrat", hinên din jî gotin, "Komplo dê pirsgirêka Kurd çareser bike, ji ber vê yekê şerkirina li dijî wê dê xelet be." Di biryarên hatine girtin de têgihîştineke yekgirtî û hevpar nehat bidestxistin.
4 GULAN 2000
YNK ku bi Tirkiyeyê re têkilî û bi Îranê re peymanek hebû, li Qendîlê li dijî endamên PKK'ê operasyoneke "dorpêçkirinê" da destpêkirin. Di êrişan de 7 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Îranê jî mudaxile kir û li dijî PKK'ê operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Rêveberiya PKK'ê bi armanca bêbandorkirina YNK'ê êrişeke dijber da destpêkirin. Bi vî awayî PKK'ê Qendîlê xist bin kontrola xwe. Her çend YNK'ê dîsa êriş kir jî, ew bi ser neket. Bi vî awayî, Qendîl ket destê PKK'ê. Ev şer yek ji biryarên herî girîng ên rêveberiya PKK'ê bû. Di van pevçûnan de 100 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan.
28 HEZÎRAN-12 TÎRMEH 2001
"1'emîn Konferansa Gerîla" ji bo ji nû ve avakirina PKK'î di bin navê HPG'ê xwe ji nû ve ava bikin, li Qendîlê bi beşdariya 194 delegeyan hat lidarxistin. Rêziknameya HPG'ê hat amadekirin û pejirandin. Biryar hat girtin ku "Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz" li çiyayan were avakirin. Armanc ew bû ku YJA-Star were organîzekirin ku endamên jin ên PKK'ê jî tê de cih bigirin.
5-22 TEBAX 2001
Konferansa 6'emîn a PKK'ê li Qendîl-Dola Kokê bi beşdariya 138 delegeyan pêk hat. Cilda yekem a parêznameya Ocalan a ji bo DMME'yê, bi sernavê "Ji Dewleta Rahîb a Sumerî ber bi Şaristaniya Demokratîk" di vê konferansê de hat xwendin. Konferansê "nêzîkatiya Osman Ocalan" red kir.
28 ÎLON 2001
Ocalan lêkolîn û analîzên ku di şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê de kir, di pirtûkeke du cildî de bi navê "Ji Dewleta Rahîb a Sumerî ber bi Şaristaniya Demokratîk" berhev kir. Pirtûk pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat kirin. Ocalan di pirtûkên xwe de tekez kir ku demokrasiya Ewropayê ne bersiva krîz û aloziyê ye û li ser vê bingehê pêdivî bi pêşxistina şaristaniyeke nû ya demokratîk anî ziman. Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd formula "Kurdistana Azad-Rojhilata Navîn a Demokratîk" pêşniyaz kir.
4-10 NÎSAN 2002
PKK'ê li Qendîlê bi beşdariya 285 delegeyan kongreya xwe ya 8'emîn li dar xist. Di kongreyê de navê PKK'ê bû KADEK (Kongreya Azadiya Demokratîk a Kurdistan). Guhertin di bername û rêziknameyê de hatin kirin. Osman Ocalan pêşniyaz kir ku pîvanên endametiya PKK'ê werin guhertin. Lêbelê, endamên PKK'ê yên beşdarî kongreyê bûn pêşniyazê red kirin. Osman Ocalan pêşniyaz kir ku Pergala Koordînasyona Bibandor di rêziknameyê de cih bigire û ev pêşniyaz hat qebûlkirin. Navenda KADEK'ê ku piştî kongreyê civiya, hejmara Konseya Serokatiyê gihand neh kesan û Cemîl Bayik wekî Koordînatorê Bibandor hat peywirdarkirin. Ocalan, bi germî nêzî navê KADEK'ê nebû.
2 TEBAX 2002
Di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê de, hikûmeta hevpeymaniya DSP-MHP-ANAP'ê cezayê darvekirinê ji destura bingehîn û qanûnan derxist û li şûna wê cezayê hepsa hetahetayê yê girankirî danî. Ev yek cezayê darvekirinê yê li Ocalan hatibû birîn guherand.
3 MIJDAR 2002
Hilbijartinên giştî yên pêşwext li Tirkiyeyê hatin lidarxistin ku serdemeke nû dest pê kir. AKP ku di 14'ê Tebaxa 2001'ê de hat damezrandin, bi tena serê xwe bû detshilat û di hilbijartinên giştî yên 2002'yan de 365 kursî bi dest xist.
17 TEBAX 2003
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Engîn Sîncer (Erdal) di dema bernameyeke li Qendîlê ya ji bo 15'ê Tebaxê de di qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Sîncer, di heman demê de li Fermandariya Biryargeha Sereke ya HPG'ê jî peywirdar bû.
27 COTMEH-6 MIJDAR 2003
Delegeyên KADEK û KNK'ê yê ji 360 kesan pêk dihatin li Qendîlê civîneke giştî li dar xistin. Di vê civînê de di navbera koma "tasfiyekar" û endamên din ên PKK'ê de nîqaşên cidî derketin holê. Civînek ji bo nîqaşkirina "fesixkirina PKK'ê", bi beşdariya koma "tasfiyekar" hat lidarxistin. Di civînê de biryarek ji bo "fesixkirina PKKê" hat dayîn. Piştre projeya Kongra Gel dest pê kir. Rêziknameya ku ji hêla vê komê ve hatibû amadekirin hat redkirin û biryar hat dayîn ku ji bo duyemîn civîna giştî "peymanek" were amadekirin.
Komê, bi serokatiya Osman Ocalan, pêşnûmeqanûneke nû bi navê "Projeya Reforma Civakî" amade kir. Lijneya Giştî pêşnûmeqanûna ku ji hêla endamên jin ên PKK'ê ve hatibû amadekirin, li şûna ya ku ji hêla komîsyonê ve hatibû amadekirin, pejirand.
Piştre Osman Ocalan pêşniyaza "yekkirina her du pêşnûmeyan" kir. Koma Osman Ocalan negihîşt armancên xwe, lê PKK'ê qels kir. Civîn, ku di atmosfereke aloz de pêk hat, bi hilbijartina endamên Konseya Rêveber bi dawî bû.
Rewşeke wisa di civîna Konseya Rêveber a piştî lijneya giştî de jî berdewam kir. Ji ber ku Osman Ocalan nekarî encamên xwestî bi dest bixe, ji çiyê daket û derbasî Iraqê bû. Rêberên hatin peywirdarkirin rewşê ji Ocalan re negotin û hewl dan ku wî vegerînin. Lê ev hewldan bi ser neket û aloziya navxweyî ya di nav rêxistinê de hîn girantir kir.
ADAR 2004
Ocalan, dereneg ji çapemeniyê der barê bûyeran de agahdar bû. Piştre Ocalan çar kes (Murat Karayilan, Dûran Kalkan, Cemîl Bayik û Osman Ocalan) peywirdar kir û talîmat da ku "bicivin û pirsgirêkan çareser bikin". Dema ku ev pêşniyaz pêk nehat, di meha Sibatê de "ji nû ve avakirina PKK'ê" hat rojevê. Li ser vê bingehê, di 10'ê Adarê de Mûrat Karayilan hat peywirdarkirin û jê hat xwestin ku "komîteyekê pêşniyaz bike". Ocalan "Komîteya Ji Nû Ve Avakirina PKK'ê" peywirdar kir ku pêşî ji 9 û dû re jî ji 12 kesan pêk dihat û her kesî xwest ku li dora vê komîteyê bibin yek. Wî her wiha heta Cejna Newrozê muhlet da wan.
Di heman demê de, wî parastina xwe ya bi navê "Parastina Gelekî" amade kir. Li vir, wî cih da paradîgmaya "Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan". Wî her wiha pergala konfederalîzma demokratîk bi berfirehî rave kir. Bi vî awayî, pêvajoya ji nû ve avakirinê dest pê kir.
21 ADAR 2005
Abdullah Ocalan di deklarasyonekê de Pergala Konfederalîzma Demokratîk (KCK) îlan kir. Di deklarasyonê de rêgezên bingehîn ên pergala konfederalîzma demokratîk hatin destnîşankirin. Ocalan diyar kir ku wî rola "Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk" girtiye ser xwe.
PKK'ê di newrozê ya 1985'an de ERNK'ê wekî Eniya Rizgariya Neteweyî îlan kiribû. Bi vê biryarê, piştî 20 salan KCK hat îlankirin.
28 ADAR-4 NÎSAN 2005
PKK'ê li Xinêrê bi 205 delegeyan "Kongreya Ji Nû Ve Avakirinê" li dar xist. Ev kongre wekî Kongreya 9'emîn a PKK'ê jî hat naskirin. Rêziknameya partiyê ku li ser bingeha pirtûka "Parastina Gelekî" hatibû amadekirin, hat pejirandin.
Amblem û ala ERNK'ê ya berê wekî amblem û ala nû ya PKK'ê hatin pejirandin. Kongre bi hilbijartina hevserok û Rêveberiya Partiyê bi dawî bû. Lêbelê, pergala hevserokatiyê di pratîkê de nehat bicîhanîn.
12 TEBAX 2005
Konseya Rêveber a KCK'ê mehekê "bêçalakîtî" îlan kir. Ev biryar beriya civîna Konseya Ewlekariya Neteweyî ya 23'yê Tebaxê hat dayîn. Dewletên Ewropayê destûr nedan ku li Ewropayê ji bo ragihandina "bêçalakiyê" civînên çapemeniyê werin lidarxistin. Wekî din, operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê nesekinîn.
Di 25'ê Tebaxê de, Cennet Dirlik (Nucan) û endamên PKK'ê yên ku bi wê re bûn li çoltera Bişêriyê jiyana xwe ji dest dan. Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya ku di 23'yê Tebaxê de civiya, biryara şerekî taybet ê topyekûn li dijî PKK'ê da.
1-2 SIBAT 2006
Leyla Walî Huseyîn (Viyan Soran), endama "Komîteya Ji Nû Ve Avakirinê" ya PKK'ê, li Heftanînê xwe şewitand û nameyek berfireh li pey xwe hişt. Viyan Soranê di nameya xwe de tecrîd û komployê şermezar kir. Piştre li hemû bajaran li dijî komploya 15'ê Sibatê bertek hatin nîşandan.
Piştî mirina 14 endamên PKK'ê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li devera bejahî ya Mûşê, di 28'ê Adarê de li Amedê xwepêşandanên mezin pêk hatin. Piştî gotina Tayyip Erdogan a "Çi zarok çi jin, hêzên me yên ewlehiyê dê tiştê pêwîst bikin" di xwepêşandanan de 12 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
1 COTMEH 2006
Piştî banga Ocalan, Konseya Rêveber a KCK'ê agirbesta pêncemîn îlan kir. Rêveberiyên DYA, PDK û DTP'ê ji bo misogerkirina çareseriyeke siyasî ya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd ji KCK'ê agirbest xwestibûn. Lêbelê, ev stratejî dema ku rêveberiya Komarparêzan di hilbijartinên DYA'yê yên Mijdarê de winda kirin, guherî.
Sedam Husên di 30'yê Kanûna Pêşîn a 2006'an de hat îdamkirin, lê piştî hevdîtina Bush-Erdogan a 5'ê Mijdara 2007'an pêl bişkoka êrişeke nû li dijî PKK'ê hat kirin.
1 NÎSAN 2008
Nûda Karker (Nazan Bayram), endama "Komîteya Ji Nû Ve Avakirinê" ya PKK'ê û endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê Ferhat Dersîm û Halil Dag li Bestayê jiyana xwe ji dest dan. Kûrtay Faraşîn di 12'ê Adarê de li Geliyê Hêzilê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyeran, endamên PKK'ê Dr. Alî û Dîcle ji rêxistinê hatin avêtin.
ÎLON-MIJDAR 2008
Piştî porê Abdullah Ocalan hat kurkirin, li gelek bajaran xwepêşandan dest pê kirin. Di 3'yê Cotmehê de, di serdegirtina Qereqola Polîsan a Bezelê de gelek leşker mirin.
29 ADAR 2009
Hilbijartinên herêmî li Tirkiyeyê hatin lidarxistin. AKP'ê ji bo serketinê li bajarên Kurdan seferberî îlan kir. DTP'ê bi nêzîkî 70 ji sedî dengan nêzîkî 100 şaredarî bi dest xistin. KCK'ê di 13'ê Nîsanê de agirbest îlan kir û banga "çareseriyeke siyasî" kir. AKP'ê di 14'ê Nîsanê de li dijî siyasetmedaran operasyon da destpêkirin. Piştî vê yekê, daxuyanî hatin dayîn ku "em înîsiyatîfeke Kurdî pêk tînin". Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd "Nexşerê" amade kir û di 15'ê Tebaxa 2009'an de pêşkêşî rêveberiya dewletê kir. AKP'ê "Nexşerê" ya Ocalan bi raya giştî re parve nekir.
Ocalan bang kir ku "du komên aştiyê ji Qendîl û Mexmûrê werin Tirkiyeyê." Di bersiva vê bangê de, rêveberiya PKK-KCK'ê di 19'ê Cotmehê de du komên aştiyê anîn Deriyê Sînor ê Xabûrê. Endamên koma aştiyê ji aliyê bi mîlyonan kesan ve ji sînor heta Amedê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Tayyîp Erdogan ragihand, "Em ji nû ve dest pê dikin," û serdemeke nû ya tepeserkirinê dest pê kir. Mîtîngên DTP'ê hatin qedexekirin. Di 17'ê Mijdarê de, cihê Ocalan li Îmraliyê hat guhertin. Ocalan cihê ku ew birin wekî "tabût" bi nav kir û bûyeran wekî "Darbeya 17'ê Mijdarê" bi nav kir.
DTP, di 11'ê Kanûnê de hat girtin. Hevserok û serokên partiyê ji beşdarbûna siyasî hatin qedexekirin. Şaredar û serokên partîyê yên hilbijartî hatin girtin. Ocalan di 31'ê Gulanê de ragihand ku ew ê ji pêvajoyê vekişe û got, "Şert û mercên ji bo meşandina têkoşîneke siyasî ya demokratîk nemaye."
1 HEZÎRAN 2010
Piştî ku Ocalan di 31'ê Gulanê de ji pêvajoyê vekişiya û got, "Şert û mercên ji bo meşandina têkoşîna siyasî ya demokratîk nemaye", rêveberiya PKK'ê ragihand, "Stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk bi dawî bûye û çareseriya xweseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê bi têkoşîneke li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî pêk were." Bi vî awayî, PKK'ê stratejiya xwe guhert. PKK'ê vê guhertinê wekî "Serdema Stratejîk a 4'emîn" bi nav kir.
22 KANÛN 2010
Ocalan beşa dawî ya parastina xwe ya pênc cildî, "Manîfestoya Civaka Demokratîk", bi sernavê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk - Parastina Kurdan di Nav Lepên Qirkirina Çandî de" temam kir. Cilda dawî ya parastinê ji DMME'yê re hat şandin. Bi vî awayî, teoriya herî berfireh a "Teoriya Modernîteya Demokratîk" hat temamkirin.
12 HEZÎRAN 2011
Hilbijartinên giştî li Tirkiyeyê hatin lidarxistin û AKP careke din bi ser ket û bi tena serê xwe bû desthilat. Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wekî namzetên serbixwe beşdar bû û li meclisê kom ava kir. Piştî hilbijartinan, hevdîtinên li Îmraliyê hatin bidawîkirin û heyameke pevçûnê ji nû ve dest pê kir.
14 TÎRMEH 2011
Kongreya Civaka Demokratîk "Xweseriya Demokratîk" îlan kir. Di heman rojê de, di navbera yekîneyeke leşkerî ya li Farqînê de şer derket. Di şer de gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Ev yek ji aliyê siyasetmedarên Kurd ve wekî "provakasyon" hat binavkirin. Karbidestên hikûmetê û çapemeniyê DTK'ê bi "îlankirina şer" tawanbar kirin û hewl dan ku wê krîmînalîze bikin. Di heman demê de, Îranê êrişeke leşkerî li ser Qendîlê da destpêkirin. Vê yekê şer belavî hemû deveran kir. Di Cotmehê de bi Îranê re agirbest hat îmzekirin.
28 ÎLON 2011
Êrişa hewayî di dema civînên berpirsên PKK'ê yên li herêma Xakurkê de pêk hat. 11 endamên PKK'ê ku endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê Rustem Cûdî û Çîçek Botan, her wiha Alîşêr Koçgirî û Rozerîn Dêrik jî di nav de bûn, jiyana xwe ji dest dan.
19 COTMEH 2011
Li hember bûyerên Xakûrkê, PKK'ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê di heman demê de li ser çend qereqolan êriş pêk anî. Gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 22'yê Cotmehê de, li Geliyê Teyarê, li gundewarê Çelê, di êrişeke hewayî de 36 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Paşê derket holê ku li dijî endamên PKK'ê çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
28 KANÛN 2011
Balafirên şer welatiyên ku li gundê Roboskî yê navçeya Qileban ya Şirnexê bi îdiaya "Bahoz Erdal jî di nav wan de ye" bombebaran kirin. Di vê êrişê de 34 kes ku 19 ji wan zarok bûn, hatin kuştin.
19 TÎRMEH 2012
Piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kir, gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de biryar dan ku li dijî DAIŞ'ê û rejîma Esed biryara xwe ya xweseriyê bidin. Ev berxwedana dîrokî ku wekî "Şoreşa Rojavayê" di bîranînê de hatiye nivîsandin, li ser bingeha paradîgmaya "rizgariya jinan, demokratîk û ekolojîk" a Abdullah Ocalan pêş ket.
3 ÇILE 2013
Şandeya HDP'ê çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re civiya, li ser çareseriyên pirsgirêka Kurd axivî û encamên wê ji raya giştî re ragihand.
9 ÇILE 2013
Sakîne Cansiz, yek ji damezrînerên PKK'ê û Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên ku li Ewropayê dixebitîn, li Parîsê ji aliyê Omer Guney ve hatin hedefgirtin. Paşê têkiliyên Guney bi Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) re hatin eşkerekirin. Guney bîst roj berî destpêkirina darizandina wî li girtîgehê mirî hat dîtin. Fransayê sûcdaran dernexist holê.
21 ADAR 2013
Cejna Newrozê ya li Amed'ê di sala 2013'an de dîrokî bû. Bi mîlyonan kes beşdarî pîrozbahiya newrozê bûn û "Deklarasyona Aştî û Çareseriya Demokratîk" a Abdullah Ocalan hat xwendin. Pervîn Buldan û Sirri Sûreyya Onder ji Şandeya HDP'ê ya Îmraliyê daxuyaniya Ocalan xwendin. Ev daxuyanî ji aliyê girseya li qadê ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û hêviyeke mezin da mirovan.
8 GULAN 2013
Li ser encam û planên ku di hevdîtinên Îmraliyê de hatine bidestxistin, agirbest hat ragihandin. Endamên PKK'ê dest bi terikandina sînor kirin. Leşkerên dîlgirtî di 13'ê Gulanê de hatin berdan. Lêbelê, ji ber ku AKP'ê tu gav neavêtin vekişîn zû rawestiya.
30 HEZÎRAN-5 TÎRMEH 2013
Kongra Gel 9'emîn civîna xwe ya giştî li Xinêrê li dar xist. Li ser daxwaza Ocalan, di "peymana KCK"ê de guhertin hatin kirin. "Serokatiya Konseya Rêveber" bi "Hevserokatiya Konseya Rêveber" hat guhertin. Her wiha, Ocalan wekî "Serokê Giştî yê KCK'ê" hat hilbijartin. "Konseya Serokatiya Giştî" ya ji şeş kesan pêk tê hat hilbijartin.
PIŞTÎ 2013'AN
Piştî sala 2013'an, şer û pevçûn gurtir bûn û zextên li ser civakê zêde bûn. PKK'ê piştî sala 2013'an jî bi konferans û civînên periyodîk çalakiyên xwe berdewam kir.
PLANA ÇOKDANÎNÊ
Piştî ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Iraqê Mûsilê girt û di 3'yê Tebaxa 2014'an li Şengalê komkujiyek pêk anî, DAIŞ'ê berê xwe da bajarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bajarê Kobanî. Êrişên li ser gelê Kobanî ku bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û YPJ'ê yên ku wan ava kiribûn li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dabûn, dest pê kirin û bûn gefên komkujiyê. Lê belê, AKP ji van bangan re bêxem ma. Derketina holê ya leşkerên Tirk li kêleka endamên DAIŞ'ê li ser sînor di nav gelê Kurd de bû sedema nerazîbûnê.
Gotinên Erdogan ên li Dîlokê di 7'ê Cotmeha 2014'an de ku gotibû "Ha Kobanî ket, ha dikeve" van bertekan hîn bêtir gur kirin. Bi deh hezaran kes li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê daketin kolanan. 54 kes ku piraniya wan endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Rageşiya li kolanan a zêde bi banga Ocalan kêm bû. Di demekê de ku Tirkiyeyê hêvî dikir ku bi rêya DAIŞ'ê bajarê Kobanî bikeve, Hêzên Hevpeymaniyê yên bi serokatiya Amerîkayê di 20'ê Cotmehê de li dijî DAIŞ'ê êrişên hewayî dest pê kirin. Bi derxistina DAIŞ'ê ji bajarê Kobanî, pêvajoya têkçûnê hêdî hêdî dest pê kir. Di 26'ê Çileya 2015'an de, navenda bajarê Kobanî bi tevahî hat rizgarkirin.
Paşê eşkere bû ku biryara "Plana Çokdanînê" di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya di 30'yê Cotmeha 2014'an de hatiye dayîn. Civîn ku 10 saet û 25 deqîqe dom kir, di tomarên dewletê de wekî civîna herî dirêj a MGK'ê ya heta niha hat tomarkirin. Piştî civînê wiha hatibû gotin: "Mijarên têkildarî ewlehiya welatê me, aramiya gelê me û pergala giştî bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de, hat tekezkirin ku têkoşîna li dijî avahiyên paralel û saziyên neqanûnî yên ku ewlehiya me ya neteweyî tehdît dikin û pergala giştî têk dibin û di bin sîwaneke qanûnî de çalakiyên neqanûnî, hem navxweyî û hem jî derveyî, dikin, dê bi biryardarî berdewam bike."
Her çend ev daxuyanî peyama berdewamiya "pêvajoya çareseriyê" dabe jî, rojeva veşartî ya civînê wekî "Plana Çokdanînê" derket holê. Li gorî vê planê, tîmên taybet, leşkerên bi taybetî hatine perwerdekirin û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dê li bajaran operasyonan bikin û navenda fermandariya van êrişan dê Fermandariyên Jendermeyan ên Bajêr be. Ketin û derketinên deverên operasyonê dê bi tevahî werin girtin û şîrketên elektrîk, gaz û avê dê tenê di bin fermanan de karibin bixebitin. Karûbarên yekîneyên rêveberiyên herêmî dê dewrî walîtiyan bên kirin û hevdîtina walî, qeymeqam û efserên leşkerî yên pilebilind bi HDP'iyan re dê bihata qedexekirin. Bi van gavan re, operasyonên hewayî yên li dijî Qendîlê dê bênavber berdewam bikirana û plan dê bihata bicîhanîn, her çend rêxistin agirbestek yekalî îlan kiribe jî.
PÊVAJOYA XWERÊVEBERIYÊ
Ev plan ku di MGK'ê de biryar li ser hatibû dayîn, demeke kurt piştî ku peymana 10 xalî ya ku di 28'ê Sibata 2015'an de di navbera şandeyên HDP û hikûmetê de li Qesra Dolmabahçeyê hatibû îmzekirin, piştî ku Erdogan diyar kir ku ew ji pêvajoyê ne agahdar e, hat rawestandin û AKP'ö şansê xwe yê ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi tena serê xwe bibe desthilat winda kir.
Navenda yekem ku plan lê hat bicîhanîn navçeya Gimgim ya Mûşê bû. Qedexeyên derketina derve ku di 16'ê Tebaxa 2015'an de li navçeyê dest pê kir, di mehên pêş de li 11 bajaran û herî kêm 51 navendan belav bû. Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), tenê di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera 16'ê Tebaxa 2015'an û 16'ê Hezîrana 2016'an de hatine bicîhanîn de hezar û 425 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 583 kes jî birîndar bûne. Di demekê de ku 807 kesan bi îdiaya îşkence û muameleya xerab rasterast serî li TÎHVê dane, di heman demê de 6 hezar û 167 serlêdan ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re hatine kirin. Di dema qedexeyên derketina derve de herî kêm milyon û 809 hezar kes ji mafê xwe yê azadî û ewlehiyê bêpar mane.
Yekîtiya Parastina Sivîl (YPS) li gelek bajaran "xwerêveberî" îlan kir. Li Sûr, Cizir, Nisêbin û Şirnexê şerên dijwar derketin. Bi hezaran endamên YPS'ê, leşker, polîs û cerdevan jiyana xwe ji dest dan. Piştre, gelek deverên bajarên ku şer lê qewimîn bi hinceta "ji nû ve avakirinê" hatin hilweşandin.
OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ
Siyasetmedarên Kurd, di nav de parlamenter û şaredarên HDP'Î yek bi yek hatin hedefgirtin û girtin. Di 4'ê Mijdara 2016'an de, neh parlamenterên HDP'ê, di nav de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî, hatin girtin. Li gorî daneyên ku ji hêla Komîsyona Hiqûqê ya partiyê ve hatine berhevkirin, ji 15 hezar û 370 endamên partiyê yên ku di navbera 24'ê Hezîrana 2015'an û 1'ê Sibata 2017'an de hatine binçavkirin, 3 hezar û 647 kes hatine girtin. Ji bilî polîtîkaya binçavkirin û girtinê ya berdewam, di destpêka sala 2021'ê de, 108 kes, di nav de Yuksekdag û Demîrtaş jî, ji ber xwepêşandanên Kobanê hatin darizandin û ji bo girtina partiyê li Dadgeha Destura Bingehîn doz li dijî partiyê hat vekirin.
Ji bilî van gavan, piştî sala 2016'an dest bi tayînkirina qeyûman li şaredariyan hat kirin. Tenê di navbera salên 2016 û 2019'an de, hevşaredarên 95 şaredariyan ên di bin banê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûman hatin tayînkirin. Pratîka qeyûman li şaredariyan û pêla binçavkirin û girtina siyasetmedaran di salên piştre de jî bênavber berdewam kir.
EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ...
Tirkiyeyê di bin navê "Operasyona Şaxê Zeytûnê" de bajarê Efrîn ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girt. Piştî êrişên ku di 20'ê Çileya 2018'an de dest pê kirin, bajar ket bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê. Piştre, gelek kiryarên nemirovane, di nav de revandin, tecawizkirin, talankirin, fîdye, tundûtûjî û girtin, dest pê kirin. Bi sedan kes hatin kuştin û gelekên din hatin girtin û rastî tundûtûjiyê hatin. Heta goristan jî hatin wêrankirin û darên zeytûnê yên bajêr firotin sermayedarên Tirk.
Piştre êriş li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatin destpêkirin. Êrişên ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest pê kirin heta 13'ê Cotmeha 2019'an berdewam kirin. Piştî rêkeftineke bi navbeynkariya DYA'yê, êriş rawestiyan. Li bajarên di bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê de guhertinên demografîk hatin kirin. Bi sedan kes hatin kuştın û malbatên komên paramîlîter ên ji deverên cuda li van deran hatin bicihkirin.
Tirkiyeyê van hemû êrışên siyasî û leşkerî bi hınceta "hebûna PKK'ê" pêk anîn. Di demeke wiha de ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikirin, operasyonên li ser sînor ên li dijî Herêma Kurdistanê bênavber berdewam kirin.
PEVÇÛNÊN PIŞTÎ 2019'AN
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) operasyonên ku di sala 2018'an de li Biradostê dest pê kiribûn, di Gulana 2019'an de li herêma Xakurkê berbelav bûn. Bi vê ve sînordar nema, TSK'ê di 10'ê Sibata 2021'ê de li herêma Garê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Di operasyonê de 13 leşker, polîs û endamên MÎT'ê yên dîlgirtî ku di nav wan de welatiyekî Iraqî jî hebû, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hat ragihandin ku sê leşkerên ku beşdarî operasyona ku bi rojan dewam kiribû bûne, jiyana xwe ji dest dane.
Piştî ku li Garê encamên dihat payîn bi dest neketin, di 23'yê Nîsana heman salê de operasyoneke din hat destpêkirin. Operasyon ku bi peywendiyeke telefonê ya di navbera Serokê DYA'yê Joe Biden û Erdogan de ku li ser Qirkirina Ermeniyan nîqaş dikir re hevdem bû, herêmên Zap, Avaşîn û Metîna hedef girt. PDK jî beşdarî êrişan bû. Bi sedan gund hatin valakirin û jîngehên wan hatin wêrankirin. Wekî din, di êrişên hewayî de gelek sivîl, di nav de zarok jî hebûn, hatin kuştin.
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
Gelek endamên PKK'ê ji ber çekên kîmyewî û çekên qedexekirî jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan endamên PKK'ê, leşker û cerdevan di şerê berdewam de jiyana xwe ji dest dan. Di vê heyamê de, Tirkiyeyê, bi piştgiriya PDK'ê, li gelek deveran baregehên leşkerî ava kir.
Her ku êrîş zêde bûn, tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî zêde bû.
JI OCALAN BANGA DÎROKÎ
Piştî 44 mehên bêpêwendiya mutleq, Abdullah Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de, di çarçoveya serdana malbatê de, bi biraziyê xwe, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re civiya. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştre di 28'ê Kanûna 2024'an de bi Ocalan re hevdîtin kir. Sirrı Sureyya Onder û Pervîn Buldan di nav şandeyê de cih girtin. Şande di 22'yê Çile û 27'ê Sibatê de çû Îmraliyê.
Di civîna sêyemîn de ku di 27'ê Sibatê de pêk hat, Ocalan bi şandeyê û girtiyên din Omer Hayri Konar, Hamili Yildirim û Veysi Aktaş re daxuyaniyek bi sernavê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" da. Daxuyanî bi kamerayan hat tomarkirin, lê vîdyo nehat parvekirin. Bang di civîneke çapemeniyê de ku heman rojê li Stenbolê hat lidarxistin, digel wêneyek ku di civîna Îmraliyê de hatibû kişandin, bi raya giştî re hat parvekirin.
JI PKK'Ê BIRYARA AGIRBESTÊ
PKK'ê di 1'ê Adarê de agirbest ragihand. Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan di çarçoveya pêvajoyê de di 10’ê Nîsanê de bi Erdogan re hevdîtin pêk anîn.
Li bendê bû ku şande piştî hevdîtinê biçe Îmraliyê. Lê endamê şandeyê Sirri Sureyya Onder di 15'ê Nîsanê de krîza dil derbas kir. Onder di 3'yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.
SERDEMEKE NÛ
PKK'ê di 9'ê Gulanê de di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Ocalan a di 27'ê Sibatê de, Kongreya xwe ya 12'emîn li dar xistiye. Daxuyaniya PKK'ê diyar kir ku Kongreya 12'emîn di navbera 5-7'ê Gulanê de hatiye lidarxistin.
PKK'ê di 12'ê Gulanê de deklarasyona dawî ya Kongreya xwe ya 12'emîn ragihand. Di deklarasyonê de wiha hat gotin: "Pêvajoya ku bi daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dest pê kir, xebata piralî ya ku wî pêk anî û perspektîfên ku wî bi şêwazên cuda pêşkêş kirin, bû sedema bi serkeftî temamkirina Kongreya me ya 12'emîn a partiya me ku di 5-7'ê Gulanê de civiya."
Di danezana encamê de wiha hat gotin: "Kongreya 12'emîn a Awarte ya PKK'ê nirxand ku têkoşîna PKK'ê siyaseta înkar û îmhayê ya li dijî gelê me şikandiye, pirsgirêka Kurd aniye asteke ku bi siyaseta demokratîk were çareserkirin û di vî warî de mîsyona dîrokî ya PKK'ê temam kiriye. Li ser vê bingehê, Kongreya 12'emîn a PKK'ê biryar da ku avahiya rêxistinî ya PKK'ê hilweşîne û têkoşîna çekdarî bi dawî bike, pêvajoya pratîkî jî ji hêla Rêber APO ve were rêvebirin û meşandin, bi vî rengî çalakiyên ku di bin navê PKK'ê de tên kirin bi dawî bibin."
Bi vî awayî, PKK ku di sala 1973'yan de hîmê wê hat danîn û di 27'ê Mijdara 1978'an de hate damezrandin, çalakiyên xwe yên leşkerî yên demdirêj bi dawî kir. Vê biryarê li çaraliyê cîhanê dengekî berfireh veda û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê serdemeke nû da destpêkirin.
JI OCALAN PEYAMA BIDÎMEN
Di 9'ê Tîrmehê de peyameke vîdyoyî ya ku tê de Ocalan û girtiyên din hebûn hat weşandin. Abdullah Ocalan ev tişt gotin: "Pêşketina ku me bi dest xistiye, avêtina gavên nû di pratîkê de pêwîst dike. Ez baweriya xwe bi hêza siyaset û aştiya civakî tînim, ne bi çekan. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgezê bicîh bînin."
ŞEWITANDINA ÇEKAN
Di 11'ê Tîrmehê de, Koma Aştî û Civaka Demokratîk li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şikefta Casenê ya li gundewarê Silêmaniyê merasîmek ji bo tunekirina çekan li dar xist. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, Nedim Seven, Tekoşîn Ozan û Tekîn Muş jî di nav de bûn. Koma Aştî û Civaka Demokratîk diyar kir, "Ji niha û pê ve, em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad tune dikin, bi armanca ku têkoşîna xwe ya ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên siyasî û hiqûqî yên demokratîk û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk bidomînin."
LI MECLISÊ KOMÎSYON HAT AVAKIRIN
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku li meclisê hat avakirin, civîna xwe ya yekem di 5'ê Tebaxê de li dar xist. Her çend komîsyon ji wê demê ve dixebite jî, gavên ku ew ê ji bo dîtina çareseriyekê bavêje ne diyar in.
BIRYARA VEKIŞÎNÊ
Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd di 26'ê Cotmehê de li Qendîlê daxuyaniyek girîng da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gorî biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û bi erêkirina Abdullah Ocalan, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) dest bi vekişîna ber bi "Herêmên Parastina Medyayê" kirine. Bîst û pênc gerîlayên HPG û YJA-Starê yên ku li gorî vê biryarê vekişiyabûn jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Sibê: Abdullah Ocalan: PKK'ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
MA / Azad Altay
